Hemza Sêvo/ Qamişlo
Serokê Dewletên Yekbûyî Amêrkayê Donald Trump gelek caran bi gotinên tûnd êrişî rojnamevanan dike. Ev êriş wekî taybetmendiyên Trump û siyaseta wî li hemberî ragihandinê ne, armanceke kûr li dûv wê heye, ew jî hedefgirtina azadiya çapemeniya Amerîkî ye û meşandina ragihandinê li gorî siyaset û berjewendiyên xwe ye.
Êrîşên dubare yên Trump li ser çapemeniyê nîqaşên li ser azadiya medyayê li Amerîkayê ji nû ve gur dikin. Êrîşên Donald Trump li ser çapemeniyê di qada sîyasî ya Amerîkayê de êdî ne kiryarên awarte ne, lê veguheriye şêwazekî dubare ku hema hema di her rûbirûbûna medyayê de derdikeve holê.
Bûyera herî dawî di dema civîna çapemeniyê de li balafira serokatî qewimî, dema Trump êrîşî rojnamevanekî kir piştî pirsa li ser Îranê û wî wekî ‘ehmeq’ pênase kir, di dîmenekê de ku yek ji mijarên herî tê nîqaşkirin di siyaseta nûjen a Amerîkî de careke din anî ber çavan: têkiliya aloz a di navbera Trump û rojnamevanan de û sînorên axaftina siyasî li hember medyayê. Ew wekî beşek ji kesayetiya Trump an jî wekî gefeke rasterast li ser nirxên azadiya çapemeniyê tê dîtin.
Bûyera dawîn:
Di meha Nîsanê de êrîşeke nû di balafira serokatiya Amerîkayê de bû, di dema axaftina xwe ya bi rojnamevanan re, ji Trump hat pirsîn gelo ew gefên Îran bi awayekî cidî digire dest. Bersiva wî rasterast li ser cewhera pirsê tunebû, lê berê xwe da ser çavkaniya wê û bi destnîşan kir ku pirs ji nûçegihanê CNN’ê hat kirin. Trump bi dengekî pêkenok got, “Ez wisa difikirim, rast e, CNN ?”
Piştre wî pirs bi rengekî pêkenok dubare kir berî ku gotina xwe ya navdar bibêje: “Çi pirsek ehmeqî ye.” Trump li şûna ku bersiveke siyasî ya rasterast bide, wî lîsteya operasyonên leşkerî yên berê yên Amerîkayê nirxand, di nav de kuştina fermandarê Feyleq Elquds a Îranê Qasim Suleymanî di sala 2020 de, herwiha êrîşa esmanî ya ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Elbexdadî li Sûriyê di sala 2019’an de hate kuştin û operasyona serokê Venezuelayê Nicolás Maduro destnîşan kir. Paşê wî dîsa tinazên xwe bi pirsê kir.
Zincîreke dirêj ji êrîşên Trump li ser rojnamegeran
Bûyera herî dawî tenê beşeke nû ye di zincîreke dirêj a rûbirûbûnên di navbera Trump û çapemeniya Amerîkî, bi taybetî rojnamevanên jin e. Di meh û salên borî de, Trump êrişên bi gotinan ên rasterast li ser hejmarek rojnamevanên jin pêkanîn, di nav de, nûçegihanê CNN Caitlan Collins, ku wî gelek caran li ser platforma xwe ya Truth Social wekî “bêaqil û nefret” pênase kir, bi zanebûn navê wê şaş nivîsand.
-Nûçegihana CBS Nancy Cordes, ku wî di konferanseke rojnamevanî de got, “Ma tu ehmeq î?”
-Rojnamevana New York Times Katie Rogers jî bû armanca êrişên Trump, piştî wê raporek li ser karnameya Trump nivîsand, lewma wî Katie Rogers bi kirêtbûnê ango bi qebhetbûnê pênase kir.
-Nûçegihana ABC News Mary Bruce jî rastî êrişê hat, pirsa wê wekî pirseke tirsnak, sorkirina li dijî Amerîka û pir xirab pênase kir.
-Rojnamevana Bloomberg Catherine Lucey jî yek jinên rojnamevan, ku Trump bi gotineke heqaret jê re got, “Aram be, berazê”
Çima Trump êrîşî çapemeniyê dike?
