Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî dehsalan endamtiyê… Îmarat ji OPEC’ê vedikşe

03/05/2026
in CîHAN
A A
Piştî dehsalan endamtiyê… Îmarat ji OPEC’ê vedikşe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêxistina OPEC bi armanca koordînasyon û yekkirina siyasetên petrolê yên dewletên endam herwiha misogerkirina aramiya bazara petrolê, da ku petrola bi bandor û birêkûpêk ji xerîdaran dabîn bike, hat avakirin.

Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê, bi OPEC tê naskirin, ew rêxistineke navneteweyî ye ji bo koordînasyona û yekkirina polîtîkayên petrolê di navbera welatên endam de û misogerkirina aramiya bazarên petrolê yên cîhanî hatiye damezrandin. OPEC bi însiyatîfa pênc welatan Iraq, Îran, Kiwêt, Erebistana Siûdî û Venezuela di konferansekê de li Bexdayê hate damezrandin.

Rêxistina OPEC çi ye?

Di sala 1960’î ji hêla Îran, Îraq, Kiwêt, Erebistana Siûdî û Venezuela hat damezirandin. Piştre 10 dewletên din di navbera salên 1960-2018 tevlî van her pênc dewletan bûn. Herwiha Îmarat di sala 1967’an tevlî bû. Ev rêxistin bi hev re nêzîkî ji sedî 36.17 hilberîna petrola xav a cîhanî pêk tîne. Welatên endam ên OPEC nêzîkî ji sedî 79.22 rezervên petrola xav ên cîhanê kontrol dikin.

Di pênc salên pêşîn de, navenda rêxistinê li Cenevre, Swîsre bû, piştre di îlona 1965’an de cihê wê çû paytexta Awisturalya, Viyanayê.

Ji aliyê din ve, OPEC+ komeke mezintir e ku endamên OPEC û hevalbendên din ên hilberînerên petrolê, di nav de Rûsya hene.

Rola OPEC û OPEC+

Dewletên endamên OPEC bazarê dişopînin û biryarên kolektîf di derbarê zêdekirin an kêmkirina hilberîna petrolê de didin, da ku aramiya buha û dabînkirinê biparêzin. Zêdekirin an kêmkirina hilberîna petrolê lihevkirinek yekdeng hewce dike.

Qonaxên tevlîbûna dewletan bo rêxistinê

Qeter di sala 1961’an de û di sala 1962’an de Endonezya û Lîbya tevlî bûn.

Ebû Debî di sala 1967’an de, piştre jî di sala 1969’an de Cezayîr tevlî bû.

Di sala 1971’an de Nîjer di heman demê de Emîrtên Erebî yên Yekbûyî piştî ku yekbûna wê, di sala 1973’an de Ekvator û di sala 1975’an de Gabon tevlî bûn.

Di qonaxên paşîn de, Angola di sala 2007’an de, Gîneya di sala 2017’an de û Komara Kongoyê jî di sala 2018’an de tevlî bûn.

Hejmara dewletên ku di dîroka OPEC’ê vekişiyane 5’in: Ekvador, Endonezya, Qeter, Angola û herî dawî Îmaratên Erebî yên Yekbûyî. Hin dewlet wekî Gabon piştî vekişînê dîsa tevlî rêxistinê bûn.

Geşedan û krîzên di bazara petrolê de û rola OPEC

OPEC di salên 1960’an de, di demekê de ku dewletên paşkeftî yên damezrîner ên rêxistinê di serdema veguherîna siyasî û aborî ya navneteweyî de, di dawiya kolonyalîzmê û jidayikbûna gelek dewletên serbixwe yên nû li cîhana paşkeftî de, hat damezirandin.

Dewletên hilberîner ev gav piştî ku komek ji şîrketên petrolê yên pirneteweyî, Heft Xwişk (Îxwat 7), biryar dan ku buhayê petrola xav kêm bikin, avêtin.

Şerê Erebî-Îsraîlê sala 1937

Ambargoya petrola Erebî ya sala 1973’an metrsiyek di bazarê de, an jî tiştê ku wekî şoka petrolê ya yekem tê nasîn, derxist holê. Buhayê bermîlek petrola xav a Erebî ya Sivik ji 2.83 dolarî di sala 1973’an de bilind bû û di sala 1974’an de gihaşt 10.41 dolarî.

Di sala 1975’an de, Ilich Ramirez Sanchez ê Venezuelayî, bi rêveberiya komekê û pênc hevkarên xwe êrişî civînek OPEC li paytexta Awistirya Viyanayê kirin û 11 wezîrên petrolê yên OPEC, tevî wezîrê petrolê yê Siûdî Ehmed Zakî Yamanî, rehîn girtin.

