Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1‘ê Gulanê  ji bo jinên kedkar xwedî wateyeke cûda ye

30/04/2026
in JIN
A A
1‘ê Gulanê  ji bo jinên kedkar xwedî wateyeke cûda ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Jinên kedkar ên bajarê Dêrikê diyar kirin ku 1’ê Gulanê ji bo wan rojek pîroze û xwedî wateyeke cûdaye û wiha gotin: “Em vê roja girîng li Rêber Apo pîroz dikin, ji ber ku bi saya fikir û felsefeya wî jin gihişt roja îro.”

Yekê Gulanê li seranserê cîhanê wekî Roja karker û kedkaran tê naskirin û pîroz kirin. Ev roj koka xwe ji têkoşîna karkerên li Amerîkayê (Chicago) ya sala 1886’an digire, ku karkeran daxwaza kêmkirina saetên kar û baştirkirina mercên jiyanê dikirin. Piştî xwepêşandanên mezin û geravan, ev roj di sala 1889’an de ji aliyê Sosyalîstên Navneteweyî ve wekî roja karkeran hat qebûl kirin. Ev roj sembola yekîtî û piştgiriya karkeran e li dijî zilm û mêtîngeriyê.

Di derbarî 1‘ê Gulanê û bandora wê li ser jina karker jinên bi navê Nafiya Hisên û Narîman Xalid ji Rojnameya me re axivî.

Jin hêz û îradeyê dide civakê

Jina Karker Nafiya Hisên diyar kir ku ew roja kedkaran di serî de li hevjînê xwe yê şehîd pîroz dike û li hemû jinên ku kar û xebatê dikin û wiha got: “Di sala 2022’an min kişkek piçûk vekir û bi demê re min mezin kir da ku ez debara jiyana xwe pê bikin û malbata min hewceyî tu tiştî nebin. Bi hêvîme her jinek cihê xwe di nav karan de bigire û ew bi xwe xwe li pêş bixwe da ku ne hewcedarî tukesî be. Ji ber ku kesê li ser xwe nesekine û bi xwe re nebe alîkar tukes jî pêre nabe alîkar. Ev nêzî 12 sala ye min derfet nedaye tukesî ku xwedî li min û zarokên min derkevin bi ked û têkoşîna xwe ez wan bi rêve dibim. Ez gelek kêfxweşim ku îro roj hûn li vir hazirin da ku hûn derdê me nas bikin û bibînin jin çawa li ser xwe disekinin û kar dike, ji ber ku jin hertişte û şoreş bi navê jinê dest pêkiriye. Lewma dijmin ji îradeya jinê ditirse, careke din ez vê roja pîroz li her xebatkarekî kedê dide pîroz dikim.”

‘1’ê Gulanê xwedî taybetmendiyeke cûda ye’

Jina cawbir Narîman Xalid da zanîn ku 1‘ê Gulanê xwedî taybetmendiyeke cûdaye û bi vê boneyê li hemû jinên kedkar pîroz dikin û wiha got: “Ev 10 salên mine ku ez karê cawbiriyê dikim, him ji bo min hezkirineke him jî debara jiyana xwe dikim. Bi saya Şoreşa Rojava jinê karî cihê xwe di gelek qadan de bigre û bibe xwedî rol, her wiha bi dehan jinên wek min jî ku di hundirê malê de kar dikirin karîn karê xwe pêş bixin û berfirehtir bikin. Ez bi hêvîme ku her jina ku hêza wê hebe derkeve pêş û kar bike, ji ber ku di hundirê her jinekî de taybetmendiyeke cûda heye. Di dawiyê de ez roja Kedkaran li we û hemû kesên têkoşînê dikin pîroz dikim û bi hêvîme ku aramî û xweşî li welat belav bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.