Êrîşên Trump beşek ji stratejiya siyasî armanca wê ew e ku çapemenî wekî dijberekî siyasî were nîşandan, hem jî da ku Trump wekî serkêşekî dijberê saziyên raghandinê derkeve pêş. Di heman demê de da ku baweriya kolana Anmerîkî bi ragihandinê neyê kirin û wê weke ragihandina kilasîk bibîne. Trump xwe dispêre rûbirûbûna devkî da ku balê bikişîne û nîqaşê ji naveroka pirsan veguherîne rojnamevan bixwe, pirî caran jî Trump serkeftî dibe di warê xwederxistina manşetan de. Alîgirên Trump çapemeniyê wekî çapemeniyeke bêalî nabînin û dibêjin çapemenî hêjayî bersiveke tund e. Li hêleke din parêzvanên azadiya çapemeniyê van êrîşan wek gefeke rasterast li ser demokrasiyê dibînin. Saziyên medyayê bi gelemperî bersivê didin van bûyeran, ev yek jî bi riya daxuyaniyên şermezarkirinê yên fermî, piştevaniya profesyonel bi rojnamevanên ku hatine armanckirtin re weşanê didomîne bêyî ku radeya rexneyê tund bibe.
Azadiya ragihandinê di xetereyê de ye
Êrişên Trump li ser rojnamevanan pirsên kûr derdixin, sînorên axaftina siyasî ya li hemberî çapemeniyê bandora zordariya peyv û gotinan li ser ewlehiya rojnamegeran dike, di heman demê de rojnamevan nikarin bi azadî di warê rojnamevaniyê de tevbigerin. Dubarekirina vê siyasetê, bi taybetî ji kesayetek serokê berê, niha û dibe ku bibe serokê siberojê, dikare atmosferek dijminane biafirîne ku bandorek neyînî li azadiya karê rojnamevaniyê bike. Êrîşa dawî ya Donald Trump a li dijî nûçegihaneke jin di hevpeyvînê de ne bûyereke ji rêzê ye, lê belê dirêjkirina nêzîkatiyeke demdirêj e ku li ser rûbirûbûna bi çapemeniyê re, bi taybetî bi rojnamevanên jin re ye. Di navbera kesên ku vê yekê wek şêwazekî serkeftî dibînin û yên ku ji bo nirxên demokratîk xetere dibînin, pirs di nav civaka Amerîkayê de dimîne. Pirs ev e ku gelo medya axaftinên bi vî rengî wekî beşek ji lîstika siyasî digire, an jî dem hatiye ku sînorên zelal ji heqaretê re were parastin?
Piştî hatina Trump bi 100 rojan, gelek astengî ji qada ragihandinê re derketin
Di sed rojên pêşîn ên serdema duyem a serokatiya Donald Trump de, wî bala xwe da ser pêkanîna gefên ku wî di dema kampanyaya hilbijartinê de li dijî saziyên medyayê kiribû, ji ber ku wî soz da ku hikumeta federal wekî çekekê li dijî rojnamevanan weke dijminên xwe bikar bîne û bi şexsî û fermî êrişî medyayê li Dewletên Yekbûyî û li seranserê cîhanê kir. Wî li pêşberî girseya alîgirên xwe li Michigan, bi boneya sed roja vegera wî ya Koşka Spî, wî ragihandin wekî sextekarekê pênase kir. Li ser vê boneyê, rêveberê Ofîsa Amerîkaya Bakur a Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, Clayton Warners got, “Tevlîheviya rojane ya di nûçeyên siyasî yên Amerîkî de dibe ku nirxandina guhertinên radîkal ên berdewam ji bo me zehmet be. Lê dema ku em rewşa giştî dinêrin, şêwazê derbeyên li azadiya çapemeniyê zelal dibe.” Warners di daxuyaniyekê de ji bo rêxistinê bal kişand ser redkirina wan a êrîşa mezin a li ser azadiya çapemeniyê. Wî soz da ku eşkerekirina êrîşên li ser çapemeniyê û her tiştê ku ji destê wan were ew ê bi erkê xwe rabin.
