Stêrk Mihemed
Berxwedanî û koçberiya 8 salan a gelê Efrînê di peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê de girîngiya xwe dît, lê piştî vegera sê koman rewşa koçberan bi çi rengî ye û rastî çi tên?
Gelê Efrînê ji koçberiyê heya vegerê, 8 sal ji hêviya vegerê di peymana 29’ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriye te hatiye îmzekirin pêkhat. Yek ji xalên sereke ya peymana 29’ê Çileyê vegere bi ewle ya koçberan e. Di çarçoveya pêkanîn vê peymanê de nêzê 1.400 malbet vegeriya warê xwe, lê li beramberî wê bi hezaran malbet hîn li herêma Cizîrê koçberin. Li gorî vê lihevkirinê jî koçberên ku vedigerin rastî lêpirsîn, dayîna bacan, dizî, talan û ne razîbûna radestkirina mal ji xwediyê male yê resen re tên. Ev yek destnîşan dike ku hikumeta demkî seranser nêzî dosya koçberan dibe û vegera bi ewle ya koçberan di gotinan de dihêle.
Koçberiya bi darê zorê
Di rojeke bêdeng de ezmanê çiyayê Kurmêc (Efrîn) ji ronahî û şewqê veguherî tarîtiyê. Bi 72 balafirên dewleta Tirk a dagirker esîmana Efrînê reş bû û li şûna çûkan balafirên bê mirovî cihê xwe girt. Di 20’ê çileya 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyan ve êrişên giran û dijwar li ser Efrînê dest pê kir. Êrişên ku bi pêşengtiya dewleta Tirk pêk hat, lê bi destekdayîna hêzên hegemon bû. Êriş herroj mezintir dibû û dewleta Tirk her planên xwe kûrtir dikir. Lê li beramberî wê berxwedaniya ku 58 rojan li Efrînê hate jiyan kirin wê hertim di bîra gelê Kurd de weke berxwedaniya serdemê li dîroka gelê Kurd û di taybet ya Rojava de were nivîsandin.
Dewleta Tirk rûxmê hemû komkujî û kiryarên dijmirovî li ser gelê Efrînê kiriye, lê dîsa jî ranewestiya bi awayekî eşkere sivîl dikir hedefa xwe. Ji bo vê jî û bi armanca guhertina demografî dewleta Tirk û komên çeteyan a ku destekdayîna xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin bi êrişên bejahî û hewayî bi awayekî hovana firehtir dikirin. Ji bo vê jî dîroka 18’ê Adara 2018’an ku wê hertim di dilê her Kurdekî weke birîneke bimîne Efrîna Kurdî bi temamî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hate dagirkirin. Ev ne tenê guhertina demografîk di Sûriyê de bû, lê belê bû sedem ji koçberiya bi hezarê kesan re, birîndarî, kuştin, revandin û talankirinê. Ji 18’ê Adara 2018’an de pêlên koçberiyê a dubare bû para gelê Efrînê, gelê Efrînê ji ber êrişîn dewleta Tirk, komên çeteyan û herî dawî ji aliyê hikumeta demkî ve ji Efrîn, Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Reqa û Tebqa bi darê zorê koçber bûn ku niha ew gel li kontona Cizîrê cihê xwe digirin.
Peymana 29’ê Çileyê
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve Sûriyê di nava geşedanan de jiyan dike bûyer û planên navnetewî bi êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya kir, li Sûriyê plane qirkirinê li ser Kurdên li Rojava tê meşandin. Ev êrişên dijmirovî yên ku bi ser Kurdan de hatin bi destê hikumeta demkî, Tirkiyê, neteweyên Yekbûyî û dewletên Erebî bû armanc jê tunekirina hebûna Kurdan bû, ji bo vê yekê û ji bo bidawîkirina planê qirkirinê û komkujiyan li ser Kurdan di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de peymanek hate îmzekirin. Yek ji bendên sereke ya vê peymanê vegera bi ewle ya koçber ne, di çarçoveya rêkeftina di navbera QDS’ê û hikumeta demkî de koma yekemîn a koçberên Efrînê ku zêdetirî 400 malbetî bû di 9’ê Adara 2026’an de ber bi warê xwe vi rêketin. koma duyemîn jî ku ji 200 malbetî pêk dihat di 4’ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê. Herwiha koma sêyemîn ku ji 800 malbet pêdihat di14’ê nîsanê de ber bi ware xwe ve rê ketin. Di heman demê de gelek caran grûpên dîtir xwe amade dikin da ku vegerin warê xwe, bêyî sedemek zelal vegera koçberan teloq dibe. Heya niha jî bi hezaran koçberên Efrînê li herêma Cizîrê jiyan dikin, lê ema veger nehatiye rawestandin wê berdewam bike. Di demê pêş de grûpên dîtir wê ber bi warê zeytûnê ve rêkevin.
Piştî vegera sê koman ji koçberê Efrînê rewşa wan çawa ye?
Gelê Efrînê ku berxwedaniya xwe di 58 rojan de nehiştin ev zêderitî 8 salan li hember êriş, dorpêç û koçberiyê berxwedaniya serdemê didomînin. Gelê Efrînê ev 8 salin li benda vegereke bi ewle ne herwiha hêviya dîtina warê xwe hertim di dilê wan de lê dide. Gelê Efrînê piştî 8 salan ji koçberê bi peymanekê di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de vegerîn warê xwe, ev veger di bin navê vegera bi ewle de ye gelo çiqas ev gotin di pratîkê de ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê de pêkhatî? Gelê Efrînê yên ku vegerîne hin ji wan heya niha malê xwe nebirine û yên ku ji bo malê bibin pereyan didin ew kesê ku di malê wan de dimîne. Di heman demê de ew kesên ku vedigerin ji aliyê komên li wir û hikumeta demkî rastî lêpirsinê tên û pirsên weke we birêveberiya xweser û QSD’ê re kar kiriye, çima hûn ji Efrînê û Şehba derketine herwiha ji ber çi hûn koçberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn hemû kesên ku vedigerin rastî van pirsan tên.
Herwiha talan û dizî berdewam dike, mal û milkên koçberên ku vedigerin bi temamî jê re nehatiye dayîn. Herwiha zarokên ku bi malbeta xwe re vegerîne heya niha bê xwendin mane û pêşeroja wan ne xuya ye. Li gorî çavkaniya ANHA Mamosteyekî ku li bajarê Efrînê ye, nexwest navê xwe eşkere bike, destnîşan kir ku piraniya xwendekarên vegeriyayî hîn li dibistanên seretayî, amadeyî û navîn nehatine qeydkirin, ji ber nebûna planên zelal ji bo entegrekirina wan, di heman demê de hejmarek xwendekarên zanîngehê yên ku li zanîngehên wekî Rojava û Kobanê xwendine vegeriyane cihên xwe da ku xwendina xwe temam bikin.
Xwendekareke refa 11’an ku bi malbata xwe re vegeriya ye, dibêje ku ew ji ber cûdahiyên di bernameyên dersê û zimanên ferzkirî de nekariye qeyda dibistanê bibe û destnîşan kir ku ew zehmet dibîne ku dersan berdewam bike û ew nikare fêm bike ji ber vê yekê neçare ku halê hazir xwendina xwe rawestîne.
Li gorî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê ku wê vegera koçberan bi ewle be û mafê wan wê vegere, lê ev yek ji aliyê hikumeta demkî de tenê di gotinan de dimîne. Ev yek di nava koçberên ku li benda vegerê de ne nakokiyan derdixîne, eger veger ne bi ewle ye wê çawa vegerin?






