Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parastina zarokan ji karkirinê ne hilbijartineke, berpirsiyariyeke kolektîf e

03/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Parastina zarokan ji karkirinê ne hilbijartineke, berpirsiyariyeke kolektîf e
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Di Roja Cîhanî ya Kedkaran de, bangên cîhanî ji bo parastina mafên karkeran û pêşxistina edaleta civakî ji nû ve têne kirin. Lê belê, mijara karkirin û keda zarokan yek ji mijarên herî girîng e ku em balê bikşînin ser, ji ber binpêkirinên eşkere yên li ser mafên zarokan û gefên ku li ser pêşeroja nifşan çêdike, xwe wekî yek ji mijarên herî lezgîn ferz dike.

Agahiyên Rêxistina Navneteweyî ya Kedê nîşan didin ku bi milyonan zarok li çaraliyê cîhanê hîn jî di bazara kar de ne.  Gelek ji wan di şert û mercên dijwar û xeternak de dixebitin, ji karên çandiniyê yên dijwar û karê kargehê bigire heya îstismara wan di şerên çekdarî de. Ev zarokan ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in, û di serî de mafê wan a perwerdehiyê ku ev yek jî bandora hejariyê didomîne û derfetên wan ji bo avakirina jiyaneke baş sînordar dike.

Belavbûna karkirina zarokan bi çend faktorên hevbeş ve girêdayî ye, di nav wan de ya herî girîng jî xizanî ye ku malbatan neçar dike ku bi dehata zarokên xwe ve girêdayî bin. Ji bilî pevçûn û şerên ku dibin sedema hilweşîna civakan û nebûna aramiyê, pergalên perwerdehiyê yên qels û nebûna derfetên perwerdehiyê yên wekhev jî roleke mezin dilîzin di ber zarokan de ku li şûna dibistanê ber bi kar ve diçin.

Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku jiholêrakirina vê diyardeyê bersivek û xebateke xort hewce dike ku bi pêşvebirina perwerdehiya belaş ku zarok bi mecbûrî dest pê bikin, her wiha bi piştgiriya aborî ya malbatan, û pêkanîna qanûnên ku îstismara zarokan di kar de sûcdar dikin.

Têgeha karkeriya zarokan

Ew karê ku barên giran datîne ser milê zarokan ku ev kar xweşî, tenduristî û jiyana wî tehdîd dike. Ev kar ji bêhêzbûna zarokan û nekarîna parastina mafên xwe, sûdê werdigre. Yanî karê ku keda zarokan wekî alternatîfek erzan ji bo keda mezinan îstismar dike. Ev têgeh hêza zarokan ji bo berjewendiyên mezinan bikar tîne û tu armancên wê di pêşxistina zarokan di aliyê perwerde û jiyanê de nake.

Karkirina zarokan diyardeyeke ne nû ye

Asta karkirina zarokan di seranserê dîrokê de diguhere. Di sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, gelek zarokên ji 5 heta 14 salî ji malbatên xizan li welatên rojavayî û yên ku hatine bindestkirin, dixebitin. Wan bi piranî di çandinî, komkirina malan, kargeh, maden û xizmetguzariyê de dixebitin. Hin ji wan 12 demjimêran di şevê de dixebitîn. Bi zêdebûna dahata malbatan, hebûna dibistanan û derxistina qanûnên keda zarokan re, rêjeya karkirina zarokan kêm bû. Lê belê ev diyarde bi temamî nehat rakirin, tersî wê yekê di welatên cîhanê de rûxmî riveçûna serdemê jî, lê di welatên ku tê dexizaniya zêde welke welatên Efrîqiyayê û cihên şer û pevçûn lê hene, ev diyarde hê zîdetir û xirabtir bû.

Li welatên herî xizan ên cîhanê, ji her çar zarokan yek di karkirina zarokan de dixebite ku hejmara herî mezin (ji sedî 29) li Afrîqaya Başûrê Sahraya Mezin dijîn. Di sala 2017’an de, çar welatên Afrîqî (Malî, Benîn, Çad û Gîniya-Bissau) ji sedî 50’î zêdetir zarokên di navbera 5 û 14 salî de hebûn.

Xizanî û nebûna gihîştina perwerdehiyê sedemên sereke yên karkirina zarokan in. Li gorî Banka Cîhanî, rêjeya karkirina zarokan a cîhanî di navbera salên 1960 û 2003’an de ji sedî 25 daketiye ji sedî 10. Lêbelê, hejmara giştî ya zarokên ku dixebitin hîn jî bilind e, UNICEF û Rêxistina Navneteweyî ya Kedê tesbît kirin ku di sala 2013’an de li çaraliyê cîhanê nêzîkî 168 milyon zarokên di navbera 5 û 17 salî de di karkirina zarokan de beşdar bûne.

Karê zarokan di peyman û pîvanên navneteweyî de

Di sala 1989’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Peymana Mafên Zarokan pejirand ku tê de zarok wekî her mirovekî di bin temenê 18 salî de pênase kir û tekez kir ku pêwîst e hewl bê dayîn ku zarok ji îstismara aborî û ji kirina her karekî ku dibe ku xeternak be an jî destwerdanê li perwerdehiya wî/wê bike an jî zirarê bide pêşkeftina wî/wê ya laşî, derûnî, giyanî, exlaqî an civakî were parastin. Ev yek Dewletên Peymandar mecbûr dike ku tedbîrên qanûnî, îdarî, civakî û perwerdehî bigirin da ku vê parastinê misoger bikin.

