Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kirîza aborî û xizmetguzarî li Dêrazorê kûrtir dibe

29/04/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Kirîza aborî û xizmetguzarî li Dêrazorê kûrtir dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Piştî kontrolkirina bajarê Dêrazorê ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyê ve, astengî û aloziyên aborî her ku diçe zêde dibin. Di heman demê de ji ber kêmbûna derfetên kar, asta bêkarî û xizaniyê bilind dibe û xizmetguzariyên bingehîn jî bi giştî tên hilweşandin.

Li bajarê Dêrazorê di rewşeke aborî ya kur û tevlihev dijî, herwiha aloziyên wekî bêkarî, bilindbûna lêçûna jiyanî û hilwişîna xizmetguzariyên bingehîn ketine nava hev de, digel nehevsengiyên di avahîsaziya bazara kar de û qelsbûna tevgera aboriya giştî. Ev rewş bi awayekî berbiçav zêde bû piştî derketina Hêzên Sûriya Demokratîk ji bajêr û kontrolkirina wê ji hêla hikumeta Sûriyê ya demkî ve. Li gorî malperên medyayê ku ji şêniyên wan deveran girtine hatiye destnîşankirin ku bi awayekî zelal asta xizmetguzariyê û hilwişîna şiyana jiyanî bi paş vegeriyaye, ligel bilindbûna buhayên û kêmbûnên madeyên bingehîn ku rewşa aborî li ser şêniyan wekî zexteke mezin çîkiriye.

Ev faktor bi giştî bûne sedema ku kirîzeke aborî ya mezin derkeve holê, ku bi awayekî rasterast bandor li ser jiyan û arsta jiyanî ya şêniyan nîşan dide, di çarçoveya nebûna çareseriyan û nebersivdayîneke guncav ji bo van zehmetiyên heyî.

Bazara kar… bêkariya bilind û nehevsengiya di mekanîzmayên kar de

Bazara kar li Dêrazorê ji sektorên herî ku bi rewşa heyî bandor bûye. Bajêr ji rêjeyên bilind ê bêkariyê êşê dikşîne bi taybet di nava kategoriya ciwanan û derçûnên zanîngehan de. Ev mijar ne tenê di kêmbûna derfetan de sînorkirî ye, lê gihaştiye wekî ku li gorî şêniyan tê wesifandin “nebûna edaletê” di teyînkirina karmendiyê de.

Şahidiyên herêmî nîşan didin ku geleke teyînkirinên ji bo kar, heta yên ku bi fermî hatine raghandine, ne li gorî pîvanên karîgeriyê an jêhatiyan têne bijartin, lê heta astekê waste an jî têkiliyên eşîrtî roleke giring di pejirandina diyarkirina kesên tên qebûlkirin. Ev rastî hiştiye ku hejmareke mezin ji karîgeriyên zanistî bêne paşguhkirin herwiha valahiyekê di navbera perwerde û bazara kar de çêbike.

Xizanî û kêmbûna hêza kirînê li Dêrazorê

Li gel bilindbûna rêjeyên xizaniyê, kêmbûna hêza kirînê ya şêniyan, ku ji ber kêmbûna çalakiyên aborî û kêmbûna derfetên kar, dirêj dibe. Ev yek bi nebûna projeyên pêşketinê yên bi bandor û veberhênana qels ve girêdayî ye, ku bûye sedema bêkarîya berfireh, di heman demê de neçar dike ku beşek mezin ji gel xwe bispêre karên nearam û demkî ku dahatiyek têr an domdar peyda nake.

Rewş ji ber wasteyên berbelav û nebûna dadperweriyê di teyînkirina di kar de hîn xirabtir dibe, ku gelek kesên jêhatî ji derfetên kar bêpar dihêle û nerazîbûna civakî zêde dike. Ev rewş hiştiye ku gelek şêniyên herêmê xwe bispêrin alîkariyêm mirovî, ku ev alîkarî jî bi awayekî dadperwer nayê belavkirin, nemaze ji ber erdnîgaiya bajêr a dûr.

Kirîza nan…nîşaneya lawazbûna ewlehiya xurekê ye

Krîza nan li Dêrazorê mînakek eşkere ye ku xirabûna rewşa ewlehiya xwarinê li bajêr nîşan dide. Buhayên nan bi awayekî berbiçav zêde bûne, di heman demê de kalîte û rêjeya wê kêm bûye.

Li gorî agahiyên ku ji Çavdêriya Mafên Mirovan hatiye bidest xistin, buhayên her kîsek nan ji nangehên fermi yên girêdayî hikumeta demkî 3500 lîreya Sûrî ye, herwiha buhayê nanê Siyahî dighêje 5500 lîreya Sûrî, ku ev yek barekî zêde li ser şêniyan ferz dike, bi taybet ligel sînorkirina dahata gelek malbatan.

