Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e eşîr nekevin tora lîstokên sîsteman’

03/05/2026
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e eşîr nekevin tora lîstokên sîsteman’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Fitneya di navbera eşîran de, nemaze di navbera Kurd û Ereban de wekî hewldanek ji bo têkbirina ewlehî, aramiya herêmê û yekîtiya pêkhateyan Kurd, Ereb û hwd… ne. Girêdayî mijarê ji eşîra Omeriyan a Kurdan Ibrahîm Gulo û ji Qebîla Taî ya Erebî, serokê Meclisa Qebîla Taî Şêx Hesen El-Ferhan El-Taî diyar kirin ku fitne ne ji exlaqê eşîra ne, divê eşîr nekevin tora lîstokên sîsteman.

Eşîr di nav civakan de hêzek bingehîn pêk tînin

Eşîr di nav civakan de hêzek bingehîn pêk tînin. Hemû eşîr hatine damezrandin, da ku bibin girêdanek xurt li ser bingeha hevkariyê, hezkirin û hevgirtinê di navbera hemû endamên xwe û bi civakê re. Lê belê ev taybetmendiyên erênî yên ku di avakirina eşîran de hene, divê hem di nav eşîrê de û hem jî li derveyî wê hebin. Di heman demê de erka bingehîn ku ji eşîr û qebîleyan tê xwestin ew e ku nakokiyan çareser bikin û bibin sedema sereke ya hevgirtina civakê, hem jî bibin pireke xurt li dijî hemû xetereyên navxweyî û derveyî. Ji ber ku dewlet di desthilatdariya xwe de her tim li ser qelskirina eşîran an jî bi çandina nakokiyan di navbera wan de, bi armanca jiholêrakirina prensîb û adetên ku ev eşîr li ser wan hatine damezrandin, dixebite. Bi taybet li Sûriyê ji ber ku gelek eşîre û qebîle hene, siyaseta dewletê ya fitnê bi salan li ser wan dewam dike.

Zêdeyî 50’î salan tundûtûjiya leşkerî, siyasî, mezhebî li Sûriyê dewam e

Zêdetirî 50’î salan di bin desthilatdariya rejîma Baasê ya berê de, herêm bi nifûsa xwe ya cihêreng şahidiya polîtîkayek sîstematîk a tundûtûjiyê çi leşkerî be çi siyasî û hîn bêtir tundûtûjiya mezhebî û afirandina pevçûnan di navbera gelan de, kir. Ev teşwîqkirin berhema desthilatdariya serdest e ku ji bo çandina nefretê di navbera Ereb, Kurd û gelên din de, pêk danî û tîne. Ne tenê destê rejîma Sûriyê ya berê û hikumeta niha di belavkirina xîtaba nefretê û pêkanîna fitnê de heye, lê ji destpêkê ve dewleta Tirk di belavkirin û bicihkirina vê siyasetê di nav civaka Sûriyê de, xwedî roleke sereke ye

Gelo guhertina siberoja Sûriyê tenê hêvî ye, yan wê bibe rastiyeke? 

Li Sûriyê Kurd, Ereb, Suryanî, Xiristiyan, Êzidî, Ermenî û hwd… wekî cîran dijîn. Ew bi salan kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi hev re parve dikin. Lê mixabin bi derketina polîtîkayên dewletê re, ev nakokî û nijadperestî çêbûne. Her gavek ber bi çareserkirina kirîzê û pêkanîna her projeyek demokratîk li herêmê, di serî de ji hêla hewldanên dewleta Tirk û welatên ku di vê kirîz û pevçûnê de ne, tê astengkirin. Armanca sereke ji vê yekê pêkanîna şerê li dijî Kurdan û projeya wan a demokratîk e ku hemû destkeftiyên hatine bi dest xistin, ji holê bên rakin. Bi hilweşîna rejîma berê re, hemû gelê Sûriyê hêvî dikir ku di siberoja Sûriyê de guhertinên bingehîn çêbibin. Lê yên ku hatin ser desthilatê tiştek neguherandin, berevajî vê wan kirîz di bin navê ol û tiştên ku ew rewa didîtin de, girantî kirine.

