Idrîs Henan
Mirov bi rêya ziman, çand, huner û wêje dîroka xwe dinasîne û hestên xwe yên neteweyî geş dike ku dikare ji bona wergirtina nasnameya xwe, fedekariyên bê hempa pêşkêş bike.
Ji ber vê têgihaştinê, eger em di wergirtina nasnameya xwe ya neteweyî de bi rijd bin, dîrok û hestên niştîmanî xurt û zindî bin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin ku yek ji taybetmendiya karakterê gelan ê neteweyî ye. Loma jî; gava miletek vê beşa karakterê xwe wenda bike, wê çaxê ew jî tê pişaftin û bi demê re tune dibe.
Eger tu ne Tirk, Ereb û Pers bî, wê çaxê pêwîste tu bibî Kurdekî bi zimanê xwe fêr dibe û xwedî li esaleta xwe derdikeve. Tu wisa nekî û cenga hebûnê negerînî, wê çaxê tu ji dijatî û dijminahiya dagirkerekî jî xirabtir û ziyantir dibî. Bê esalet, bê kok û bê wijdan dibî. Zimanê dayîkê ne tenê navgîneke pevguhandinê ye, lê belê bîra gelan, nasnameya çandî û eynika koma nirxan û nihêrandina ji dunyayê re ye.
Di heyamekî wisa kaos de, parastina ziman, hewceyek hevsengî û hevrêziyê ye. Zimanê gelekî nikare di mijara dozên hebûn û tunebûnê de bê alî be, lê belê weke sîstemên sembolîk şêwazê fikirîn û qalibên hişmedî diafirîne. Li ser vê bingeha danesînê jî; têkçûna zimanekî tê wateya têkçûna tevayî koma zanyarî û çandî ya wî gelî. Têkçûnên zimanî di dîrokê de, girêdayî projeyên hegemoniyên siyasî û çandî ne. Hêzên mêtinger bi hemû şiyana xwe hewl dane zimanê xwe serwer bikin ku amûrekî ferizkirina serweriyê û ji nû ve avakirina hişmediyê ye. Lew re; divê çi gelên rûbirûyî êrişên qirkirin û pişaftinê bin, zimanê xwe weke bijarde nehesibînin û di fêrbûna bi zimanê dayîkê de bi israr bin ku çalekiyek berxwedanê û vegerandina nasnameya çandî ye.
Mirovê ku zimanê xwe înkar bike, aqilê xwe yê hest ji dest dide. Ev jî tê wê wateyê ku tenê aliyê analîtîk jiyan dike, lê di heman demê de, bê hest, wîjdan û sinc e. Zimanê duyem çi dibe bila bibe, bingeh xwe dispêre zanyariyên zimanê dayîkê.
Ji bo parastina zimanê zikmakî, hewceya me weke gel bi siyasetên perwerdehî û çandî yên zelal heye ku di nava malbatê de dest pê bikin û bigihîjin saziyên akademîk. Fêrkirina zarokan ji temenê biçûk ve, şiyanên wan ên têgihaştinê zêde dike û girêdana wan bi nasnameya neteweyî re xurt dike. Ji ber vê jî, entegrekirina zimanê dayîkê di warên zanistî û çapemeniyê de, bi pêş dixe û hêza xweragirtina ziman mezintir dike.
Di encamê de, zimanê dayîkê ne li dijî globalîzasyonê ye, lê belê heger rêz jê re were girtin, dikare bibe hevkarekî çalak û bi bandor. Civakên têkoşîna wan a parastina zimanê dayîkê serkeftî be, bi pozisyoneke herî baş dikarin deriyên xwe ji zimanên dîtir re vekin. Her wiha dikarin hevsengiyê di navbera kevneşopî û modernîteyê, nasnameya neteweyî û ya mirovî de ava bikin.
Divê bi vê zanebûnê em zimanê xwe biparêzin ku têkoşîn û berxwedana xwedîderketina li zimanê dayîkê ne lûksekî gelan e, lê belê hewceya tekûzkirina hebûnê û wergirtina nasnameya niştîmanî ye. Di wextekî wisa de ku dixwazin zimanê gelê Kurd qir bikin û bê nasname bihêlin, divê hemû gelê me xwe peywirdar bibîne ku dozeke hebûn û nebûnê ye û ne karê firoşkarên gerok ên li piyaseya mêtinger û neyaran bazara firotina nasnameya neteweyî dikin.






