Lîloz Hisên/Hesekê
Hevserokê Beşa Paqijiyê di Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê Idrîs Ibrahîm diyar kir ku ji ber nifûsa zêde ya bajarê Hesekê rastiya paqijiyê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû ye û got, “Tevî van zehmetiyan Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a bajarê hesekê hewildanên xwe ji bo paqijiya bajêr berdewam dike.”
Rastiya paqijiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin e ku bajarê Hesekê rû bi rû ye, nemaze di dema dawî de ku ji ber êrişên ku li ser herêmê pêk hat ku bi awayekî rasterast bandor li ser hemû awayên jiyanê kir, bi taybet di warê xizmetguzariyan de û sektora paqijiyê. Gerek mirov bizanibe ku erkê paqijiya bajar tenê nakeve li ser milê şaredariyan an cihên peywendîdar, lê belê erkek mezin jî dikeve li ser mile welatiyan, ji ber ku her du alî hev du temam dikin. Di nava şert û mercên heyî de, beşa paqijiyê di Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê de hewildanên xwe yên rojane ji bo parastina paqijiya bajêr tevî astengî û îmkanên sînorkirî bike, berdewam dike.
Derbarê vê mijarê de Hevserokê Beşa Paqijiyê di Şaredariya Gel a bajarê Hesekê de Idrîs Ibrahîm ji rojnameya me re axivî û bal kişand li ser sedem û rêyên çareseriya xilasbûna ji vê pirsirêkê.

Hevserokê Beşa Paqijiyê di Şaredariya Gel a bajarê Hesekê de Idrîs Ibrahîm destnîşan kir ku ji ber nifûsa zêde ya bajêr rastiya paqijiyê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû ye û wiha berdewam kir: “Nemaze di nava şert û mercên zehmet ku herêmê tê de derbas dibe. Di heman demê ji ber hejmara zêde ya koçberên ku ji hemû bajarên Sûriyê li bajarê Hesekê bi cih bûne, barê beşa paqijiyê giran kiriye.”
‘cihêrengiya Hesekê zexteke mezin di warê xizmetguzariyan de çêkiriye’
Idrîs Ibrahîm da zanîn ku bajarê Hesekê wekî mozayîka hevjiyana hevbeş û cihêrengiyê ye û ev yek anî ziman: “Bajarê Hesekê gelên cuda ji herêmê herwiha koçberên ji bajarên Sûriyê yên din dihewîne, lê ev cihêrengî û hejmara zêde ya gel zexteke mezin li ser binesaziya xizmetguzariya kiriye, bi taybet di sektora paqijiyê de. Di heman demê de ji ber rewşa ewlehiyê ya ku bajêr tê re derbas bû û ferzkirina qedexeya çûn û hatinê zehmetiyên mezin li pêşiya tîmên paqijiyê çêkir, herwiha ji ber xirabûna erebeyên paqijiyê û nikarîbûna karkeran bighêjin şaredariyê û destpêkirina xebatên xwe bi awayekî rasterast. Lê hewildan hatin kirin ji bo rakirina çopê ji kolan û taxên bajarê hesekê tevî hemû zehmetiyan.”
Kar û xebat berdewam in
Idrîs Ibrahîm wiha got: “Di danê sibehê û êvarî de û bi awayekî rêxistinkirî gerên me berdewam dike. Di gerên sibehê de hemahengî di navbera çavdêran û karkeran di nava bernameyeke rojane tê kirin, tê de hemû taxên bajarê Hesekê hedefdigrin. Di heman demê de ji bo gihaştina giştî ya hemû deveran Nivîsgeha Rêveber jî dibe alîkar. Beşa paqijiyê gazinên welatiyan pêşwazî dike û bi awayekî bilez hewil dide ku pirsgirêkên wan çareser bike bêyî derengmayîn. Zehmetiyên beşa paqijiyê ne nû ye, lê ji destpêka damezirandina şaredariyê berdewam e, ev yek ji ber qelsbûna hişmendiya civakê bi giringiya paqijiya giştî ye, herwiha nepabendbûna bi demên avêtina çopê, ku ev pirsgirêk bandorê li ser kar û xebatên rojane dike û wêneyên bajêr xirab dike. Di heman demê de ji pirsgirêkên ku li hemberî wan derdikeve, diyardeya xwedîkirina sewalan di nava taxên niştecihbûnê herwiha di kolanên sereke de jî, ev pirsgirêk barekî zêde li ser karkerên paqijiyê dike, lewma pêwsîtî bi biryarên cidî hene ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.”
Idrîs Ibrahîm bal kişand li ser zehmetiyên ku dikşînin û wiha anî ziman: “Ji pirsgirêkên ku li hember me derdikeve, xirabûna erebeyên barkirina çopê ye, ji ber ku pir kevinin, lewma li hember xirabûna zû tên. Herwiha hejmara erebeyan û karkeran pir kêm e, di demeke nêz de ev yel jî wê bê çareserkirin û hejmar bê zêde kirin. Sîstema belavkirina kontereyên çopê di nava bajarê de sîstemeke baş e û bare me sivik dike, lê pir astengiyan ji me re tîne, ji ber ku şênî çopê naxin hunirê konereyan lê diavêjin hawîrdorê ev yek li hember karkeran zehmetiyan derdixîne.”
Idrîs Ibrahîm îşaret kir ku berî demekê şarderî û meclisa bajarê her heftî hemleyên paqijiyê li komînan pêk dianîn bi armanca xurtkirina çanda paqijiyê di nava milet de, herwiha hişmendiya şêniyan di milê paqijiyê de pêşbixin.
Hevgirtina wlatiyan bi karkeran re dikare pirsgirêkê kêm bike
Hevserokê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, Idrîs Ibrahîm di dawî de bang li şêniyên Hesekê kir û ji wan xwest ku hevkariyê bi karkerên paqijiyê re bikin û got: “Baştirkirina rewşa paqijiyê berpirsiyariyeke hevpar di navbera şaredarî û welatiyan de ye û parastina paqijiya bajarê Hesekê berpirsiyariyeke kolektîf e ku hişyarî û hevkariyê ji her kesî tê xwestin. Her çendî em karker û erebeyên paqijiyê zêde bikin, lê dema ku çanda paqijiyê li cem welatiyan tune be wê hewlidanên me bê encamp be.”