Derbarê hewldanên fitneyê yên di navbera eşîreyên herêmê bi taybet eşîrên Kurd û Ereb de, ji eşîra Omeriyan a Kurdan Ibrahîm Gulo û ji Qebîla Taî ya Erebî, serokê Meclisa Qebîla Taî Şêx Hesen El-Ferhan El-Taî ji Rojnameya me re axivîn.

‘Karê eşîran ne siyaset e, lê çareserkirina pirsgirêkan e’

Ibrahîm Gulo diyar kir ku nabe eşîr destwerdanê bi siyasetê bikin û wiha got: “Di qanûnên eşîran de, eşîr destwerdanê di siyasetê de nakin. Ji ber ku karê wan bi siyasetê re tune ye, lê karê wan bi parastina exlaq, wijdan, tevgera eşîrtî, danûstendinên eşîrtî, alîkarî, hevdûlêbûrandin û çareserkirina pirsgirêkên civakê, heye. Ji ber ku ew cîran û sînordaşên hev in, herwiha di bajar û welatekî de rêz û hurmetê ji hev re digirin. Lê bandora kevneşopiyên kevin li ser eşîrtiyê hin jî maye, ji ber ku ew beşek ji çanda gelan û netewan e. Weke tê gotin: “Her netewek li ser koka xwe şîn dibe.” Mînak, niha bexçeyek; dema ku tenê darek tê de be, nabe bexçe. Lê çiqasî darên cur bi cur tê de hebin, reng û bedewiya wê zêdetir dibe. Lê dema ku fitne di navbera eşîran de çêdibe, sitûna dewletan jî diheje; ji ber ku avakirina van dewletan ji van eşîran pêk hatiye. Dema ku dewlet dagirker be, çand û exlaqê eşîrtiyê namîne û dewlet dibe desthilatdarî. Dema ku dewlet jî dibe desthilatdar, ew dewlet êdî eşîrtiyê û kevneşopiyên wê qebûl nake. Ew dixwaze wê çandê ji holê rake, da ku wekî xwe her tiştî ji xwe re rewa bike û çi bike kes dengê xwe li hemberî wê neke. Hilbijartinên demokratîk wê demê ji holê tên rakirin. Dema hilbijartin hebin, her navçeyek nûnerên xwe hildibijêre û wan ji bo welatekî demokratîk derdixe. Lê dema ev yek tune be, demokratîk jî ji holê radibe. Lê dema demokratîk bûn hebe, parlamanek li gorî rengên pêkhateyên heyî yên civakê ku me behsa wê kir, tê avakirin. Lê dema fitne di navbera eşîran de çêbibe, eşîr xwe bi xwe nema hev qebûl dikin. Ev jî siyaseta dewletan e. Li vir jî nerîna azad namîne û berjewendiya civakê jî di vê yekê de tune ye.”

‘Rejîma Eseed eşîrên herêmê li hemberî hev sor dikirin’

Ibrahîm Gulo diyar kir ku rejîma Eseed roleke mezin di pêkanîna fitneyê di navbera eşîrên herêmê de lîst û şopên vê yekê bi salên dirêj jî nayên rakirin û wiha anî ziman: “Di dema rejîma Baasê de jî pêkanîna fitneyê di navbera eşîran de hebû, lewra herêm bi giştî xirab bû û piraniya wê hate dagirkirin. Eşîr li hemberî hev sor dikirin. Tevî ku niha malbata Eseed ji Sûriyê çûne jî, lê dibe ku zêdetirî 25 salên din jî Sûrî baş nebe, ji ber ku ew qirêjiya wan li Sûriyê çandiye, zû bi zû ranabe. Her tim pêşbirk di navbera gelên herêmê de çêdikirin, da ku gelekî ji holê rakin. Wekî kembera Erebî derxistin. Desthilatdarî wisa ye, aliyên eşîrtî tune ne. Lê ev çand ne ya eşîrtiyan e; eşîr bi hezarê salan bi hev re jiyane û pêşbirka li ser sînorê hev nekirine. Xwedan eşîre û qebîle çêkirine û gotiye ku “Hev û rengê hev nas bikin û danûstendinê bi hev re bikin. Dema ku hev nas bikin, kes zirarê nagihîne yê din. Ji çand, ol û hwd… a hev re rêzgirtinê digirin. Ev zagonên eşîran in. Rejîma Baasê can di tiştekî de nehiştibû, her tişt bindest kiribû. Lewra di 50-60 salan de ev milet jê ne razî bû.”

