Esmihan Gedro/Qamişlo
Li Zanîngeha Rojava fastîvala Biharê ji aliyê xwendekaran ve her sal li bajarê Qamişlo tê organîzekirin. Festival wê li ser du rojan bi çalakiyên cuda were lidarxistin.
Zanîngeha Rojava çalakiyên mîhrîcana Biharê ya ku xwendekar organize dikin îro hate lidarxistin. Ev fastival her sal li ser kantona Cizîrê tê çêkirin, kesên ku bi vê çalakiyê radibin xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava ne. Herwiha di fastîvalê de beşdarvan ji bajarê Hesekê, Amûdê, Dirbesiyê, Dêrîk, Kobanê û Qamişlo ne.
Fastîval bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin. Piştre cîgira hevserokatiya kar û barên xwendekaran Evîn Ehmed axivî.
Evîn di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina hemû kesên hazir û xwendekarên zanîngehê kir û wiha axivî: “Bi rastî ev ne sala yekem e û ne
cara yekem e ku ev fastîval li Zanîngeha Rojava tê lidarxistin, ji ber ku Zanîngeha Rojava armanca wê ya yekemîn ji bo vê fastîvalê ku çandekê di nava xwendekaran de bide avakirin. Ev zanîngeh ne tenê cihê xwendinê ye, lê belê cihê hunerê, çand û afirandinê ye, ji ber vê yekê jî ev fastival weke çandekê tê diyarkirin. Herwiha di vê festîvalê de gelek çalakî têne lidarxistin. Lê di vê fastîvala îsal de ez dixwazim tiştekî girîng bêjim ku di fastîvala îsal de me diyarî giyanên cangoriyên me yên berxwedêr yên ku rastî heta deqa dawî nexwastin ku Rojava vala derkeve ji ber vê yekê jî me xwest em vê fastîvalê diyarî şervan û cangoriyên xwe bikin. Ev kesên ku dixwazin zanîngeha me vala derbixin û zanîngehê tune bikin em ji wan re dibêjin ku xwendekarên vê zanîngehê wê he tim li pişta xwandina xwe bin û her tim çalakiyên xwe berdewam bikin. Di dawiyê de jî em bixêrhatina mêvanan dikim û dibêjim çaremîn fastîvala Biharê li we pîroz be.”
Piştre ji aliyê berdevka xwendekaran ve Kerîm Xelîl axivî û wiha got: “Em bixêrhatine we tevahiyan dikin û ev fastîvala çaremîn ya Biharê li we hemûyan pîroz dikin. Bi navê hêviyên ku li dijî hemû zor û zehemtiyan şîn dibin em bi germî pêşwaziya we dikin ji bo çaremîn fastîvala Biharê ya xwendekarên Zanîngeha Rojava. Herwiha ev ji bo me ne tenê şahî û kêf e, lê belê ji bo ku em nişan û teqez bikin ji her kesî re ku ev êşên ji hêviyê re em kedê dikin û jiyaneke nû diafirînin. Bihar peyameke û dibêje ku piştî her zivistanekê dijwar rojeke xweşe çêdibe. Dîsa jî em vê rojê li hemû xwendekarên Zanîngeha Rojava pîroz dikin û spasiya keda wan ya çalak dikin.”
Herwiha bernameya festîvalê ya roja yekem wiha ye.
Di roja yekem de pêşbirkên heyî hene, him axaftin û hem jî vegotina helbest û pêşbirkên sitran, pêşbirka zanistî ya weke pirs û bersiv û di nava wê de jî pêşbirka xwarinê heye. Xwarina xwendekaran her xwarinek çanda herêmekê dide diyarkirin. Ev tişt bi alîkariya xwandekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava hatiye amadekirin û ev kesên ku xwarinê amade dikin xwendekar bi xwe ne. Di festîvalê de sitran, helbest û dîlan hatin pêşkêş kirin û dîlan gerandin.
Piştî wê jî kesên ku di fastîvalê de bi serketin wê diyarî bigrin dest.






