Esma Mistefa/Qamişlo
Hevberdevka Komîteya Pêşbirka Şehîd Denîz Firat a 7’emîn Jînda Bulut da zanîn ku armanca sereke ji vê pêşbirkê parastin û pêşxistina çand, huner û wêjeya Kurdî ye û wiha got: “Wê pêşbirk her du salan carekê bê lidarxistin, berhemên serkeftî bên çapkirin û deriyê beşdariyê ji her derê re vekirî ye.”
Li wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûrê pêşbirka hunerî û çandî ya Şehîd Denîz Firat hatiye destpêkirin. Weke ku hatibû ragihandin serlêdanên îsal a ji bo 7’emîn Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan ya Şehîd Denîz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwedevanên Azad ya Mexmûrê ve tê lidarxistin di 25’ê Nîsanê de, destpê kir. Her wiha kesên ku dixwazin berhemên xwe pêşkêş bikin heyanî dawiya Hezîrana 2026’an wê deriyê pêşwazîkirina beheman, vekirî be. Her wiha Pêşbirk di 8’ê Tebaxê de bi merasîmekê li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dê were bidawîkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşbirk ji sala 2015’an ku piştî Şehadeta Denîz Firat ve didome. Bi salane ev pêşbirk ji aliyê ciwan û xwendekarên wargehê ve tê lidarxistin û tê de jêhatiyên hunerî û çandî ya ciwanan tên pêşwazîkirin. Têkildarî naveroka vê pêşbirkê Hevberdevka Komîteya Pêşbirka Şehîd Denîz Firat Jînda Bulut ji Rojnameya me re axivî.

‘Di pêşbirkê de peyama azadî, berxwedan û neteweyî tê bilindkirin’
Jînda di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev pêşbirk ji bo wefedarî, rêz û parastina bîranîna Şehîd Denîz Firat e û got: “Ev pêşbirk, pêşbirkek hunerî û çandî ye ku bi navê şehîda Kurd Denîz Firat hatiye binavkirin. Ji sala 2015’an ve ango piştî şehadeta Denîz Firat ji bo wefadariya beramberî şehîd, ev pêşbirk hate destpêkirin. Armanca sereke ya pêşbirkê rêz û parastina bîranîna şehîd Denîz Firat e, her wiha parastin û pêşxistina çand, huner û wêjeya Kurdî ye. Bi rêya vê pêşbirkê peyama azadî, berxwedan û neteweyî tê bilindkirin.”
‘Wê ji îsal û pê ve her du salan carekê bê lidarxistin’
Her wiha Jînda di domdariya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Ev pêşbirk her sal, salê carekê dihate lidarxistin. Lê bi biryara nû ya komîteyê pêşbirk êdî her du salan carekê dê were lidarxistin. Di pêşbirkê de xebatên helbest, çîrok û wêne di nav demê diyarkirî de tê şandin. Berhemên ku têne şandin divê li gorî şertên pêşbirkê bin; divê nû û berê nehatibe belavkirin, her wiha ne berhemê mejiyê çêkirî be. Ji bo nirxandina berheman komîteyek hunerî an jî jûrî tê vexwendin û berheman berçavan re derbas dikin. Komîte li ser asta hunerî, naverok, afirînerî û giringiya peyama di berhem de, biryar dide. Xebatên herî baş tên hilbijartin, di rêza yekem, duyem û sêyem de têne diyarkirin. Herî dawî jî bi merasîmekê têne ragihandin û xelatkirin.”
Şansê çapkirina xebatên serkeftî û girîngiya naveroka berhemên bi zimanê Kurdî
Jînda di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û naveroka mijaran û wiha domand: “Hinek caran xebatên serkeftî tên çapkirin an jî tên belavkirin. Pêvajoya amadekariyên ji bo pêşbirkê dibe ku çend mehan bidome. Di meha Nîsanê de dest bi amadekariyan tê kirin û heta dawiya meha Hezîranê berdewam dikin. Berhem tên komkirin û ji bo jûriyan tê pêşkêşkirin. Ango pêşbirk bi ragihandinê destpê dike, bi şandina xebatan û nirxandina berheman berdewam dike.
Berhemên tên şandin taybetmendiyên zimanê xurt û xweşik, taybet zimanê Kurdî, naverokek kûr û hestyarî, fikir, peyamên girêdayî çand û nasnameya Kurdî, peyamên civakî û azadiyê di nava xwe de digirin. Herî zêde mijarên tên destgirtin jî; Azadî, berxwedan, jiyan, bîranîna şehîdan, welat, ax, nasname, mafên mirovan, rola jinan û ciwanan di civakê de, çand, dîrok û kevneşopî.”
‘Pêşbirk ji welat û derveyî welat berhem û beşdariyan qebûl dike’
Jînda wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev berhem ne tenê hunerî ne, di heman demê de peyamek giring a civakî, netewî û hestiyarî jî radigihîne. Beşdarbûna pêşbirkê vekirî û hêsane, lê divê li gorî şertên heyî be. Berhem bi rêya e-mail an jî rêyên ku li ser medya dijîtal têne şandin. Pêşbirk ne tenê li deverê sînordare, hem li welat hem jî dervey welat (dîasporayê) beşdarî qebûl dike. Ev jî dike ku ciwan û nivîskarên Kurd li her derê cîhanê beşdar bibin. Bi awayekî giştî pêşwaziyek baş û germ li pêşbirkê tê kirin, bi taybet di nav ciwan û kesên ku bi hunerê re elaqedarin ve.
Hevberdevka Komîteya Pêşbirka Şehîd Denîz Firat Jînda Bulut di dawiya axaftina xwe de deng li kesên ku dixwazin bibin dilopek ji behra bîranîna Şehîdan kir û wiha got: “Her sal hejmarek mezin a berheman tê şandin. Di nav civakê de wekî çalakiyek giring a çandî û hunerî tê dîtin. Serkeftî di nav nivîskar û hunermendan de navdar dibin û carnan derfetên din jî ji wan re tê dabînkirin. Berhemên serkeftî û berhemên baş wek pirtûk têne berhevkirin û çapkirin. Her wiha di malper, kovar an jî paltformên medya dijîtal de jî têne belavkirin. Nav û mafê xwediyê berheman tê parastin. Ev berhem her wiha di dema pêş de wê wek pêşangehên çandî jî werin pêşandan. Ev yek dibe wesîleya parastina berheman hem jî wek bîranîn di arşîvan de cih digire.
Pêşbirk di 8’ê Tebaxê de bi merasîmekê li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dê were lidarxistin. Her kesê ku bixwaze bibe dilopek ji behra bîranîna şehîdan em vedixwînin vê pêşbirkê, bi berhemên xwe reng bidin pêşbirka Şehîd Denîz Firat.