‘Bi salên dirêj eşîr û qebîle bi hev re jiyan dikin’

Ibrahîm bang li hemû Sûriyan kir ku ew xwedî li Sûriyê derkevin û li dijî zilmê derkevin û wiha domand: “Ez bang li hemû eşîr û pêkhateyên li herêmê, heta hikumeta demkî ya Sûriyê jî dikim. Kuştin û komkujî, bajar û welatên me wêran dike. Lewma pêwîst e hemû kesên Sûrî li hev rûnin û bibin xwediyê Sûriyê. Ez bang li eşîr û qebîleyên Sûriyê dikim ev hezar sal e em li cihê xwe ne û bi hev re jiyan dikin. Pêwîst e em nekevin xefika lîstokên dewletan de, yên ku nêzî siyaseta wan dibin, dikevin tora lîstokên wan de. Ev sed sal gelek dewlet hatin û çûn, lê eşîr û qebîle li cihê xwe man. Lewra, madem em bingeh in, divê em nekevin bin desthilatdariya dewletê û li dijî zilm û zorê derkevin.”

‘Bi yekîtiyê em ê mafê xwe biparêzin’

Ibrahîm Gulo axaftina xwe wiha qedand: “Ev banga min taybet ji bo Kurdên Kurdistanê ye ku yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber ku dema hêza me tune be, kes hesabê me nake. Lê dema em xwedî hêza yekîtiyê bin, her kes me dike dostê xwe û hesab ji me dike. Lê dema yekîtiya me tune be, her kes bi nebaşî berê xwe dide me, şert û mercên xwe li ser me ferz dike. Dema em bi hêz bin, herî kêm em dikarin mafên xwe biparêzin. Lîstokên dewletan mirovan dihelînin û wan wekî alav ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.”

‘Jiyana hevbeş a gelan rastî dijwariyan tên’

Hesen El-Ferhan eşker kir ku têkiliyên dîrokî yên kûr di navbera gelê Kurd û Ereban de heye û wiha bilêv kir: “Têkiliya dîrokî ya ku gelê Kurd û eşîrên Ereban bi hev ve girêdide. Ew xwedî rehên kûr e, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê. Di herêmê de, dijwarîyên herî berbiçav ên ku pêşberî jiyana hevbeş a gelên cuda tên, çandina nakokiyan ji derveyî herêmê ye. Herwiha hin kesên ku hewl didin di navbera Kurd û Ereban de şer û pevçûnê biafirînin jî hene. Nemaze ji bo pêkanînê vê yekê, eşîran bi kar tînin. Lewma em hemû katogeriyên civakê derbarê medyaya civakî û bandoriya wê hişyar dikin, bi taybet kategoriya ciwanan.”

‘Divê hişyarî li ser fitneyê hebe’

Hesen El-Ferhan anî ziman ku ew weke Qebîleya Taî panbendbûna xwe bi gelê Kurd re tekez dikin û wiha got: “Divê destpêşxerî, semîner û diyalog girêdayî fitneyê hebin, ji ber ku serokên eşîrên herêmê tu daxuyaniyên derbarê fitneyan ku çêdibin nedane. Lê belê panbendbûn û daxuyaniyên erênî, bi taybet ji aliyê Qebîleya Taî bi hemû eşîreyên xwe, ji bo gelê Kurd ên resen hebûn.”

‘Girîng e Sûriyê ji bo hemû Sûriyan demokratîk be’

Hesen El-Ferhan axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ez wekî serokê Meclisa Qebîleya Taî, helwesta min ji destpêka van bûyeran ve zelal û domdar bû. Helwesta min a li hember gelê me yê resen ê Kurd neguheriye û ez ê her wekî xwe bimînim. Ya girîng ji bo me ew e ku Sûriyê ji bo hemû Sûriyan bê cudahî demokratîk be û em herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, ji ber ew di ewlehî û aramiya xwe de bêhempa ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.