Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di serdemeke wiha tevlîhev a ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, gelê Kurd beşeke sereke ye ku dikeve bin bandora geşedanên siyasî. Stratejiya Kurdan ji bo xelasiya ji komkujiyan yekrêziya Kurdî, herwiha lidarxistina konferansên Kurdî ye. Ev yek jî li Rojava, Bakur û Rojhilat tekez kir, lê Başûrê Kurdistanê li benda çi ye?
Hewlên yekrêziyê di serdemên kevnar de yên ku bêencam man
Kongreyên Kurdî li derveyî welat di sedsala 20’an de: li Ewropayê û Sovyetê de gelek kongre hatin lidarxistin. Rêxistinên wek Xoybûn (1927) hewl dan ku kurdan bikin yek. Ev kongre zêdetir li ser azadiyê û nasnameyê bûn. Hewlên yekrêziya partiyên kurdî (1990–2000)
Li Başûrê Kurdistanê, civînên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hatin kirin. dawî li şerê navxweyî û avakirina rêveberiya hevpar. rêveberiya dual (Herêma Kurdistanê).
Avabûna KNK’ê: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)di salên 1999’an de hate damezrandin. Armanc ji damezrandina wê yekrêziya Kurdî li ser asta navneteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê bû. Ji avabûna xwe ve ji bo pêkanîana yekrêziya Kurdî bûye destê spî û destwerdanên xwe kirine da ku kongreyeke netewî giştiyane li dar bikeve, hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek civîn û kongre li Ewropayê jî li dar xistine.
Di destpêka kirîza Sûriyê de bi taybet 14’ê Gulana 2011’an de yekem lihevkirin di navbera partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de hat çêkirin, di encama wê de belgenameyeke bi navê Insyatîfa Partiyên Tevgera Niştîmanî ya Kurdî de hat derxistin.
Civînên Hewlêr (2012–2013): Di salên 2012 heya 2013’an de li Hewlêr civînên girîng hatin lidarxistin, di navbera partiyên Rojava wek PYD û ENKS’ê de bû. Di encamê de jî damezrandina Desteya Bilind a Kurdî (HPC) pêkhat. Lê di pratikê de nehat sepandin ji ber kêşeyên desthilatê.
Konferansa Duhok ya 2014’an: Di navbera hêzên Kurdî yên Rojava, wekî TEV-DEM û ENKS’ê de û beşdariya aliyên serbixwe hat lidarxistin. Armanc jê bû ku yekrêziya siyasî û rêveberiya hevpar were bi cihkirin. Di encamê de peymanek hat îmzekirin, lê bi tevahî nehat sepandin.
Konferansa Yekrêziya Kurdî li Rojava
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo di 26’ê Nîsana 2025’an de bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê hat lidarxisin. Avakirina Şandeya Kurdî armanc jê bû ku kesayet û nûnerên partiyên siyasî bi hev re kom bibin û bi yekdengî li ser bingeha belgenameya Konferansa Kurdî biçin Şamê û doza mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin. Navên endamên Şandeya Kurdî ya ku dê bi Hikumeta Sûriyê re li ser mafên Kurdan dan û standinan bike di 5’ê Hizêrana 2025’an de hatin eşkerekirin. Perwîn Yûsif û Mihemed Îsmaîl wekî hevserokên şandeyê hatin destnîşankirin. Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif jî wekî endamên şandeyê hatin diyarkirin. Konferansa ku beriya salekê hat lidarxistin di dîroka gelê Kurd de destkeftiyeke pir mezin bû, ji ber ku yekem car partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi piştgirya partiyên Kurdistanî, li hev kom dibin, li ser nêrînekê, armancekê û helwestekê doza Kurdî nîqaş dikin û li hev dikin. Piştî van geşedan û êrişên ku Rojava tê re derbas bû, herwiha entegirasyona ku tê meşandin, divê laşekî siyasî û lêvegereke Kurdî ya siyasî çêbibe. Lêveger û laşê siyasî ji hemû partiyan bi tevkariya hemû rêxistên civaka sivîl, saziyên rewşenbîrî û kesayetên xwedî bandor çêbibe. Şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26 Nîsan 2025) hatibû avakirin di 29’ê Nîsanê civiya. Şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku duh civiyabû, biryar girt ku civînê xwe berdewam bike û bernameya xwe ya pêşerojê zelal bike. Piştî salvegera konferansê li ser daxwaza fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ev civîn li dar ket armanc jê ew bû ku riyên di navbera şanda Kurdî û hikumeta demkî de vebin. Ji ber ku armanca sereke ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî, dengê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji bo mafê wan bighêje Şamê û yekrêzî bibe doza hemû aliyan. Bi dirêjahiya salekê xebata şandeyê û komîteya amadekar a konferansê sînordar ma, civînên bi bandor çênebûn, bertekên hevpar di navbera hemû partiyan de çênebûn, lê pêwîst e ji bo qonaxa siberojê de xebata şandeyê û hemû partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji xebata berê bi hêztir û bandortir bibe, da ku mafê gelê Kurd were parastin û Kurd rastî komkujiyan neyên.
