Ronahî Sadûn/Qamişlo
Peymana 29’ê Çileyê xwedî girîngiyeke bêhempa ye, ji ber ku wê deriyên sînor ji xalên pevçûnê veguherandin pirên aborî. Bi taybet deriyên ku piştî salên 2011’an ve hatibûn girtin an jî çûn û hatina wan asteng bibûn, ji nû ve ketin meriyetê, mîna Deriyê Welîd û Til Koçer, lê ji bo vekirina deriyê sînorî yê Nisêbînê hîn dîrokeke fermî nehatiye piştrastkirin, ew jî bende biryarên siyasî ye.
Hejmara deriyên sînorî yên Sûriyê bi welatên cîran re, dighêje 23 deriyan. Hin ji van deriyan dixebitin ji bo bazirganî, alîkarî û hwd… Hin deriyên din jî, ji ber sedemên cûrbecûr ji destpêka aloziya Sûriyê ve û ji ber hin rewşên din, hatine girtin û ne çalak in. Lê peymana 29’ê Çileya 2026’an a ku di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de hate îmzekirin, wekî xaleke girîng û mezin di rewşa Sûriyê de tê hesibandin, ji ber ku rê li ber vekirina deriyên navneteweyî û guhertinên din vekir.
Deriyê sînorî yê Nisêbînê
Deriyê sînor ê Nisêbînê, deriyekî sînor e ku bajarê Nisêbînê yê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) bi bajarê Qamişlo yê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ve, girê dide.
Avakirina deriyê sînor
Deriyê Nisêbînê yek ji kevintirîn û girîngtirîn deriyên sînor ên Sûriyê-Tirkiyê tê hesibandin. Hebûna wê wekî deriyekî fermî vedigere beriya gelek salan. Lê agahiyên derbarê dîroka damezrandina deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo nakok in. Derî deriyekî bazirganiyê yê sereke ye ku gelek caran hatiye girtin, bi taybetî di sala 2016’an de. Ev derî wekî derbasgeheke fermî ya bazirganî û peyayan a bejahî tê hesibandin.
Deriyê Nisêbînê xwedî girîngiyên stratejîk e
Deriyê Nisêbînê xwedî du girîngiyên stratejîk e, ji ber ku ew wekî “xeleka jiyanê” ya aborî û danûstandinên siyasî an xalek têgihîştinê di navbera aliyên çalak ên herêmê de tê hesibandin.
Yekem: Girîngiya aborî
Deriyê bazirganiya herêmî: Ew tekane deriyê bazirganiya bejayî yê fermî ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyê ve girêdide, vekirina wê dibe sedema vejandina bazirganiyê û dabînkirina kelûpelên bingehîn bi bihayên kêmtir, ji ber ku lêçûnên barkirinê kêmtir in.
Vejandina sektora çandinî û pîşesaziyê: Bajarê Qamişlo di hilberîna çandiniyê de (genim, pembû, rûn) li Sûriyê di rêza yekem de ye, lewra aktîvkirina vî deriyê sînor hinardekirina van berheman û hawirdekirina madeyên xav ji bo pîşesaziyên herêmî hêsan bike.
Girêdana navneteweyî (tranzît): Hewldan hene ku ev dergeh wekî beşek ji rêyeke bazirganî ya berfirehtir ku Urdunê bi Tirkiyê re bi rêya Sûriyê ve girêdide, were bikaranîn û rola Sûriyê wekî navendeke transîtê (Ibûr) ya herêmî were sererastkirin.
Zindîkirina aboriya herêmî: Ew ji bo niştecihên herêmên sînor (Nîsêbîn û Qamişlo) yên ku di dîrokê de bi bazirganiya sînor ve girêdayî ne, derfetên kar peyda dike.
