Esma Mistefa
Kampanyaya “Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re” di Çileya 2024’an de li Îranê dest pê kir ku ji aliyê girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de her Sêşemê wekî greveke birçîbûnê ya girseyî ji bo protestokirina zêdebûna hejmara darvekirinan dihat destpêkirin. Kampanya ji wê demê ve berfireh bûye û bi dehan girtîgehan digire nav xwe û wekî tevgereke heftane ya rêxistinkirî li dijî cezayê darvekirinê berdewam dike.
Ji malpera Komîteya Jinan a Meclisa Berxwedana Neteweyî ya Îranê ku her tim vê kampanyayê dişopîne û agahiyên derbarê darvekirinên ku têne kirin û xwepêşandanên girtiyan di bin vê kampanyayê de, eşkere dike. Li ser wê esasê jî di hefteya xwe ya 118’emîn de sê girtiyên siyasî hatin darvekirin, serîrakirin û girava birçîbûnê çêbûn, her wiha girtiyên jin jî beşdarî vê kampanyayê dibin.
Kampanyaya “Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re” di hefteya xwe ya 118’an de ragihand ku greva birçîbûnê ya girtiyên li 56 girtîgehên li seranserê welêt berdewam dike. Li gorî daxuyaniyek ji vê kampanyayê, girtiyên nerazî, tevî zextên zêde û qedexeyên berbelav, ji bo nerazîbûnê li dijî zêdebûna darvekirinan, dîsa ketine greva birçîbûnê.
Ev tevgera nerazîbûnê ku bûye yek ji dirêjtirîn û domdartirîn awayên berxwedanê di zindanên Îranê de, biryardariya girtiyan a li dijî cezayê darvekirinê nîşan dide.
Girtiyên siyasî beşek mezin ji van girtiyan pêk tînin, ji ber ku ew li Zindana Qerçax a li Varaminê, beşa jinan a li Zindana Evînê, beşa jinan a li Zindana Sepidarê li Ehwazê, beşa jinan a li Zindana Adelabadê li Şîrazê, beşa jinan a li Zindana Zahedanê, beşa jinan a li Zindana Yezdê, û beşa jinan a li Zindana Reştê cezayê xwe distînin.
Darvekirina girtiyên siyasî û tirsa windakirinên bi zorê
Di beşek din a daxuyaniyê de, behsa darvekirina sê girtiyên siyasî ya hefteya borî hate kirin; ev yek jî kampanyayê wekî nîşana zêdebûna tepeseriyê nirxand.
Girtiyên siyasî yên ku hatine girtin ev in: Emîr Elî Mîrceferî ji Tehranê, Erfan Kiyanî ji Îsfehanê û Amer Rameş ji Sîstan û Belûçistanê hemî piştî pêvajoyeke dadwerî ya neheq hatin îdamkirin.
Cenazeyê du ji van girtiyan radestî malbatên wan nehatine kirin, ku kampanyayê ev yek wekî delîlek ji bo windakirina bi zorê dîtiye, û li ser bandorên wê yên li ser mafên mirovan hişyarî daye.
Darvekirin û tepeserkirin wekî amûrên rêgirtina li xwepêşandanan
Kampanyaya “Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re” daxuyaniya xwe bi îdiaya ku zêdebûna darvekirinan û gurbûna atmosfera ewlehiyê di civakê de hewldanên rejîmê yên ji bo sînordarkirina xwepêşandanên gel nîşan dide, bi dawî dike. Li gorî vê kampanyayê, bikaranîna cezayê darvekirinê û afirandina atmosfereke teror û çavtirsandinê beşek ji polîtîkayên astengkirinê ne.