Di sala 1979’an de, ji ber şoreşa li Îranê, ku wê demê piştî Erebistana Siûdî duyemîn welatê herî mezin ê hinardekirina petrolê bû, Jeponiya bi awayekî bilez hewilda ku petrolê bikire.

Di sala 1980’ê de, Iraqê êrişî Îranê kir, ev êriş bû sedema ku buhayê petrola Deryaya Bakur li Brîtanyayê bigihîje rêjeyeke nû (40 dolar bo bermîlekê), ku ev buhayê herî bilind di seranserî 10 salan bû.

Di sala 1983’an de, Borsaya New Yorkê dest bi bazirganiya peymanên pêşerojê yên petrolê kir.

Di sala 1986’an de, ji ber têrbûna bazarê û guhertina adetên xerckirinê, buhayên petrolê daketin herwiha buhayê petrola xav a Brent daket 8.75 dolarî ji bo her bermîlekê.

Di dawiyê de OPEC dev ji tesbîtkirin buhayê berda û da ku parekê ji bazarê bi dest bixe buha kêm kir, piştre dest bi xebitandina pergala parên hilberînê kir.

Di dema dagirkirina Kiwêtê ji aliyê Iraqê ve di navbera salên 1990 û 1991’an de, buhayên petrolê gihaştin asta herî bilind heta wê demê û gihaştin 41.41 dolarî ji bo her bermîlekê.

Di navbera salên 1998-1999’an de krîza aborî ya Asyayê dest pê kir. Di wê demê de buhayên her bermîlekê daket bin 10 dolarî.

Di sala 1999’an de, piştî du hewildanên berê yên ku bi ser neketin, lihevkirinek hat kirin ku hilberînê ji bo cara sêyemîn were kêmkirin, ev bi rêkeftina Meksîka û Norwêcê (li derveyî OPEC) pêk hat, da ku hilweşîna buhayan were rawestandin, ev yek destpêka qonaxeke ji nû ve başbûna buhayan nîşan da.

Di sala 2000’an de, Venezuelayê, ku wê demê seroka OPEC’ê bû, “mekanîzmayeke pakêta buhayê” ragihand, tê de hat destnîşankirin ku ger buhayê petrolê dakeve, ew kom dê bi awayekî otomatîk hilberînê kêm bike, herwiha ger buhayê petrolê ji bo selikeke cureyên taybet yên petrolê ji 22-28 dolarî zêdetir bibe, dîsa bi awayê otomatîk hilberînê zêde bike.

Êrişên 11’ê Îlona 2001’an li ser Navenda Bazirganiya Cîhanê li New Yorkê, aboriya herî mezin a cîhanê û mezintirîn xerîdarê enerjiyê hejand.

Êrişa Amerîkayê li ser Iraqê di sala 2003’an de rê li ber derbaskirina 2.5 milyon bermîl petrol di rojê de bo bazarê girt.

Di sala 2008’an de, buhayê petrola xav a Amerîkayê cara yekem ji 100 dolarî bo her bermîlekê derbas bû. Buha heta meha Tîrmeha wê sale bi berdewamî bilind bûn û gihaştin asta herî bilind a 147.27 dolarî bo her bermîlekê.

Piştî demek kurt, buhayê petrolê li bazarê daket 32.4 dolarî ji bo bermîlekê, ku ev asta herî nizm a pênc salan bû, lê sîstema hilberînê ya OPEC paşê buhayan bilind kir.

Di Çileya 2009’an de, OPEC para hilberîna xwe li 24.84 milyon bermîl di rojê de destnîşan kir, dûv re di navbera salên 2011-2016’an de di navbera 30.8 û 32.3 milyon bermîl di rojê de guherî.

Di Çileya 2016’an de, buhayên petrolê daketin 25 dolaran ji bo her bermîlekê, piştî ku di sala 2014’an de ji 100 dolarî zêdetir bûn.

Di Mijdara 2021’an de, piştî ragihandina Dewletên Yekbûyî, Çîn û hejmarek dewletên din ku ew ê rezervên xwe yên stratejîk ên petrolê bikar bînin, OPEC biryar da ku civînekê li dar bixe, bi armanca kêmkirina buhayên petrolê.

Di Tebaxa 2022’an de, dewletên sereke yên hinardekirina petrolê di cîhanê de li hev kirin ku di meha Îlonê de hilberînê hinekî zêde bikin, da ku buhayan kêm bikin. Hevpeymaniya OPEC+, ku Rûsya jî di nav de ye, biryar da ku hilberînê rojane bi qasî 100 hezar bermîl zêde bike.

