Can Yûsiv
Helbestvan Ayjan Gorî sembola jina Kurd a ku peyv kir rêya azadiyê. Helbestvan Ayjan bi bedewiya tîpên xwe û bi rewanbêjiya wateyên xwe tê cudakirin, lewra peyvên wê bi nermî û dilpakî diherikin dilan, birînan derman dikin û rihetî û aramiyê didin giyan.
Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di wêjeya Kurdî de roleke sereke lîstin, ji ber ku nivîsên wan ne tenê afirînerî bûn, lê kiryareke çandî ya berxwedanê bû ku alîkarî kir di bilindkirina hişmendiya neteweyî û xurtkirina nasname û girêdanê de, ewan pênûs veguherandin amûrekî têkoşînê û nivîsên wan bûne neynika êş û hêviyên civakê û tomarek zindî ku bîranîna kolektîf diparêze.
Herwiha wan di parastina mîrateya çandî û zimanî ya Kurdî de rolek girîng lîstin, bi riya parastina ziman û veguheztina wê ji bo nifşên nû, bi vî awayî, kar û berhemên wan bûne pirek ku paşerojê bi dema îroyîn re girêdide û nasnameya xwe zindî û nû dike.
Helbestvana Kurd “Ayjan Gorî” yek ji wan helbestvanan tê hesibandin ku pênûs û tîpên xwe terxan kiriye ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî, lewra ruhê girêdanê, dengê nasnameyê û dilpakiya derbirîna xem û hêviyên gelê Kurd di nivîsên wê de diyar dibe.
Helbestvana Kurd Ayjan Gorî (Koçerê) di 10’ê Adara 1991’an de li gundê Kêşikê yê herêma Dêrikê, ji dayîk û bavek Kurd (Salih û Xedîce), di malbateke Kurd a kedkar, welatparêz û xwedî nirxên resen û girêdayî ruhê Kurdewariyê de hatiye dinyayê.
Ew di nav malbatek ji neh zarokan pêk tê mezin bûye (pênc xwîşk û çar bira), û di nav wan de ew ya navîn bû, ku vê rewşê jê re ezmûnek malbatî ya hevseng û dewlemend bi girêdana navendî û ruhê civakî pêşkêş kir.
Dê û bavê wê ew li ser nirxên azadî, hezkirina mîrasê, girêdana bi xakê, dilsoziya bi welat û wefadariya bi nasnameyê ve mezin kirine, ev nirxên bingehîn paşê di hişmendiya wê ya wêjeyî û riya afirîner de derketine holê.
Helbestvan Eyjan keça bajarê Dêrikê ye, bajarekî jîndar, dewlemend bi mîrata xwe ya kevnar a çandî û wêjeyî, ku di dirêjahiya dîroka xwe de bûye dergûşa çand û hunerê, û navendeke diyar a helbestvan, nivîskar û hunermendan.
Dêrik gelek navên ronî di warê helbesta Kurdî de anîne jiyane, wek (Ehmed Şêx Salih, Omer Elî, Lorî Tildarî û Elî Çil Axa), her weha gelek hunermendên ku şopên zelal di bîra çandî de hiştine jî hembêz kirine, wek (Mihemed Tayib Tahir, Ebdo Elanê, Cemal Sa’dûn û hinên din).
Ev bajar di zinar û kevirên xwe de mîrateya şaristaniyên kevnar ên Mîtaniyan û Hûriyan hildigire, li deşt û çiyayên wê bêhna Sûbarî û Mediyan jê diherike, di dirêjahiya dîrokî ya kûr de ku wê dike qada jiyanê ya bîr û nasnameyan.
Di vê jîngeha dewlemend a çandî de, serpêhatiya Ayjan a wêjeyî, di bin bandora ruhê cih û dirêjbûna wê ya dîrokî û mirovî de despê dike.
Wê zarokatiya xwe li kolanên gundê xwe yê kevnar “Kêşikê” û li ser şînwar û pêmayên “Aşê Keçkê, goristana Keçka Kezî û bermayiyên gundê Kêşika kevnare” derbas kir, ku ev xake çîrokên bav û kalan vedihûne û lehengiya wan ji nifşekê bo nifşekê din re vedibêje, li wir, destpêka wê ya yekem di navbera sadebûna cih û kûrahiya girêdana bi erd û nasnameyê de çêbûye.
Wê îlhama peyvên xwe yên helbestî ji xuşîna kaniyên xweşav ên gund û ji xumxuma çemê Kêşikê wergirtiye û ew di hembêza xwezaya bedew a Kêşikê de mezin bûye, ku lê pirpirîkan dêmên gulan hembêz dikirin û bêhna nanê germ ji malên wan difûriya.