Duyem: Girîngiya siyasî
Pirsgirêka deriyê sînor rasterast bi lihevkirinên di navbera Enqere û Şamê de ve girêdayî ye; vekirina wê wekî gaveke pratîkî ber bi “normalîzekirina” têkiliyan û hevkariya ewlehî û siyasî tê hesibandin. Herwiha Tirkiyê carinan ji bo vekirina deriyên sînor, pêkanîna hin peymanan (wek peymanên 10’ê Adarê an 29’ê Çileyê) şert dike, ji ber li gorî wê dibê aliyên ku ew wekî gef li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne, ji sînor dûr bikevin. Lê tu gefên ku ew behsa wê dike li ser hebûna wê tune ye, berovajî wê ew bi salan bibû gef li ser Rêveberiya Xweser û QSD’ê.
Deriyê sînor ê Nisêbînê gelek caran hatiye girtin û nîqaşa li ser dema vekirina wê hîn jî berdewam dike
Girtina sereke: Deriyê sînor di sala 2016’an de ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve bi tevahî û bi awayekî mayînde ji bo trafîka sivîl û bazirganiyê hate girtin, sedema wê ji ber pêşketinên ewlehî û siyasî yên li herêmê bû. Beriya vê yekê jî, di sala 2012’an de bi zêdebûna bûyerên li Sûriyê re, gelek girtinên dubare dest pê kirin.
Kengî dê were vekirin?
Ji bo vekirina deriyê Nisêbînê hîn dîrokeke fermî nehatiye piştrastkirin û rewş wiha ye: Raportên dawî yên di 19’ê Nîsana 2026’an de îdia dikirin ku di demeke nêz de ev derî wê were vekirin. Vekirina wê jî wekî beşek ji lihevkirinên ku di peymana 29’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de hatine îmzekirin, vebe. Girêdayî vê yekê Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê ya Sûriyê van raportan bi awayekî kategorîk red kir û tekez kir ku hîn daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, hem jî biryara vekirina dergehê lihevkirinek tevahî ya Sûrî-Tirkiyê û amadebûna teknîkî û îdarî hewce dike ku hîn nehatiye bidestxistin. Lewra vekirina wê, girêdayî rêkeftinên siyasî yên dawîn in.
Deriyê sînor ê Til Koçer
Deriyê sînor ê Til Koçer (Yarubiye) wiha tê gotin ku ew di sala 1935’an de hatiye damezrandin, di heman demê de bi avakirina îstasyona trênê û pêşxistina tora rêhesinê ya ku di wê serdemê de Sûriyê bi Iraqê ve girêdide.
Dergeh kengî hate girtin?
Dergeh di sala 2013’an de ji ber kontrolkirina herêmê ji aliyê komên çete yên cûrbecûr û xirabûna rewşa ewlehiyê li her du aliyên sînor (Sûriyê û Iraq) hêdî hêdî ji xizmetê derket. Di heman demê de di destpêka sala 2020’an de, piştî vetoyê li Konseya Ewlekariyê, dergeh bi fermî ji bo alîkariya mirovî ya NY hate girtin, herwiha ketina karwanên alîkariyê yên NY rawestand û xebata wê bi çalakiyên pir sînorkirî sînordar kir.
Pêşketinên dawî yên têkildarî vekirina derî de wiha ye:
Derî di 20’ê Nîsana 2026’an de bi fermî ji bo trafîka bazirganî û rêwiyan hate vekirin. Ev vebûn piştî girtina nêzîkî 13 salan ji ber rewşa ewlehiyê ya li herêmê ya ji sala 2013’an vir ve, pêk hat. Deriyê Til Koçer damarek aborî ya girîng e. Vekirina derî di bin çavdêriya hikumeta demkî ya Sûriyê û bi hevrêziya aliyê Iraqê de, di çarçoveya bicîhanîna têgihîştinên “Peymana 29’ê Çile’ ya derbarê rêveberiya deverên sînor de, pêk hat. Peymana 29’ê Çileyê di navbera hikumeta demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser (QSD) de, di bin sponsorî û garantiyên navneteweyî de ji bo misogerkirina aramiya herêmê û pêşîgirtina li pevçûnên leşkerî, hate îmzekirin.
