Lîloz Hisên
Bi domandina bilindbûna buhayan, zêdebûna lêçûna jiyana rojane û nebûna derfetên kar barê welatiyan di dabînkirina pêwistiyên bingehîn de, giran dike.
Di çarçoveyeke bêhempa a bilindbûna lêçûnên jiyanî û kêmbûna şiyana hêza kirînê ya şêniyan, bajarê Reqayê di rewşeke hilwişyayê de di warê aborî û xizmetguzarî de dijî, digel belavbûna bêkariyê û kêmbûna derfetên kar. Ev rastiya aloz welatiyan bi zehmetiyên rojane ji bo dabînkirina pêwistiyên bingehîn rû bi rû dihêle di heman demê de di asta xizmetguzarî û aramiya giştî de vegereke berbiçav hatiye dîtin. Di navbera zextên bilindbûna buhayan û encamên biryarên îdarî de, bajarê Reqayê li ber qûnaxeke zêdetir bi aloz ve diçe ku fikaran li ser pêşeroja wê çêdike.
Rastiya aborî û jiyanî
Li Reqayê bilindbûneke mezin di buhayên madeyên bingehîn de çêbûye, buhaya lîtreyeke mazotê gihaştiye 10 hezar lîreya Sûrî, digel de buhaya gaza ku ji bo çêkirina xwarinê tê bikaranîn gihaştiye 9 hezar lîreya Sûrî. Herwiha qenîneya xaza malan piştî li bendemayîna bi rojan heta bidestxistina wê, ligel belavkeran gihaştiye 135 hezarên Sûriyê, di heman demê de li bazara reş buhaya wê dighêje 200 hezar lîreya Sûrî.
Buhayê kîsê nan li nangehan gihaştiye 8 hezaran, lê di bazarê de dighêje 10 hezaran. Di heman demê de buhayê 4 lîtreyên zeyta qelandinê ya cûreya navîn gihaştiye nêzî 100 hezar lîreya Sûrî, ku ev yek barekî zêde li ser jiyana rojane ya şêniyan ferz dike.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî welatiyên Reqayê destnîşan dikin ku nebûna çavdêriya li ser bazaran aloziya jiyanî kurtir dike, ji ber ku hin bazirgan bi zanebûn buhayan bilind dikin, ku nebûna çavdêriya hikumetê bikar tînin. Herwiha ev yek bi baca ku li ser kelûpelan li dergehên ku rasterast di bin kontrola serokê demkî de ne, têne ferzkirin, dema ku ji gundewarê Reqayê tînin bajêr, rewa dikin, ev yek bandorek neyînî li ser welatiyan nîşan dide û bihayan zêde dike.
Rastiya bazaran û çalakiyên bazirganî
Di gavekê de ku wekî rêxistinkirî tê binavkirin, li ser firoşgehên bazirganiyê hatiye ferzkirin ku di saet 8’ê êvarî de deriyên dikanên xwe bigrin, ev dem bazirgan wekî derbeyek rasterast li ser karsaziya xwe ya rojane dibînin. Li bajarê mîna Reqayê ku ji ber şert û mercên avhewayî û qelsbûna tevgerê di sibehê de ku xwedispêre seatên danê êvarî, ev biryar tê wateya kêmkirina derfetên firotinê bi taybet di çarçoveya kirîza aborî ku bi mehan berdewam dike.
Xwediyên firoşgehan li Reqayê piştrast dikin ku demjimêrên êvarî çavkaniya sereke ya dahata wan in, ku girtina zû gefek rasterast li ser berdewamiya karsaziyên wan dike, ku ne tenê tedbîrek rêxistinî ya derbasbûyî ye.
Ev biryar di demekê de ku aboriyek qels tê jiyan kirin, herwiha bajar bi kêmbûna hêza kirînê, astengiyên berfireh ên dahatê û bilindbûna lêçûnên jiyanê re rû bi rû ye.
Di bin van şert û mercan de, gelek firoşgeh ji hewildanên qezenckirinê ber bi tenê dabînkirina lêçûnên bingehîn ên wekî kirê û elektrîkê hatine veguherandin. Çavdêr dibînin ku kêmkirina demjimêrên kar di vê demê de tenê dê krîzê girantir bike û rê li ber çalakiyên bazirganiyê digre.
Biryara girtinê ji bo hin sektorên wekî xwaringeh û dermanxaneyan îstîsnayek derxistiye, lê vê îstîsnayê di nav xwediyên dikanan de wek pirs derxist holê, ji ber ku nebûna pîvanên zelal di nava bazar de rewşek newekheviyê diafirîne.
Xizmetguzariyên giştî û binesazî
Bajarê Reqa êşê ji krîzeke aloz dikişîne ku ji qada aborî wêdetir diçe û xirabûneke eşkere di xizmetguzariyên giştî û şert û mercên jiyanê de jî dihewîne. Binesaziya qels, qutbûnên elektrîkê yên dubare, nebûna derfetên kar, lêçûnên jiyanî û bacên bilind barekî giran li ser şêniyan danîne û baweriya wan bi her başbûna di pêşeroja nêzîk de kêm kiriye.
Bi van pirsgirêkan re pirgirêkên din derketine holê, wek gendelî û bertîlxuriya berbelav li hin daîreyên hikûmetê, xwesipartina li ser rêbazên veguhestina pereyan ên nefermî. Di heman demê de rewşa jîngehê ya xirab û derketina pirsgirêkên kanalîzasyonê û bêhnên nebaş li çend taxan. Herwiha ji ber zêdebûna buhayên elektrîkê (Ampêran) û qûtbûna mûçeyan barê jiyanî zêde bûye, ku êşa welatiyan hîn bêtir giran kir.
Li hember van pirsgirêkan Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selamê planeke ku ji du heta çar salan dirêj dike ragihand, ku tê de başkirina elektrîkê, sererastkirina rêyan, piştgiriya sektora çandiniyê û pêkanîna projeyên veberhênanê hene. Herwiha di pilanê de rêxistina bazaran, çareserkirina pirsgirêka parsektiyê, pêşxistina binesaziyê û pêkanîna projeyên xizmetguzariyê li kêleka Çemê Firatê jî hene.
Hin welatî rewşa heyî bi serdema ku herêm di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bû re didin ber hev, dema ku derfetên kar di nav saziyên wê de bi awayekî rêjeyî peyda bûn tevî zehmetiyên wê demê jî, ku ji bo hejmarek malbatan dahat peyda dikirin. Lêbelê, niha welatî balê dikişînin ser kêmbûna mezin a derfetên kar piştî kontrolkirina bajar û gundewarên derdora wê ji hêla hêzên girêdayî hikumeta demikî ya Sûriyê, ku şert û mercên jiyanê xirabtir kiriye û hin welatî neçar kirine ku ji herêmê derkevin.