Nûçegihanên Sînornenas û malperên nûçeyan ên Amerîkî piştî zêdeyî sê mehên ji hatina Donald Trump rewşa ragihandina Amerîkî nirxandin.
Li gorî raporên rêxistin û malperên Amerîkî hat diyarkirin ku 427 melyon şopîner li ser asta her heftiyekê ragihandinê dişopînin. Piştî ku Donald Trump dest bi kar kir 8 hezar rûpelên ku ji zêdetirî 12 malperên hikumetê hatin sîlkirin, di encamê de rojnamev an û şopîner ji zanyariyên girîng ên li ser tenduristî, ewlehî û mijarên din mehrûm man. Li hêleke din 180 radyoyên gelemperî yên ku gefa rawestina kar xwarin, di wê demê de rapor nîşan dan ku rêveberiya Trump plan dike ji Kongreyê bixwaze ku 1.1 milyar dolar ji fonên xizmeta weşana giştî ya hatibû veqetîne.
Di heman demê de 74 rojan Ajansa Associated Press ji Koşka Spî hate qedexekirin ji ber ku wê peyva Kendava Meksîkayê bi kar tanî, Trump Kendava Amerîka vî navî bi kar tîne. Herwiha 64 şîroveyên êrîşkar ên Trump li ser platforma Truth Social ji dema sondxwarina xwe ve kirin. Ji bilî êrîşên şexsî yên birêkûpêk ên li dijî medyayê di konferansên çapemeniyê û axaftinên giştî de, Trump hema hema her roj platforma xwe bi kar tîne da ku heqaret bike, gef bike an jî rojnamevan û xebatkarên medyayê yên ku wî û rêveberiya wî rexne dikin bitirsîne. Li aliyekî din 6 lêpirsînên ji hêla Komîsyona Ragihandinê ya Federal (FCC) ve li dijî saziyên medyayê yên wekî CBS û Disney, şîrketa ABC, Comcast, şîrketa NBC, weşanên giştî NPR û PBS û tora televîzyonê ya KCBS li California hatine kirin. Herwiha 4 dozên şexsî yên Trump li dijî saziyên medyayê yên CBS, rojnameyên Des Moines Register û Gannett, û Navenda Pulitzer hatin pêşkêşkirin.
Di milê zagonî de parstina rojnamevan û rojnamegeriyê?
Xebatên rojnameger û pisporên din ên di medyayê de dixebitin bi gelemperî rastî astengiyên wekî çavtirsandin, destdirêjî û tundûtûjiyê tên. Wekî ku di biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222 a sala 2015’an, biryara Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 33/2 ya 29’ê Îlona 2016’an û biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 70/162 ya 17’ê Kanûna Pêşîn a 2015’an de, van kiryaran pênase dike, herwiha li ser ewlehiya rojnamegeran û mijara bêcezabûn tekez dike û ev biryar bang li dewletan dikin ku ji bo çareserkirina van xetereyan tedbîran bigirin. Herwiha biryara UNESCO’yê ya hejmar 29 şermezarkirina tundiya li dijî rojnamegeran ya 12’ê Mijdara 1997’an û Ragihandina Medellînê ya Ewlekariya Rojnamegeran û Têkoşîna li dijî Bêcezabûna wan ku ji hêla UNESCO’yê ve di 4’ê Gulana 2007’an de hat qebûlkirin, biryara Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 12/16 ji bo azadiya raman û derbirînê ya 30’ê Îlona 2009’an hem jî biryara 21/12 ya 27’ê Îlona 2012’an a li ser ewlehiya rojnamegeran, herwiha biryarên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên bi hejmara 68/163 ya 18’ê Kanûna Pêşîn a 2013’an û 69/185 a 18’ê Kanûna Pêşîn a 2014’an li ser ewlehiya rojnamegeran û mijara bêcezabûnê, tekeziyê li ser parastina rojnamevanan dikin. Terzê Donald Trump rengek ji rengê hedefgirtinê ye, ev yek jî dihêle astengî ji rojnemevan û saziyên çapemeniyê re derkevin, lewma jî divê Trump van biryarên cîhanî yên ku qada çapemenî û ragihandinê diparêze, li ber çavan bigire û li gorî wan tevbigere.






