Gulîsta Xalid
1ê Gulanê serî rakirina dîrokî ya çîna karkeran li dijî sîstema kapîtalîst a îstîsmarê ye. Ev serî rakirin ne tenê daxwazek ji bo mûçeyên çêtir an şert û mercên xebatê ye; di heman demê de nerazîbûnek bingehîn a li dijî îstîsmara mirov ji hêla mirov ve ye.
Îro, ev nerazîbûn li Sûriyeyê, bi taybetî li Rojava, bi awayekî herî tûj û rastîn deng vedide. Şerê li Sûriyeyê, ku bi salan e dom dike, ji ber pevçûna berjewendiyan di navbera hêzên emperyalîst û desthilatdariyên herêmî de jiyana mirovan perçe kiriye. Ev şer ne tenê wêrankirina di warê leşkerî de ye; di heman demê de desteserkirina sîstematîk a li hemberî hêza hilberînê, hêviya jiyanê û pêşeroja gelê kedkar e. Ji bo karker, cotkar, bindest û feqîran, êdî ked ne tenê hilberîn bûye, lê têkoşînek xwerû ya ji bo mayîna jiyanê ye.
Tam di nava tarîtiya siyasetên di herêmê de Şoreşa Rojava derket holê, ku îdîa dikir ku rihê 1ê Gulanê vediguherîne rastiyek berbiçav. Sîstema ku li Rojava hatiye damezrandin, li ser bingeha keda kolektîf, hilberîna hevpar û edaleta civakî ye, berevajî avahiya takekesî û îstismarkar a modernîteya kapîtalîst. Hilberîn, ku bi rêya komîn û kooperatîfan tê organîzekirin, armanc dike ku kedê ji kelûpelekê veguherîne hêzek damezrîner a jiyana civakî.
Di vê xalê de, ezmûna Rojava, berevajî pratîkên sosyalîst ên klasîk, ku ne tenê li ser rizgariya çînî, lê di heman demê de li ser azadiya zayendî jî disekine û vê weke rêgezeke ku digre navenda têkoşîna şoreşa azadiyê ya ku bi keda civakî tê pêşxistin. Keda jinan li vir karekterek şoreşgerî digire. Jin ne tenê dibin xwediyê hilberînê, lê di heman demê de dibine xwedî roleke çalak ya rêvebirin û parastinê jî, û li dijî serweriya sedsalan a pergala serdestiya mêran şikestinek dîrokî diafirînin.
Lêbelê, ev ceribandina şoreşgerî di bin dorpêçê de ye. Ambargo, êrîşên leşkerî û tecrîda siyasî armanc dikin ku modela alternatîf a ku ji hêla Rojava ve hatî afirandin bifetisînin. Ji ber ku pergala ku li Rojava tê avakirin ne tenê ji bo pergala kapîtalîst a herêmî, lê di heman demê de ji bo pergala kapîtalîst a cîhanî jî gef e. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê li Rojava ji cejnekê wêdetir e; ew meydanek têkoşînê ye, serkeftinek e ku were parastin, berxwedanek e ku were xurt kirin.
Rewş li seranserê Sûriyeyê jî pir xirab û xwedî tabloyeke girane. Bi milyonan kes koçber bûne, amûrên hilberînê wêran bûne û civak ketiye nav xizaniyeke kûr. Di bin van şert û mercan de, Yekê Gulanê ne tenê bîranîneke rabirdûyê ye; ew bangeke pêwîst e ji bo ji nû ve rabûnê. Têkoşîna kedê heya ku bi têkoşîna dijî şer re neyê hevgirtin dê kêm û nîvço bimîne.
Dengê ku îro ji Rojava bilind dibe ev e: Azadî bi keda rêxistinkirî mimkun e. Û rastiya ku ji xirbeyên Sûriyeyê bilind dibe ev e: Bê ked jiyan nabe, bê berxwedan azadî nabe. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ne tenê rojek e li van axan; ew têkoşînek berdewam e. Ew ne dirûşme ye; ew şêwazek jiyanê ye. Ew ne bîranînek e; ew îradeya avakirina pêşerojê ye.