Di Nîsana 2023’an de, piştî ku Erebistana Siûdî, Iraq û hejmarek dewletên Kendavê biryar dan ku hilberînê ji milyonek bermîlan zêdetir di rojê de kêm bikin, buhayên petrolê zêde bûn, ev yek jî bû sedema ku buhaya petrola Brent ji sedî 7 zêde bibe û her bermîlek bigihêje 85 dolarî.

Vekişîna Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ji OPEK û OPEC+

Di gaveke bêhempa de, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî vekişîna xwe ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û hevpeymaniya OPEC+ ragihand û endametiya xwe ya ku nêzîkî 59 salan dom kir bi dawî kir. Biryar dê di Gulana 2026’an de, di demekê de ku aloziyên jeopolîtîk ên giran bi zêdebûna aloziyên herêmî re hevdem in, şokek li sektora enerjiyê ya cîhanî û tevliheviyek li bazarên navneteweyî çêdike.

Sedemên sereke yên vekişînê

Dosyaya parên hilberînê faktora herî girîng e di biryara vekişînê de, hin analîst dibînin ku sînorkirinên ku di nav OPEC û OPEC+ de hatine ferzkirin êdî bi kapasîteya hilberîna rastîn a Îmaratê dê nema li hev dikin. Li gorî texmînan kapasîteya hilberîna rastîn nêzîkî 4 milyon bermîl di rojê de ye û tê plankirin ku heta sala 2027’an bigihêje 5 milyon bermîlan, di heman demê de para diyarkirî derdora 3.2 milyon bermîlan dimîne.

Kovara “Fortune” biryarê wekî “derbeyek giran li ser rêxistinê û li ser Erebistana Siûdî ye herwiha wê wekî mezintirîn parçebûna di dîroka OPEC’ê de dibîne. Di heman demê de destnîşan dike ku nakokiya di navbera Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî de bi salan e li ser parên hilberînê û polîtîkayên petrolê zêde bû û di krîzên dawî de xirabtir bûye.

Nakokiya di nava OPEC de

Pêwendiya di navbera Ebû Debî û Riyadê de di salên borî de rastî aloziyekê hatiye, nemaze di krîza Tîrmeha 2021’an de, dema ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî pêşniyarên ji bo dirêjkirina kêmkirina hilberînê ji bo demek dirêj red kirin.

Pisporên aborî destnîşan dikin ku nakokiya bingehîn di nav rêxistinê de bi daxwazên Îmaratê yên ji bo zêdekirina para hilberînê li gorî veberhênan û şiyanên wê ve girêdayî bû, ku di nav OPEC’ê de ji aliyê Siûdî ve hat redkirin.

Şerê Îranê û encamên wê

Kirîzên herêmî û şerê berdewam roleke din di lezandina biryarê de lîstin, nemaze bi astengkirina navîgasyonê li Tengava Hormuzê û zêdebûna xetereyên jeopolîtîk li herêmê.

Daxuyaniyên fermî yê Îmaratê

WAMˊê ku Ajansa Nûçeyan a Îmaratê yem diyar kir ku ev biryar “li gorî vîzyona stratejîk û aborî ya demdirêj a Îmaratê û pêşketina sektora wê ya enerjiyê ye, di nav de lezandina veberhênanê di hilberîna enerjiya navxweyî de. Ew di heman demê de pabendbûna wê bi rola xwe wekî hilberînerek berpirsiyar û pêbawer ku pêşeroja bazarên enerjiya cîhanî pêşbînî dike, xurt dike.”

Banora wê ya bi lez li ser bazaran

Banka HSBC pêşbînî kir ku bandora tavilê dê bi rêjeyî sînordar be û destnîşan kir ku astengiyên li Tengava Hormuzê faktora herî bi bandor a li ser buhayan dimîne.

Bandora demdirêj

Raporên navneteweyî nîşan didin ku piştî derketina Îmaratên Yekbûyî yên Erebî dibe ku Erebistana Siûdî di rêvebirina aramiya bazarê de barekî mezintir hilgire ser xwe.

Analîst dibînin ku vekişîna Îmarat dikare hevgirtina OPEC û OPEC+ qels bike û kontrolkirina asta hilberîna cîhanî dijwartir bike, bi vî awayî dibe ku pêşbaziya herêmî di nav Kendavê de kûrtir bibe.

Di heman demê de Meclisa Atlantîkê hişyarî da ku ev gav dikare hêzên mezin ên wekî Rûsya teşwîq bike ku pozîsyonên xwe di bazara enerjiyê de ji nû ve hesab bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.