Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişyariya ji zanyariyên şaş!

03/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Berî çend rojan, li ser tevna civakî Wêneyekî belav bû ku hinek cenaze di Ambelansê de hatine komkiirin û kîskirin. Hin malperên ku tên naskirin li pêyî çi ne, wêne belav kirin û îdia kirin ev cenazeyê şervanên Kurd in. Qaşo ev cenaze di destê hikumeta Şamê de ne û wiha dixwazine radestî QSD’ê bikin. Ev kesana an malperên bi navên ne rast û Kurdî, qaşo gelekî bi malbatên Şehîdan diêşin û xema wan dixun, xwe nîşandidin. Wiha jî dev davêtin rêveberiya QSD’ê û fermandarên wê reş dikin. Ev wêne ji aliyê çend malper û navan ve hat parvekirin ku hemû heman fikrin û heman têgehan bi kar tînin. Yanî, kesên wan bi rêve dibin hene û bi organîzekirî kar dikin da rêveberên Kurd reş bikin. Heman kesan di dema êrişên dawî li ser Rojava de jî heman hemle dest pê kirin û yek bi yek rêveber û aliyên siyasî yên ne li gorî dewleta Tirk, dikirin hedef.

Herwiha vê bûyera dawî û Wêne, gelekî mirov êşandin û ew jî ketin vê xefika belavkirina van agahî û postên bê bingeh. Gelek malbat ev yek bawer kirin û bû cihê aciziyeke gelekî zêde. Gelek kesên xwedî hestên welatparêziyê jî bê zanebûn post parvekirin û gotin gelo çima wiha tê serê Kurdan û ka çima rêveberiya Kurdan tiştekî nabêje. Piştre, derket holê, ev wêneyê Cenaze di kîsekî Naylon de, ji sala 2014’an ve ye û kesekî bi navê Hilo wê demê parvekiriye û ev vedigere cenazeyê kesekî Filestînî. Lewra mirov bala xwe dide bûyeran ku bi dereweyêk dikarin fitneyekê çêbikin û karê van kesan jî ev e û navên wan jî xuyayî ne. Ev kesana bi hestên malbatên Kurd ên Şehîdan û welatparêzan bazarê dikin û karê wan tevlîhevkirina navkolana Kurde, lê divê çawa pêşiya van kesan û tevgerên çetetî were girtin?

Di vir de erka herî zêde dikeve ser ragihandina fermî ya Rojava û saziyên wê yên heyî. Dîsa yên ku erkên wan ên fermî hene, divê van bûyeran bi çûk nebînin û berdevkên wan an jî saziyên pê ve girêdayî, li ser bûyeran tiştekî bibêjin û eşkere bikin ev bûyer ne rastin. Ji ber tevna civakî zêde tê şopandin, mirov dikevin bin bandora tiştên tên belavkirin, divê her bûyereke hesas bi milet, bê şirove û zelalkirina rewşê neyê hiştin. Di vir de rojnamegerên li Rojava, çalakvan, û her kesekî ji bo wan hestên malbatên Şehîdan bi qîmet, di bin van bûyeran de nemînin û paşguh nekin. Di her nivîseke xwe de van kesên li ser Tevna Civakî çetetiyê li hember gelê kurd dikin teşhîr bikin û bixwazin yên bi dilpakiya xwe li ber bayê van kesan dikevin, hişyar bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.