Her wiha hişmendiya xwe ya wêjeyî û çandî jî ji çîrokên dapîrên xwe yên ku di şevên tarî yên zivistanê de vedigotin di girt û ji awazên jinan li zeviyan, ji stranên palevanan yên di demsala çinînê de û ji sirûdên şivanan ên li mêrgan fêr bûye, bi vî awayî ruhê wê ji aheng û çîrokan têr bûye.
Di vê qada dewlemend de, hişmendiya wê ya yekem şîn bû û hezkirina ji bo ax, ziman û nasnameya wê di giyanê wê de derket holê, ev hemû bûne bingeh û tovekî zindî ji bo ezmûna wê ya afirînerî û rêveçûna wê ya wêjeyî.
Ji zarokatiya wê ve, nîşaneyên hestê edebî di hundirê wê de çêdibin, ji ber ku meyla wê ya wêjeyî di sêzdeh saliya wê de dest pê kiriye, dema ku ziman li ber wê asoyên vegotin û vedîtinê vekirin, bi derbasbûna demê re, wê dest bi nivîsandina ramîn û kurteçîrokan kir, di hivdeh saliya xwe de bi awayekî rastîn dest bi karê xwe yê wêjeyî kir, mîna ku wê zû girîngiya peyvê fêm kiribû, wek bîranînek ku qet winda nabe.
Taybetmendiyên wê yên destpêkê di hembêza xwezaya Kurdî û rîtma jiyana rojane a aram de pêk hatin, ew di nav malbateke dilsoz û hevgirtî de, di bin lênerîna diya xwe Xedîce û bavê wê Salih de mezin bûye, ku bi hev re bingehek mirovahî ya xurt ava kirin ku di avakirina hişmendiya wê ya destpêkê de û di xurtkirina hesta berpirsiyariyê ya wê li hember xwe û derdora xwe rolek lîstin.
Eyjan dibistana seretayî û amadeyî di gundê xwe Kêşikê xwend, paşê jî xwendina xwe ya navîn (lîseyê)di beşa edebî de, di navbera dibistanên Kêşikê û Dêrûna Axê de bi dawî kir, berî ku dest bi xwendina zanîngehê bike di sala yekem de li Koleja Hiqûqê li Zanîngeha Firatê li Hesekê, li wir, hevrêzîyek di navbera perwerdeya qanûnî û dîtina edebî de çêkir, da ku cîhanê baştir fêm bike û ezmûna xwe biafirîne.
Helbestvan Ayjan di destpêkê de berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê erebî di nivîsand û dest bi nivîsandina helbest, gotar û çîrokan kir, di nav qadeke zimanî de ku bû yekem amrazên wê yên îfadekirina xwe û cîhanê, bi pêşketina ezmûna wê û zêdebûna hişmendiya wê ya çandî û mirovî re, nivîsên wê berfirehtir bûn ku bi kûrahiyeke zêdetir nasname û rastiyê îfade bike.
Ji ber hesta xwe ya netewî û girêdana bi nasnameya xwe ve, piştre fêrî zimanê Kurdî bû, hem xwendin hem jî nivîsandin, da ku bibe beşek bingehîn ji amûrên wê yên afirînerî, piştî vegera wê ji Herêma Kurdistanê di sala 2015’an de, tevlî qada perwerdeyê bû û li wir wek rêveberê dibistanê xebitî û çend salan mamostetî jî kir. Di vê qonaxê de, wê di warê çandî û zimanî de xwe bi pêş xist, di zimanê Kurdî de xwe kûr kir û dest bi nivîsandina helbest û çîrokan kir.
Ev guherîn ne tenê veguheztineke zimanî bû, lê berdewamiyeke rêwîtiya ramyarî û ruhî bû ku ziman ji nû ve wek nasname, bîranîn û girêdana xwe nîşan da, ew bû derfetek ku xwe bi du zimanan û bi dewlemendiyeke berfireh di ezmûna xwe ya edebî de îfade bike.
Helbestvan Eyjan helbest bi zimanên erebî û Kurdî nivîsandiye, bi şêwaza helbesta nûjen û helbesta azad ku xwe dispêre rîtma hundirîn û wêneyên helbestî yên azad û xwe ji qeyd û bendên kevneşopî azad dike, vê yekê derfet da wê ku bi awayekî azad û kûr derbirîna ezmûna xwe ya mirovî û çandî bike.
Di kariyera xwe ya edebî de, Eyjan ji gelek sembolên edebî bandor girtiye, wek Cegerxwîn, Melayê Cizîrî û Konê Reş, li gel Adonis û Maxût, her weha ji edebiyata Yewnanî jî sûde girtiye û bi bandor bûye, ku ev yek bû sedema berfirehkirina asoya wê ya sembolîk û rewşenbîrî û dewlemendkirina ezmûna wê ya helbestî.
