Navenda Nûçeyan
Girtiyê Kurd Nesir Bekirzade 16’ê Hezîrana 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Îranê ve li Miyandabê hatibû binçavkirin, îro di danên siharê de di zindan îranê de hate darvekirin.
Tevî hemû bang û hişyariyan jî rejîma Îranê dev ji darvekirinan bernade, divê çarçoveyê de girtiyê Kurd Nasir Bekirzade û girtiyek din hatin darvekirin.
Malpera nûçeyan a Mîzan ku girêdayî desthilata dadwerî ya Îranê ye, derbarê darvekirina du girtiyên siyasî de agahî parve kir.
Li gorî malperê danê siharê du girtiyên bi navên Yeiqub Kerîmpûr û Nasir Bekirzade ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye Nasir Bekirzade yê 26 salî û xelkê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Nasir Bekirzade berî çend rojan di nameyeke deng de tevî redkirina tometan, daxwaza piştgiriyê ji raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kiribû û derbarê metirsiya bicihanîna bilez a cezayê xwe de hişyarî dabû.
Yaqub Kerîmpûr jî hemwelatiyê Yarsane û xwedî pêdiviyên taybet bû. Yaqub, di 16’ê Hezîrana 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Îranê ve li Miyandabê hatibû binçavkirin. Cezayê Yaqub yê darvekirinê jî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû erê kirin.
Hêjayî gotinê ye ji destpêka şerê dawî ve, saziya dadwerî ya Îranê bi giştî 25 girtî darve kirine.






