Esmihan Gedro/Qamişlo
Di 29`ê Çileya 2026`an de hevpeymanek di navbera Hêzên Sûriya Demikratîk QSD` û hikumeta demkî a Sûriyê de hate îmzekirin. Yek ji xalên sereke ya vê peymanê serbestberdana hamû dîlgirtiyan bû. Di vî alî de hin gav ji her du aliyan ve hatin avêtin. Sê kom ji dîlgirityan yên ku li cem hikumeta demkî ya Şamê girtî bûn hatin azadkirin. Lê hîna jî bi sedan di girtîgehên hikumeta demkî da ne û malbatên van şervanan her roj li benda azadkirina zarokên xwe ne.
Dîlgirtiyên QSD`ê ku di şerê di navber Hêzên Sûriya Demokratîk QSD` û hikumeta demkî a Sûriyê de hatine girtin ev bû çar meh li cem hikumeta demkî di zindanê de dîlgirtî ne. Ev şervanên ku hatine dîlgirtin piraniya wan li Dêr Hafir, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û Helebê hatine girtin. Heya niha hikumeta demkî tu gav ji bo serbestberdana van dîlgirtiyan neavêtiye. Gelek malbat çarenûsa zarokên xwe nizanin.
Malbata dîlgirtiyên bi navê Kawa Ehmed û malbata Eyşa Ebid Wehab Elî yên ku zarokên wan di 18`ê Çile de ji aliyê komên çekdar ên hikumeta demkî ya Şamê ve hatine girtin malbatê van kesan daxwaza berdana zarokên xwe kirin û ji Rojnameya me re axivîn.
Dayîka Eyşa ya bi navê Ezdîhar wiha got: “Keça min 6`mehan li Şedadê û li Hesekê mabû piştre agahî hate ji min re, min zanî ku ew derbasî Helebê bûye. Piştî ku ev şerê dawî ya li Helebê hate çêkirin ji wê demê ve ez çarenûsa keça xwe nizanim li ku derê ye. Çiqasî me li ser Eyşa pirsiya ji me re gotin ku komek ji wan ne xuya ye, hinek tenê ji me re got ew esîr e ji bilî wê jî em tiştekî li ser keça xwe nizanin. Ev bû salek keçka min tevlî refa şoreşgeriyê bûye. Eyşa di dema ku şer di navbera hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Helebê de çêbûye li Şêxmeqsûdêji wê demê ve ew ne xuya ye. Ew li Helebê di perwerdeyê de bû dema ku ev teqîn hate çêkirin ew jî tevlî şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Bi rojane ez li çalakiyan û kolanan dimînim ji bû ku ez çarenûsa keça xwe zanibim, dilê min li ser wê dişewite ne tenê keça min hemû şervan û şervanên ku dîlgirtî ne gîştî weke keç û kurê min in. Tenê ez dixwazim nas bikim ku keça min li ku derê ye esîr e an jî şehîd e.”
Nisrîn Ebidrehiman Tahir anî ziman ku ev bûye çar meh in Kawa hatiye dîlgirtin û ji ber gelê xwe ku parastina gel dikir hate girtin û wiha axivî: “Ez dixwazim hemû kes ji bo dîlgirtiyên xwe dakevin qadan ne tenê sê çar kes derkevin. Heyva van xortan ma ne ji bo vî welatî hatin
esîrgirtin çima kes bi me re dengê xwe bilind nake û piştgiriya malbatên dîlgirtiyan nakin. Xwîna şervanên me ne erzan e ev şervan ji bo jin, zarok, keç û xortên vî welatî ve şer dikin. Bila dunya û alem li heqê van dîlgirtiyan derkevin û banga serbestberdana esîrên xwe bikin, ji ber van şêran ve derkevin çalakiyan tenê li me nemeyzînin. Bi sedan şervanên me li cem hikumeta demkî dîlgirtî ne çi gunehê van şervanan van camêran heye ku li cem wan bimînin em daxwaza berdana zarok û şervanên xwe dikin.”






