Navenda Nûçeyan
IRNAˊyê eşkere kir ku Tehranê bi rêya navbeynkarê Pakistanî pêşniyarek nû bi hewldana ji nû ve destpêkirina danûstandinan û bidawîkirina şerê berdewam li Rojhilata Navîn, pêşkêşî Washingtonê kir. Trump got ku ew jê ne razî ye
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) di 1’ê Nîsanê ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê, şeva pêncşemê, pêşniyarên xwe ji bo danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re pêşkêşî navbeynkarê Pakistanî kir, lê IRNAˊyê tu hûrgiliyên din ranegihandin.
Piştî ku agirbestek bi navbeynkariya Pakistanê di 8’ê Nîsanê de ket meriyetê, Îslamabadê di navbera şandeyên Tehran û Washingtonê de mazûvaniya dewreyeke danûstandinan kir, armanc ew bû ku lihevkirinek ji bo bidawîanîna êrişa Amerîkî-Îsraîlî, çêbibe.
Lê ji ber berdewama dorpêça deryayî ya li ser bendên Îranê ji hêla DYAˊyê ve û berdewama girtina Tengava Hurmuzê ji hêla Îranê ve danûstandin têkçûn û tu ger bi encam nebûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî 1’ê Nîsanê bi hempîşeyên xwe yên li Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye, Iraq û Azerbaycanê re rêzepeywendiyên telefonî pêk anîn û “destpêşxerîyên Komara Îslamî ji bo bidawîanîna şer” bi wan re nîqaş kirin.
Trump diyar kir ku ew ji pêşniyara nû ya Îranê ya ji bo danûstandinên bi DYAˊyê re ne razî ye. Serokê Amerîkayê Donlad Trump daxuyand ku ew ji pêşniyara nû yê Îranê ya têkildarî danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ne razî ye.
Di daxuyaniya li parka Koşka Spî de ya ji rojnamevanan re Trump wiha got: “Di vê kêliyê de ez ji tiştê hatiye pêşkêşkirin ne razî me.” Trump careke din daz zanîn ku rêveberên Îranê “parçe” ne û nikarin li ser stratejiyekê ji bo derketina ji aloziyê li hev bikin.
Trump anî ziman ku Ew mijarinan dixwazin ku ne pêkane werin qebûlkirin.
Girêdayî mijarê, Trump da destnîşankirin ku wan niha nîqaşek bi Îranê re kir û ew ê bibînin wê çêbibe û got, “Ez ne şad im.”
Li ser derfeta ka wê şer ji nû ve dest pê bike yan na ji Trump hat pirsîn, Trump got ew çareseriyê danûstandinê tercîh dike û wiha anî ziman: “Gelo em dixwazin wan bi temamî wêran bikin an jî dixwazin hewl bidin bigihînin peymanekê? Ev vebijark hene. Ez vebijarka yekê ji ber sedemên mirovî naxwazim. Lê ew dimîne vebijarkeke pêşkêşkirî.”