Armancên siyasî û ewlehiyê
Yekbûna Saziyan: Yekbûna gav bi gav a saziyên xizmetguzarî û rêveberiyê li Rojavayê Kurdistanê bi saziyên dewleta Sûriyê re.
Şikandina tecrîda aborî: Armanca sereke şikandina dorpêça aborî ya li ser Sûriyê û vekirina rêyên transîtê yên ku Kendav û Iraqê bi Tirkiyê û Ewropayê ve bi rêya axa Sûriyê ve girêdidin, bû.
Deriyê Sînorî yê Welîd
Deriyê sînorî yê Welîd (an jî wekî tê naskirin Sêmalka/Pîşxabûr di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de) xaleke stratejîk a pir giring e. Divê em bala xwe bidinê ku du deriyên bi navê “Welîd” hene, lê yê ku herî zêde di Rojevê de ye û bi Qamişlo û Hesekê ve girêdayî ye ev e:
Girîngiya aborî:
Ev derî riya sereke ya bazirganiyê ye di navbera Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê de. Piranîya xurek, derman û kelûpelên avahîsaziyê ji vî derî re derbasî Rojavaya Kurdistanê dibin. Piraniya alîkariyên navneteweyî û lojîstîkî yên ji bo kampên koçberan li Hesekê û herêmên din, di vî derî re derbas dibin.
Girîngiya siyasî:
Pêwendiya Kurdî-Kurdî: Ev derî wekî pira pêwendiyê di navbera her du parçeyên Kurdistanê de tê dîtin. Rewşa vî derî piranî bi têkiliyên siyasî yên di navbera aliyên Kurdî ve girêdayî ye.
Karta Zextê: Gelek caran dema ku nakokiyên siyasî derdikevin, ev derî tê girtin an jî mercên derbasbûnê tên guhertin ku ev yek bandoreke rasterast li ser jiyana xelkê dike.
Dîroka girtin û vekirinê:
Ev dergeh beriya gelek salan hatiye avakirin avakirin. Ji wê demê ve bi dehan caran ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê hatiye girtin û vekirin. Herwiha di çarçoveya peymana 29’ê Çileya sala 2026’an de, biryar hat girtin ku ev derî jî bi awayekî fermîtir were birêvebirin, da ku bazirganî geş bibe û astengiyên li ser xelkê werin rakirin. Di heman demê de gava em behsa Deriyê Welîd dikin, em behsa dergehekî sînorî yê biçûk lê pir stratejîk dikin ku dikeve nêzîkî gundê Welîd (li başûrê Sêmalka/Pîşxabûrê).
Cih û taybetmendî
Ev derî herêma Dêrikê li Rojavaya Kurdistanê bi herêma Zumar-Rîbiye li Başûrê Kurdistanê ve, girê dide. Gelek kes vî derî û Sêmalkayê tevlîhev dikin. Lê deriyê Sêmalka bêtir ji bo mirovan (meselê siyasî û nexweşan) tê bikaranîn, Deriyê Welîd jî bi taybetî ji bo bazirganiyê û derbasbûna TIR û kamyonan e.
Girîngiya aborî ya taybet
Derbasbûna mazot û petrolê: Ev derî riya sereke ye ji bo derbasbûna tankerên petrolê û mazotê di navbera her du aliyan de.
Kertê avahîsaziyê: Piraniya materyalên avahîsaziyê (çîmento, hesin) yên ku ji bo avakirina herêmê lazim in, di vî derî re derbas dibin.
Sivikkirina barê Sêmalkayê: Ji bo ku qerebalix li ser pira Sêmalkayê çênebe, bazirganiya giran li ser vî derî hat dabeşkirin.
Encam
Lihevkirina di navbera hikumeta demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser de rê li ber vekirina deriyên sînorî vekir. Lê herêm tevahî niha di qonaxeke nû de ye. Deriyên Welîd û Til Koçer vekirî ne û aboriya herêmê hinekî nefesê distîne, lê çavê xelkê li vekirina Deriyê Nesîbînê ye ku hîn li benda biryara siyasî ye.






