Ronahî Sadûn/Qamişlo
Ji bo ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de cih bigre û weke zimanekî fermî bê qebûlkirin di bin dirûşmeya “Ziman hebû û nasnameya me ye” meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Ji bo misogerkirin zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de, di bin dirûşmeya “Ziman hebûn û nasnameya me ye” meşeke gerseyî bi tevlîbûna şêniyên Qamişlo, sazî û desgeh, xwedekar û mamosteyên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Meş ji Çerxereya Sonî dest pê kir û Çerxereya Şehîdan veguherî mîtîngê.
Di meşê de pankartên ku li ser nivîsên “Divê mafê me di destûr de were garantîkirin” “Ziman hebûn û nasnameya me ye” “Ez Kurdim bi zimanê xwe serbilindim” û hwd… ji nivîsên ku tekezkirinê li ser fermîkirin û bicihkirina “Zimanê Kurdî” di destûra Sûriyê de dikin, hatibû hildan.
Piştî ku meş veguherî mîtîngê, deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin û hemû beşdarvana bi hev re sirûda “Ey Reqîb” gotin. Herwiha li ser navê Desteya Perwerdê Semîra Hac Elî û li ser navê Yekîtiya Kedkaran Şêro Şero axivîn.

Semîra Hac Elî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo fermîkirina zimanê Kurdî di destûr de, her bidin meşandin û wiha got: “Bi boneya nêzbûna 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, em vê boneyê li tevahî xwendekar û gelê xwe pîroz dikin. Ji bo zarokên me bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin, gelek xebat hatin meşandin û gelek berdêlên giran hatin dayîn. Ji bo gelekî, vekirina peymangeh û dibistanan û xwendina bi zimanê xwe, serkeftina herî mezin e. Îro jî em di pêvajoyeke nû de ne, tu kes jî nikare rehet hebûna me ji me re diyar bike, lewra mirov bi zimanê xwe, hebûn û nasnameya xwe diyar dike. Ji bo vê yekê jî têkoşîneke mezin pêwîst dike, em ê jî vê têkoşînê bidin meşandin hetanî ku zimanê me bibe zimanê fermî û di destûr de cih bigre.”

Şêro Şero da zanîn ku gelê Kurd îro doza mafê xwe dike, ev maf jî rewa ye, mafekî ku her kes bi zimanê xwe bixwîne û wiha anî ziman: “Sibe 1’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran ye, vê boneyê li hemû kesî pîroz dikin, di serî de kedkarê mezin Rêber Apo pîroz dikin. Herwiha em weke Yekîtiya Kedkaran me xwest ku îro cihê xwe di nava gelê xwe de bigirin û bi hev re doza mafê xwe bikin. Lewra axaftina me ya ji bo 1’ê Gulanê li vir dibêjin ku Kurd xwedî heqin û wê bighêjin heqê xwe.”
Di dawiya meşê de dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” hat berizkirin.







