Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ziman û ‘Entegrasyona Demokratîk‘

03/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Korîdorên Enerjiyê, Bazariyên Qirêj û Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

E.Pêjder Altan

Ez dixwazim bi gotina Apê Mûsa (Musa Anter) mebesta mijarê vekim, digot; “Ger ku zimanê min bingeha dewleta we dihejîne, nexwe diyar e we bingeha dewleta xwe li ser axa min ava kiriye.“

Ziman nasnameya mirov e; mirov bi rêya ziman heye. Dewlet, di hewldanên xwe yên ji bo afirandina neteweyekê de, polîtîkayên zimanî dimeşînin ku beşek yekgirtî ya pêvajoya avakirina neteweyê ne, bi armanca avakirina zimanekî hevpar. Siyasetên zimanî di serî de bi hişmendî têne bicîhanîn. Ew di du kategoriyan de têne dabeşkirin: asîmîlasyonîst (yekzimanî) û pirjimarî (pirzimanî).

Armanca sereke ya siyasetek yekzimanî ew e ku pêvajoyên li ser asta neteweyî bêyî zimanekî hevpar zehmet e ku werin bidestxistin. Dewlet vê siyasetê di serî de bi rêya perwerdehiyê piştgirî dike û bicîh tîne. Ev siyaset dikare bibe sedema dabeşbûnên di nav civakê de ku di encamê de dibe sedema qirkirina zimanî. Qirkirin bê guman dibe sedema binpêkirina mafan. Ev maf mafên zimanî ne, mafên ku di encama polîtîkayên zimanî de derdikevin holê. Mafên zimanî, mîna mafê jiyan û mîratê, mafên ku bi takekesî ve girêdayî ne; ew nayên veqetandin, nayên veguheztin û nayên sînordarkirin. Mafên zimanî di serî de li dora kêmneteweyan, li ser bingeha karanîna “zimanê dayikê” derketine holê. Binpêkirina van mafan dibe sedema qirkirina zimanî, ku dibe sedema mirina zimanan. Mirina ziman tê wateya ku zimanek êdî nayê axaftin ku ew êdî ji hêla axaftvanên wî ve di nav civakê de nayê bikar anîn. Ger ziman nasnameya kesekî be, wê hingê mirina zimanekî tê wateya mirina wî kesî jî.

Li cihên ku polîtîkayên pirzimanî hene, du mebde ango rêgez têne sepandin: rêgeza kesayetiyê ango ku piştre dibe civak û rêgeza herêmîkirinê. Rêgeza kesanekirinê behsa zimanê ku ji hêla kesekî ve bi awayekî kesane tê bikar anîn dike. Rêgeza herêmîkirinê behsa karanîna zimanê ku li herêma ku kes lê dijî serdest e dike.

Ev demek dirêje li Rojavayê Kurdistanê nîqaşên entegrasyonê tên meşandin û ya herî sereke jî mijara herî hesas zimanê Kurdî wê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê ya Sûriyê an na ye.

Ji destpêka Şoreşa Rojava ya sala 2012‘an ve heya hilweşîna Rejîma Baas a Esed siyaseta zimanî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirzimanî ye. Mebest jê sîstema fermî û perwerdeyê pirzimanî (Kurdî, Erebî, Suryanî) ye. Dema em li welatên ku sîstema pirzimanî lê heye dinêrin jî ya herî hêsan û di nava civakên cur bi cur ên li wê welatî jiyan dikin aramiyê çêdike jî sîstema pirzimanî ye. Lê ji roja nîqaşên entegrebûna bi Şamê re destpêkiriye heya niha, mijara ku Şam xwe têde herî asê dike jî mijara perwerdehî û fermî ya pirzimanî ye. Hikumeta berê ya rejîma Esad jî yekzimanî bû û yê niha jî yekzimanî ye.

Ger bi vê awayî be ango siyaseta yekzimanî were meşandin, ev ne entegrasyona demokratîk e, berovajê wê ev entegrasyon dê veguheze pişaftin an helandinê. Niha em ê di sîstema pirzimanî de hejmara xwendekarên wek nimûne zanîngehên Kurdî bikin.

Ger ziman ne fermî be, bi demê re dê prestîja zimanêkêm bibe û ber bi tunebûnê ve biçe. Ji bo em karibin bêjin entegerebûna demokratîk divê siyaseta pirzimanî be da ku mafê her zimanê ku li heremê tên axaftin bê parastin. Bi vê awayî her zarokê ku di nava sînorên Sûriyê de dijîn dê karibe bigihije mafê perwerdehiya zimanê dayika xwe.

Ger em li hejmara xwendekarên Zanîngehên Rojava bikin wiha ye;

Di Zanîngeha Rojavayê  de: heya niha 1.500 derçûn, 3.500 xwendekar berdewam dikin.

Di Zanîngeha Kobanê de: 613 xwendekar derçûne,bi giştî 3.970 xwendekar berdewam dikin.

570 xwendekarên zanîngeha Şerqê ji ber dagirkirinê niha li Zanîngeha Kobanê û Rojavayê (Qamişlo) de dixwînin.

Ev hejmar tenê di asta zanîngehê de ye, bi deh hezaran xwendekarên seretayî bigire heya amedehiyê û bi hezaran mamosteyan jî hêj me qala wan jî nekiriye.

Gelo entegrasyona demokratîk pêk neyê pêşeroja van xwendekaran dê çi bibe, cihê pirsnîşanê ye.

Ji bo ku zimanê Kurdî mafê xwe yê destûrî bidest bixe, hebûna civaka kurd biparêze , pêşeroja xwendekarên Kurd mîsoger bike, divê ev mijar di serî de Rojava û tevahiya Kurdistanê bi boneya 15 Gulanê Roja Zimanê Kurdî bibe qada têkoşînê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.