Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi wênexêzên xwe kolanên bajêr dike pêşengeh

29/04/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Bi wênexêzên xwe kolanên bajêr dike pêşengeh
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Ji ber heskirina wênesaz Mîlad Ebdî ya zêde ji wênesaziyê re, dîwarên kolanan ji xwe re kiriye mîna pêşengehê. Wênesaz Ebedî diyar kir ku ew ji bo bedewkirina kolanên bajêr dixebite û got, “Wênesazî ji min re cîhaneke taybet e.”

Hunermendek ku li benda temaşevanên pêşangehê nema, bi hezkirin pêwîstiyên xwe yê wênexêzê amade dike û dîwarên kolanê bajêr yên bêdeng, bi deng dike.

Di demekê de ku gelek hunermend bi salan ji bo pêşangehan xwe amade dikin, li bendê ne ku gel were û karên wan bibîne, hunermendekî ciwan hilbijart ku ew bi xwe biçe gel temaşevanan. Hunera xwe bir ba mirovan li şûna ku li benda wan be.

Civak bi çand û hunera xwe tê naskirin, ewra huner beşa herî girîng di civakî de ye û xwedî roleke girîng e. Herwiha di jiyana mirovan de jî xwedî cihekî taybet e. Çimkî huner eynika çanda civaka xwe ye, çi muzîk çi govend çi stran û çi jî wênexêz. Her hunermendek bi riya kar û xebata xwe hem çanda gelê xwe diparêze hem jî li pêş dixe. Ji ber vê yeke divê pêşxistina karê hunerê di civakê de neyê paşguhkirin, ji ber ku huner mîna çekan di rewşên şer de ye.

Wênexêzî ji wî re cîhaneke taybet e

Mîlad Fewaz Ebedî yê 34 salî ji bajarê Amûdê yek ji hunermendê wênexêziyê ye, ew bi pênûsa hunera xwe û rengên wê can dide dîwarên sar. Mîlad di derbarê karê xwe yê van sala gelek tabloyên ku êş û hêviyên gelê xwe nîşan didin, afirand. Li kêleka tabloyên xwe, ew wekî boyaxkarê xanî jî dixebite. Ev yek karê wî yê wênexêziyê li pêş dixe. Wênexêzî ne tenê xêz û reng in, dema ku ji hezkirinekê ava dibe, ji bo hunermend dibe perçeyek ji giyanî wî. Hunermendê wênexêziyê Mîlad Fewaz Ebedî ji rojnameya me re wiha behsa kar û hezkirina wî ya ji wênexêziyê re kir.

Di tabloyên wî de hezkirina wî ya ji wênexêrê re diyar dibe, ji ber ku ew di her wênexêzeke xwe de nameyekê dide. “Wênexêzî ji bo min ne tenê pênûs û rengin, ew ji bo min cîhaneke taybet e. Wênesaz ne tenê kesek e ku firçeyekê digire, wênesaz ew e yê ku tabloyên bêdeng vediguherîne qîrîneke bi hest û bi bandor. Herwiha dive her wêneyek wî/wê xwedî nameyek taybet be. Çimkî dema ku mirov li tabloyên wênexêzan dinrên, ya despêkê dixwazin nameya wê wêneyê nas bikin.”

Hezkirina wî ji wênesaziyê ji zaroktiyê û heta niha didome

Mîlad ji zaroktiya xwe de ji wênexêziyê hez dike û wiha dibêje: “Ji dema ez zarok bûm min ji wênesaziyê pir hez dikir û heta roja me ya îro ew heskirin di dilê min de maye. Ez jê vê heskirinê di rêya wênesaziyên xwe dîwarên bajarê xe bedew dikim. Min ev yek hilbijart da ku ez rasterast nameya ku ez dixwazim, bigihînim gelê xwe.”

Derbarê curayên boyaxê yê ku Mîlad bi kar tîne, boyaxên avî û neftîne, ku buhayên wan di navbera sê û heta 15 dolaran e. Ew tekez dike ku karê wî hewceyê mîqdarên mezin ên rengan e, ji ber ku ew ne li ser tabloyên bi çûk xêz dike, ew li ser dîwaran wênesaziyê dike.

`Wênexêza fermandar Mezlûm destpêkê di dilê min de hatiye xêzkirin`

Di nav berhemên wî yên girîng de tabloya wêneyê fermandarê Giştî yê Hêza Sûriya Demokratî QSD’ê Mezlûm Ebdî ye, ku wî bi çavên girtî wêne xêzkir. Di vê ceribandinê de Mîlad Ebedî dixwest peyamek bide: “Ji hezkirina min ya zêde ji fermandar Mezlûm Ebdî re min destpêkê wêneyê wî di dil û bîra xwe xêz kiriye. Herwiha nameya min jê vê tecrûbeyê ew e ku, tekez bikim ku di hunerê de tiştekê zehmet tuneye. Afirînerî dikare ji sînorên kevneşopî derbas bibe.”

`Ez dixwazim fermandar bibînim`

Mîlad di wê baweroyê de ye ku, wênesazî zimanekî bêdeng e, di rêya wê de mirov dikare gelek çîrokan bîne ziman, ev yek jî hêzek taybet dide hunerê da ku bandorê li mirov bike û wî teşwîq bike ku kûr tir bihizire. Mîlad wiha şîrove kir: “Ji ber vê yekê, bi rêya berhemên xwe, ez hewl didim ku nêrîna mirovan ya li ser rastiyê biguherim û pirsên wan ên li ser tiştên ku wan dorpêç dikin, teşwîq bikim. Herwiha daxwaziya min ew e ku ez rojekê fermandar Mazlûm Ebdî bibînim, ta ku ez taployekê diyarî wî bikim.”

Tevî hezkirina wî ya pir ji wênexêziyê re, Mîlad rastî gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne, pirsgirêka herî zêde şilbûna dîwaran e ku bi demê re dibe sedema perçebûna boyaxê û zirarê dide tabloyên wî. Gelek caran Mîlad hewl daye ku madeya vê pirsgirêkê çareser dike, bikire, lê ji ber buhabûna wê, nikare bikire. Tevî vê yekê jî ew karê xwe berdewam dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.