Şarezayiya wê ya wêjeyî tenê bi nivîsandina helbestê re sînordar nema, lê berfireh bû ku gotar, çîrok û roman jî bigire nav xwe, li gel xebata wê ya berdewam di warê helbestê de, bi pirrengiyeke ku berfirehiya ezmûna wê ya edebî û dewlemendiya amûrên wê yên derbirînê nîşan dide.
Helbestvan Ayjan di 27’ê mijdara 2025’an de yekemîn dîwana xwe ya helbestan a bi navê “Bêhna Giyan” bi zimanê erebî çap kir, ku ev serpêhatiyek e ku tê de gihîştina hestyarî û dîtinek helbestî ya taybetî nîşan dide, her wiha berhemeke wê ya din a bi navê “Dema Kevir Dipeyive” jî bi zimanê Erebî hatiye çapkirin, lê ji ber şert û mercên ku herêm têre derbas bûye, heta niha nehatiye weşandin.
Her wiha pênc destnivîsên wê yên helbestî hene ku di navbera zimanên erebî, Kurdî û romanê de belav bûne, dîwanên wê yên bi zimanê erebî evin:
1- Cixara min.
2- Kurdistan bi xîmava çiya.
3-Romana “Xwişka Mezin”.
Yên bi Kurdî nivîsandîn jî evin:
1-Dara berû
2- Li xwe bigere
Di cihêrengiyeke ku dewlemendiya serpêhatiya wê û pirbûna asoyên wê yên afirîner nîşan dide.
Di nav helbestên wê yên herî navdar ên bi zimanê Erebî ev in:
1- Bîranînke ku nayê jêbirin.
2- Êşa vegerê.
3- Bermayiyên evînê.
Her wiha yên bi zimanê Kurdî jî evin:
1- Eşqa îlahî
2- Destê te
Di nivîsên wê de mijarên bîranîn, hesret û xweparêzî bi kûrahiyeke mirovî ya zelal têne nîşandan, ku ezmûna wê ya edebî bi rengekî hestyarî û taybet diyar dike.
Helbestên wê tenê di rûpelan de sînordar neman, lê derbasî wargehên berfireh bûne, ku li wir hin nivîsên wê bi teknîkên nûjen hatine veguherandin bo berhemên stranbêjiyê, wek “Dîroka Kurd”, “Mela Mistefa Barzanî” û “Ez im Kurdistanim”.
Ev hewldan ji bo berfirehkirina helbestê ber bi qadê dengî ve û gihandina wê ji raya giştî re bi ruhê nûjen hatiye kirin.
Ji hêla kesayetî ve, ew zewiciye û dayika pênc zarokan e: (Ayînda, Binaz, Mîran, Oumîd û Ibrahim) û dayîkbûn beşeke sereke ya ezmûna wê ya mirovî û afirînerî pêk tîne, wê di nivîsarên xwe de hêstek kûrtir zêde kir, ku di hestiyariya nivîsarên wê û rastiya vegotina wê de xuya dibû.
Helbestvan Eyjan qet tucarî ji çalakiyên çandî û wêjeyî yên girêdayî bi doza gelê xwe dûr nebûye, ji ber ku di gelek ji van helkeft û çalakiyan de xwedî hebûnek çalak û bi bandor bû.
Ew endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan e û di gelek şevbihêrkên helbestî de beşdar bûye, wek yên Berzîn û Binislawê di sala 2013an de (Hewlêr), ji bilî beşdarbûna wê di Roja Helbesta Kurdî, Pêşangeha Pirtûkan a Hrerkolê li Qamişlo di sala 2026’an de û 11mîn Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê.
Her weha hebûnek wê ya ragihandinî jî hebû, bi riya Radyoya Arta û Kanalê War TV di çarçoveya bernameya “Axwar” de, ji bilî xebata berdewam li ser platformên medyaya civakî.
Wê bawernameya rêzgirtinê ji aliyê (Liqê 16ê li Binislawê – Herêma Kurdistanê) wergirt, rêzdarî ji kar û xebatên wê yên wêjeyî re.
Helbestvan Ayjan bi bedewiya tîpên xwe û bi rewanbêjiya wateyên xwe tê cudakirin, lewra peyvên wê bi nermî û dilpakî diherikin dilan, birînan derman dikin û rihetî û aramiyê didin giyan.
Ew niha di lûtkeya dan û afirîneriya xwe de ye, bê sek û westan nivîsandinê bi hewes û biryardariyeke mezin didomîne, tevî şert û mercên dijwar û zehmetiyên ku pê re derbas bûne, da ku peyvên wê nîşana pêdarî û bedewiya mirovahiyê di heman demê de bimîne.
Hêviyên min ji bo wê serkeftin û ronahiyek zêdetir di rêça wê ya afirînerî de.






