Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo wê Komara Tirkiyê Gavên Çawa ji bo Pêvajoya Aşîtiyê Bavêje­?

03/05/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Ez dibêjim rayedarên desthilatdariya yên Komara Tirk yê, hîna jî ti gavên şênber navêtiye û hîna jî dinava hewildana ku teslîmiyetê li ser; tevgera gelê Kurd ya azadîxwaz ferz bikin û gerek ew rayedar zanibin, ku bi van rêbaz û siyaseta xwe ya kevnar û dehbarî, wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sabote bikin yanî wê, vala derxînin û dibe ku careke din şer û pevçûnên xwînrijî destbê bikin. Ji ber vê gerek gelê Kurd û gelê Tirk gerek xwedî helwestbin li hemberî, bêhn firehiya rayedarên dewleta Tirk û reva wan ya ji zagon çêkirina; nu ya destura bingehîn di derbarê gelê Kurd û çareseriya dîrokî ya, di navbera her du gelan û niha li vir vîna azad ya her du gelan gerek xwe bide nîşandan. Ger ku pêvajo bipêşde neçe û rayedarên komara Tirk devji, rêbazê xwe yên kevneşopa destpêka çêkirina komarê bernedin; tekez wê pêvajo bidawî bibe û wê careke din şer, tundî û siyaseta qirêj ya qertlîam û talanê were destpêkirin.

Bi vî re weke herdem  wê desthiatdarên ferdperest mohra xwe, ya tundrew, înkarkir û dijminatiya gelan li dîrokê bixe û wê bibe sedema qirkirina herdu gelan û wê keda Rêber Apo ya 54 salan jî weke her carê li erdê bidin û wê bibin sedema ku sedsaleke din bi gelê Kurd û gelê Tirk bidin wenda kirin. Ji ber wê careke din ez dubare dikim û dibêjim: Tekez gerek her du gel jî li pêvajoyê xwedî derkevin û devji siyaseta rayedarên, şerxwaz berdin ji xwe yên têne kuştin zarokên wan nînin û kezeba wan, li ser kuştina ewladên gelan qet na şewite û gerek her du gelên me jî girê, xwe bidestê xwe bixwrînin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Roj ev roje ku gel vîna xwe ya azad bidin nîşandan û ji desthiltdarên, şer xwaz û tundrew re bibêjin bese we ewlad bi meve nehiştin û ger ku helwesta; gelan wiha be dibe ku rayedarên xwedî niyeta şer û tundiyê jî hişê xwe bînin, serê xwe û li ser duvikê(Teriya) xwe rûnên .

Tekez gerek were zanîn ku heyanî niha tu gelan ji şer û tundiyê feyde, ne girtiye û tenê zêde kuştin, zêde wêran kirin û zêde dijminayetî ji xwe her çiqasî şer berdewam bike; bêguman wê ewqasî jî kîn, nifret û dijminayetî kûr bibe û wê her tişta welat jî di rûyê şer de têkbiçe. Wek can, mal û şan û şeref. Her çiqasî gelê Kurd şiyar bûye jî û dawa aşîtî û li hevhatinene, xwişk û birayetî dixwaze jî lê yek aliye û hîna jî gelê Tirk hajxwe nine bêka rayedaran heyanî; roja niha çi anîne serê wan û çiqase ewladên Kurd û Tirk bidestê hev dane, qetil kirin û gerek gelê Tirk jî şiyar bibe û bizane ku em weke netew, xwedî mafin û em weke netew xwedî dîrokeke pir dirêjin û em xwedî ked û berhemin; di nava komara Tirkiyê de û me bi hezaran şehîd feda kirine di şerê komara Tirkiyê yên, di şerên li hemberî hêzên derve yên êrîşkar de.

