Hêvî Keleş/ Qamişlo
Ciwan roj bi roj îspat dikin ku peyva “têkoşîn” gelek wateyan dihewîne. Ciwanên Kurd nîşan dane ku huner yek ji qadên herî berbiçav ên têkoşînê ye, ku bi rêya wê nasname û nirxên mirovî û neteweyî werin parastin.
Di nav tevgera çandî ya geşbûyî ya li Rojava de, girîngiya navendên çandî û hunerî wekî cihên azad ji bo xwedîderketina enerjiya ciwanan û pêşxistina jêhatiyên wan zêde dibe. Li bajarê Dirbêsiyê, Navenda Çand û Hunerê rola xwe di piştgiriya afirîneriyê de didomîne. Koma wênesaziyê ya Hêza kawa wekî yek ji jêhatiyên ciwan derketiye holê ku hestiyariya hunerî bi hişmendiya civakî re tevlihev dike û di demekê de ku hewcedariyek mezin bi amûrên îfadeyî yên ku fikar û xwestekên mirovan nîşan didin heye, mînakek zindî ya hunerê pêşkêş dike.
Koma Hêza Kawa bîra kolektîf diparêze
Girîngiya vê ezmûnê di şiyana wê de ye ku dîwar û qadên giştî veguherîne cihek ku li ser navê civakê diaxivin û bîra wê ya kolektîf nîşan didin. Huner li vir ne tenê wekî îfadeyek estetîkî tê pêşkêş kirin, lê wekî berxwedanek nazik, ku hewl dide nasnameyê piştrast bike, bîranînê biparêze û li hember hewldanên jêbirin û tunekirinê yên ku gelê Kurd bi dehsalan li ber xwe daye, rûbirû bibe. Ev kom navekî bi girîngiyeke sembolîk a kûr hildigire, ku ji Kawayê Hesinkar, sembola berxwedan û azadiyê di hişmendiya Kurdan de, îlhama xwe girtiye. Ev yek di mijarên xebata wan de, ku mijarên nasname, hebûn û berxwedanê vedibêje, bi awayekî zelal tê xuyakirin. Bi rêya tabloyên xwe, endamên komê hewl didin ku rastiyê di hemî êş û hêviya wê de belge bikin, peyamên hunerî yên ku ji sînorên erdnîgarî derbas dibin û bi hemî mirovahiyê re diaxivin, piştrast dikin ku gel dikarin bi rêbazên cihêreng pirsgirêkên xwe derbibirin.
Ev kom bi nîşandana dîwar û tabloyên ku dîwaran dixemilînin, beşdarî vejandina çanda bajêr dibe, wan vediguherîne cihek vekirî ji bo her kesî ku bixwîne, ku her kes li wir beşek ji çîrok, têkoşîn an xeyalên xwe dibîne. Bi vî rengî, huner dibe zimanekî hevpar di navbera wênesaz û civakê de û pirek ku nifşên cûda bi hev ve girêdide.
Rola komê ji hilberîna berhemên hunerî wêdetir diçe, ew her wiha beşdarbûna di çalakiyên çandî û organîzekirina atolyeyên perwerdeyê ji bo zarok û ciwanan jî dihewîne û hewl dide nifşekî hişmend pêş bixe ku hunera watedar hembêz bike û nirxên azadiyê temsîl bike.
Çêkirina cihek ji bo jêhatiyên ciawanan
Navê Hêza kawa ne hilbijartinek tesadufî bû, lê belê peyamek zelal hilgirt, ji ber ku ew peykerê Kawa yê Hesinkar wekî sembolek bêdawî li hember neheqiyê tîne bîra mirov û tekez dike ku ev sembolîzm di her berhema hunerî ya ku ji hêla komê ve tê pêşkêş kirin de xuya dike, ji ber ku ew dixwazin van nirxan di hişmendiya civakê de, nemaze di nav nifşên ciwan de, bicîh bikin. Armanca sereke ya damezrandina komê ew e ku cihek azad ji bo xwedîderketina jêhatiyên ciwan û peydakirina hawîrdorek guncaw ji bo pêşkeftina wan biafirîne. gelek ciwan xwedî jêhatiyê hunerî ya girîng in lê piştgirî û çavkaniyên pêwîst ji bo pêşxistina van jêhatiyan tune ne. Huner, bi taybetî wênesazî, ji bo pêşvebirina mezinbûnê hewceyê hawîrdorek piştgirî ye, ku komê bi rêya xebata tîmê û danûstandina ezmûnan di navbera endamên xwe de hewl daye ku peyda bike. Vê yekê di demek kurt de beşdarî pêşkeftina jêhatiyên wan bûye.
Her çend ev kom heft mehe hatiye afirandin jî, di warê hilberîna hunerî de gavên girîng avêtine, ku ev yek hewldan û pabendbûna mezin a endamên wê nîşan dide. Hin zehmetî li hember karê wan derdikevin ew jî kêmbûna pêdiviyên hunerî yên bingehîn, pêşveçûna wan asteng kirine, lê van yekan ew newisatandindine, berevajî vê, wan biryardariya wan ji bo bidestxistina armancên xwe xurt kiriye.
Çalakiyên komê
Karê herî berbiçav ê komê dîwarê şehîd Ziyad Heleb e, ku di nav niştecihên Dirbêsiyê de dengek kûr veda., ew wekî temsîla rast a rihê fedakariyê yê ku ji hêla şehîdan ve tê temsîl kirin, dît.
Komê rave kir ku ev xebat di rêwîtiya wan de xalek werçerxê nîşan da û dîtineke mezintir da wan ku projeyên xwe yên hunerî bidomînin û berfireh bikin, tevî dijwariyên ku ew di dema pêkanînê de rastî wan hatin, nemaze kêmbûna amûr û materyalên pêwîst. Komê her wiha gelek tabloyên din û dîwarên ku mijarên cihêreng, di nav de nasname, çand û mîrate, vedibêjin, çêkirin da ku hewl bidin ku dema berê bi niha ve girêbidin û wêneyek berfireh a rastî û dîroka civakê pêşkêş bikin. Karê komê bi şêwazek hunerî ya taybetî ve sînordar nîne, lê belê ji bo cihêrengiyê û vebûnê ji bo rêbazên cûrbecûr têdikoşe, hemî di xizmeta peyama wan de. Bîranîna şehîdan di navenda karê wan de ye, ji ber baweriya wan ku huner yek ji rêbazên herî girîng ên parastina bîra kolektîf e.