Yekbûna partiyên Kurdî li Rojhilat
Di 22’ê Sibata îsal de 5 aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê hevpeymaniyek nû ava kirin. Hate ragihandin ku ev hevpeyman ji bo bidestxistina mafê çarenûsî û avakirina siyaseta demokratîk ya ji bo pêşerojê hate îmzekirin. Ev yekbûn a 5 aliyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ‘Hevpeymanaiya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ hat ragihandin. Ev alî piştî nîqaş û civînên gelek carî gihiştin lihevkirinê. Di wê demê de rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelekî hestyar bû, Amerîka û Israîlê amadekariyên êrişên xwe li ser Îranê dikirin, lewma piştî 6 rojan ji ragihandina Eniya Yegritî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êriş dest pê bûn. Her sê aliyên şer dixwestin ku vê eniya hevgirtî ya Kurdî bikişînin şer û kirîzê, lê bertek û helwesta partiyan rê li ber kûrkirina kirîza şer a ku wê temen xwîna gelê Kurd ba, girt. Di rewşeke wiha xeternak de yekîtî û hevgirtina partiyan û piştgiriya gelê Kurd jê re tekez kir ku dawî li planên komploya hêzên hegemon anî. Lê eger em bêjin ev yekîtî bes e û têrker e, em ê xwe şaş bikin, ji ber ku hîna hin aliyên ku derveyî vê eniya hevgirtî mane, hene. Lewma pêwîstiya Rojhilatê Kurdistanê bi konferansekî giştiyane heye ku hemû aliyên Kurdî bi piştgiriya hêzên Kurdistanî û tevahiya gelê Kurd tê de amade bin. Dem û derfet heye, şiyana partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vê gavê heye, gava ku wê her çar parçeyên Kurdistanê ber bi kongreya neteweyî ve bibe.
Konferansa Bakurê Kurdistanê
Di 26’ê Nîsana 2026’an de Konferansa Kurdên Bakur Yekîtiya xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin de hat lidarxistin. Konferansa ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bakurê kurdistanê bi diruşmeya “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” berdewam de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek delege beşdarî konferansê bûn.Piştî lidarxistina konferansê encamnameya konferansê hat derxistin û tê de hat gotin, “Yekitiya neteweyî ya Kurd ne ku îro, her tim di rojeva kesayet û rêberên Kurdan de cih girtiye. Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekitiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû sedema ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê ‘Protokola 1993’yan’ tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekitî li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa, hewldanên birêz Ocalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000’an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013’an de birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe, birêz Mesûd Barzanî bi destnîşana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd gelekî nêzîkî yekitiya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekitiya neteweyî nekarî ava bibe. Me jî wek Kurdên Bakur ev konferansa xwe bi beşdariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, akademîsyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê, di salvegera ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî’ ya partiyên Kurdên Sûriyeyê de, ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamîşliyê hatibû lidarxistin, pêk anî. Biryarên ku di wê konferansê de hatine dayin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partiyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal.” Lidarxistina vê konferansê di hemdemiya meşandina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke dîrokî ye ji bo gelê Kurd li Bakur û tevahiya Kurdistanê, ev yek jî dibe gaveke mezin ji bo lidarxistina kongreya niştîmanî ya Kurdî ya ku xewna hemû gelê Kurd e ji bo parastina hebûn û mafê Kurdan. Lê divê hewldan li vê radeyê ranewestin, divê hemû alî, partî, rêxistin û dezgehên Kurdî yên Bakurê Kurdistaên xalên ku di konferansê de nîqaş kirine, di warê piratîkê de bixebitin, hem li hundirê Bakur û Tirkiyê, hem jî li ser asta Kurdistanê tevî da ku kongreyeke neteweyî li dar bikeve.
Başûr li benda çi ye?
Li Başûrê Kurdistanê tevî ku fermiyeta xwe li ser asta Îraqê digire, derfeta wê ji bo pêkanîan yekrêzî û konferansên resmî, çêkirina belgenameya mafê Kurd li ser asta Kurdistanê heye û ji serdemên kevinar de Başûr hêza insyatîfa yekrêziyê hebû, lê wê di van 10 salên dawîn de nikarîbûn konferansekî li dar bixe. Partiyên wekî PDK, YNK û yên din ji ber nakokiyên di navbera xwe de lihevkirineke giştî ava bikin û ruhê yekîtiya Kurdî bidin pêş. Di serdema heyî de, pişî şerê Îran, DYA û Israîlê hedefgirtina Başûrê Kurdistanê bi rengekî tund hat kirin, piştî Îranê Başûr herêma ku herî zerer dît ji êrişên şer. Armanc ji van êrişan jî ew bû ku Başûrê Kurdistanê bikişînin qada şer û sîstema Başûr hilweşînin. Piştî hilbijartinên Îraqê, mijara Kerkûkê radeya nefretê di nabera YNK û PDK’ê de zêdetir bû, ji ber gavên şaş ên her du aliyan gelek nakokiyên mezin di kolana Kurdî li Başû de hatin afrandin, lê divê hemû partiyên Başûr bizanibin, plana dijiminên hegemon li ser Başûr heye, xelasiya ji van plan û komployan yekîtiya Kurdî ye, lidarxistina konferanseke netewî ya partiyên Baûşr e. Ev gav jî ew ê bibe zincîrek û konferansên Rojava û Bakur, herwiha yekîtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigihîne hev da ku kongreyekî netewî li dar bikeve. Di nava van geşedanên siyasî yên Rojhilata Navîn de, yekîtî û lidarxistina konferans û kongreyên neteweyî rêyên çareseriyê ne, herwiha stratejiya bihêz a gelê Kurd e.