Em weke netew her bi gelê Tirk re xuşk û bira bûne û gerek gelê Tirk, zanibe ku ti feyda gelê Kurd ji hilweşîna komara Tirk nine û Kurd jî fermandar û leşgerên; herî baş û fedekar bûn di çêkirina komara Tirkiyê de. Tekez gerek zanyar, rewşenbîr, dîroknas û hemwelatiyên Tirk û mirov hezên bîrawer; pir baş bizanin ku Rêber Apo dijminê Kurd û Tirkan nine, dema ku dibêje: Ey rayedarên bi rumet werin em li hevdû rûnên û şer bidawî bikin û em her kes, kêmasî û sucê xwe mukur werin lê mixabin hîna jî rayedarê Tirk çavê; wan li fenaye û hîna jî di siyaseta xwe û înkarê de îsrar dikin. Ji xwe derketina Rêber Apo û PKK ê jî tekez ji ber vê înkarê û qirkirinê bûye û niha jî, bangewaziya çareserkirinê ji hêla Rêber Apo û gelê Kurd deye û ev pêvajo jî li ser; daxwaza Dewlet Behçelî bûye lê mixabin gelek hewildanên vala derxistina pêvajoyê hene.

Careke din ez dubare dibêjim tu sudmendiya Rêber Abdullah Ocalan, di berdewam kirina şer de nine û tu feyda gelê Kurd û gelê Tirk jî nine û gerek; her kes vêya bizane û li pêvajoyê xwedî derkeve. Rêber Apo niha temenê xwe têye 80 salan û 27 salên xwe di zindana, Girava Îmraliyê de derbaskir, weke feylesuf, zanyar û serokê giştî ê gelê Kurd û Rêberê ku vîna 60 milyon mirovê Kurd; temsîl dike û vîna gelan û paşeroja wan xêzdike xwedî, ked û hewildanên pir xurte ji bo ku aşîtiyeke mayendî ava bike. Lê mixabin her çiqasî Dewlet Behçelî xwedî xwestek be û wî bixwe, bang li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribe jî lê heyanî niha; tu gavên ber bi çav bi hukumetê nedaye avêtin û hîna jî hewildanên wan, pir lawaze ji ber ku hîn xwe di fikir û siyasetê de zelal nekirine.

Tevî ku Rêber Apo gelek hewildan kirin û gelek gav bi PKK ê, dane avêtin û partiya ku wî bi xwe damezrandiye ji bo pêvajo bi tendurust birêve biçe; da fesix kirin jî lê mixabin tu gavên berbi çav ji hêla rayedarên Tirk ve; nehatine avêtin û hîna jî metirsî li serxerab kirina pêvajoyê yê, heye û hîna jî tu zagonên meclisê derneketiye û pêvajo tê bipaşde xistin. Tişteke pir balkêşe ku rayedarên Tirk ji Rêber Apo û gelê Kurd û sedaqet û rastiya xeberdan û sozdayîna, wan bawer nekin. Ji ber ku navê Kurdan bi rast û pakdiliya wan derketiye û binav û deng bûne û her, dost û hevalên me pişta xwe dane me û tevî ku dewleta Tirk; bi xapandin û fenên xwe, nan û xwiya xwe ya li ser çoka xwe jî çawa bû, ku niha ji me Kurdan bawer nakin û ez li gorî dahurandinên xwe dibêjim: Mijar ne ku dewlet ji me bawer nake û di bingeh de dewlet me qebûl nake û careke din çavê xwe li xapandin, înkar û qirkirinê ye!

Hê jî  beqaya xwe li ser tune kirina netewa Kurd; dibîne û hîna jî hêviyê xwe ji xwe zêdetir bi hêzên, biyanî yên sermayeparêz heye. Wê ev siyaseta wan ya 200 salan jî bi wan bide wenda kirin û wê, paşî poşman bibin lê tekez wê feyde neke û gerek miletê Tirk vê siyasetê pir baş fambike û li dijî wê derkeve; ji bo ku hebûna xwe û aşîtiya paşerojê biparêze. Û gerek hemû gel û kêm netewên ku li Kurdistanê û Tirkiyê jiyan dikin jî, gerek xwedî helwestbin û desturê nedin rayedaran ku qedera wan reş bikin xwedî li vîna xwe derkevin ji xwe gelê Kurd her çalake lê hîna, jî têrker nine û gerek têkoşîna wan hîn zêdetir be û şiyarbin li hemberî nêzîkatiyên şaş û têkoşîna xwe hîn zêdetir bikin. Rêber Apo rojane ji bo çareseriyê 42 katjimêrên xwe ji bo çareseriyê xerc dike û hêviya xwe; bi çareseriyê heye û hemû bar hilgirtiye ser şanê xwe lê cardin jî bersiva xwe ji hêla rayedarên Komara Tirk ve nabîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.