Bi taybetî, ew temenê herî kêm ji bo tevlîbûna kar, pergalek guncaw ji bo demjimêr, şert û mercên xebatê destnîşan dike, her wiha cezayên guncaw dide da ku bicîhanîna bi bandor a van xalan misoger bike. Urdunê û piraniya welatên Ereb û gelek welatên cîhanê ev peyman di Gulana 1991’an de, pejirand in.

Di cîhanê de rêjeya vê diyardeyê

Raporên herî dawî yên Rêxistina Navneteweyî ya Kedê û UNICEF’ê nîşan didin ku di sala 2024’an de li seranserê cîhanê nêzîkî 138 milyon zarok dixebitin, ku ev jî nêzîkî ji sedî 8 zarokên cîhanê temsîl dike. Ji nav van.

54 milyon zarok di karên xeternak de dixebitin ku tenduristî û ewlehiya wan dixe xetereyê. Her wiha Ji sala 2000’an vir ve zêdetirî 100 milyon zarok ji karkirina zarokan hatine rizgarkirin ku ev yek nîşana hin pêşketinan e. Lê tevî vê pêşketinê jî, cîhan nekariye heta sala 2025’an bigihîje armanca jiholêrakirina karkirina zarokan.

Belavbûna Cografîk: Rêjeyên karkeriya zarokan li gorî herêmekê diguherin.

Afrîqaya Başûr-Sahrayê: Bi qasî 87 milyon zarok (nêzîkî du ji sêyan ji bûyeran) di asta cîhanî de herî zêde ye.

Asya û Oqyanusa Pasfîk (El Hadî): Di salên dawî de kêmbûna herî mezin dîtiye.

Amerîkaya Latîn: Pêşketin hêdî hêdî heye, lê diyarde berdewam dike.

Sektorên ku zarok tê de dixebitin

Çandinî: ji sedî 61 (herî berbelav)

Xizmet: ji sedî 27 (wek mînak karê li malê û firotina kelûpelan)

Pîşesazî: ji sedî 13 (Pêşxistin, Înşaet)

Xizanî û şer zarokan ber bi bazara kar ve dibin: zarokatiyek ku di bin zexta krîzan de hatiye dizîn.

Yekem: Bandora xizaniyê li ser karkirina zarokan.

Xizanî sedema sereke ya karkeriya zarokan e, ji ber ku malbatên kêmdahat ango xizan neçar dimînin ku zarokên xwe bişînin kar da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî û bingehîn, dabîn bikin. Di vê rewşê de, zarok dibe çavkaniyek dahatê li şûna ku wergirê lênêrîn û perwerdeyê be.

Her wiha xizanî dibe sedema ku zarok ji ber tunebûna pereyên xwendinê ji perwerdeyê bêpar bimînin, û ev yek jî wan di temenê biçûk de dixe bazara kar. Ev kar pir caran dijwar û xeternak in, wek mînak xebata li kargehan, çandiniyê, an li kolanan ku bandorek neyînî li tenduristiya wan a laşî û derûnî dike.

Duyem: Bandora şer û pevçûnên çekdarî

Şer dibin sedema wêrankirina binesaziyê, di nav de dibistan û saziyên perwerdeyê, zarokan ji mafê wan ê perwerdeyê bêpar dihêle û wan neçarî kar dikin. Her wiha şer û pevşûn dibin sedema ku malbat ji cih û warên xwe koçber bibin û çavkaniyên dahatê winda bikin, û ev yek jî dibe sedema ku malbat xwe bi karkirina zarokan ve girêbidin.

Di hin rewşan de, zarok neçar dimînin ku beşdarî çalakiyên xeternak an neqanûnî bibin, wek qaçaxçîtî an jî tevlîkirina bo komên çekdar ku ev yek binpêkirineke eşkere ya mafên zarokan e.

Bi giştî

Karkeriya zarokan yek ji pirsgirêkên mirovî û civakî yên herî giran ên cîhanê ye ku bi milyonan zarokan ji mafên wan ên bingehîn, ya herî girîng jî ji perwerde û jiyaneke ewle bêpar dihêle. Tevî hewldanên navneteweyî ji bo kêmkirina vê diyardeyê, ew li gelek welatan, bi taybetî li herêmên xizan û bi pevçûnan bandor e.

Karkeriya zarokan li çaraliyê cîhanê zêde dibe, ji ber zêdebûna krîzên aborî û pevçûnên çekdarî, bi milyonan zarok neçar dibin ku di temenê ciwaniyê de bikevin nava kar. Pispor dibînin ku xizanî û şer du faktorên herî girîng in ku zarokan ber bi bazara kar ve dibin, li ser hesabê perwerde û pêşeroja wan.

Xizanî û şer ne tenê zarokan neçarî kar dikin, lê di heman demê de wan ji zarokatiya wan û mafên wan ên bingehîn jî distînin. Ji ber vê yekê, çareserkirina vê diyardeyê hewldanên navneteweyî û herêmî hewce dike da ku bi rêya têkoşîna li dijî xizaniyê, pêşxistina aramiyê û garantîkirina mafê zarokan ji bo perwerde û parastinê, sedemên bingehîn ên pirsgirêkê çareser bike.

Di heman demê de, her çiqas cîhan destkeftî û mafên karkeran pîroz dike jî, rastiya bi milyonan zarokên karker hîn jî bîranînek bi êş e ku edaleta civakî hîn jî ji pêkanîna wê dûr e. Parastina zarokan ne hilbijartineke, lê berpirsiyariyek kolektîf e ku têkoşîneke hevpar dixwaze da ku her zarok li dibistanê be, ne li cihê kar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.