Di heman demê de welatî ji kalîteya nebaş a ardê ku tê bikaranîn û nebicîhanîna taybetmendiyên pêwîst, ji bilî kêmbûna mîqdarên pêşkêşkirî gazinan dikin, ku ew neçar in ku bi saetên dirêj li ber nangehan bisekinin bêyî ku têra xwe bistînin.

Malbat bi bijarteyên sînorkirî di navbera nanê bi kalîteya nebaş û buhayên bilind de rû bi rû dimînin, ku ev yek berpirsiyariya dabînkirina vê kelûpela bingehîn dixe ser milê rayedarên peywendîdar, di nav daxwazên ji bo baştirkirina kalîteyê, zêdekirina mîqdarê û kontrolkirina buhayan de, da ku mafê welatiyan ji bo bidestxistina nan bi awayekî baş were garantîkirin.

Sektora enerjiyê… kirîza elktrîkê

Sektora enerjiyê yek ji mezintrîn pirsgirêkên li Dêrazorê ye, ku şêniyên wê ji qutbûnên tevahî yên elektrîkê êşê dikşînin, nemaze li deverên gundewarî. Ev qutbûn bi salan e berdewam dike, ev pirsgirêk şêniyan neçar dike ku xwe bispêrin çareseriyên alternatîf.

Di salên borî de şêniyan xwe dispartin jeneratoran ji bo dabînkirina elektrîkê, ku wekî vebijarka sereke bûn, ji ber ku ji mazota piştgirî ya ku heftane dihat belavkirin sûd digirtin, tevî sînorkirina van çareseriyan lê heta astekê şêniyan karên xwe pê diqedandin. Lê niha bi guhertina serweriya herêmê digel rawestandina piştgiriyê û hilwişîna binesaziya toreyên elktrîkê di heman demê de diyarkirina buhayên mazota xizmetê ji hêla aliyên peywendîdar di hikumeta demkî, pêk hat. Di encamê de buhayê lîtreyek mazotê ji 10 hezaran lîreyan derbas bû, ji ber vê yekê xebitandina jeneratorê pir biha bû.

Ji bo sîstemên enerjiya rojê, tevî karanîna wan a berfireh jî, ew çareseriyek berfireh peyda nakin, ji ber lêçûnên wan ên bilind û kapasîteya hilberînê ya sînorkirî, nemaze di şert û mercên hewayê yên ne guncaw de.

Ev yek rasterast di bilindbûna buhayê nan, lêçûnên veguhastinê, berhemên çandiniyê de û rawestandina piraniya jeneratorên ku elektrîkê ji bo taxan dabîn dikirin, hat nîşan dan.

Sotemenî… bilindbûna buhayan û nehevsengiya bazarê

Dêrazorê ji ber krîza kêmbûna sotemeniyê, bilindbûna buhayan û kêmbûna berhemên bingehîn ên petrolê (mazot, benzîn, gaz) nerazîbûneke zêde ya gel nîşan dide, ku bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya şêniyan û xizmetên bingehîn ên wekî germkirin, veguhastin û çandiniyê kiriye, di nava daxwazên gel de ji bo dîtina çareseriyên bilez û domdar.

Buhayê sotemeniyê li Dêrazorê bi awayekî berbiçav zêde bûye, di demek kurt de du qat zêde bûye. Buhayê mazotê gihaştiye nêzîkî 9 hezar û 400 lîreyên Sûrî û yê benzînê jî gihaştiye zêdetirî 10 hezar û 700 lîreyên Sûrî, ku ev yek bûye sedema zêdebûna lêçûnên veguhastin û hilberînê.

Ev zêdebûn bi çend faktoran ve girêdayî ye, di nav wan de kêmbûna dabînkirinê û binesaziya qels, di heman demê de biryara qedexekirina heraqatên kevin ku alternatîfên erzantir pêşkêş dikir, tevî zirara wan a ku dighaşt jîngehê.

Ev zêdebûn ji aliyê geleke malbatên herêmê ve rastî nerazîbûneke mezin hat, ji ber ku buhayên bilind barekî din li ser wan zêde dike, herwiha bi sedan ji gelên herêmê ji derfetên kar ku heraqatên kevin ji wan re peyda dikirin, bêpar dike. Gel didîtin ku rewş ew ê piştî ku zeveiyên petrolê vegerin bin kontrola dewletê baş bibe, berhemên petrolê dê peyda bibe û buhayê wê kêm bibe, ne berovajî.

Herwiha ev yek bû sedema ku gelek karkerên di vê sektorê de çavkaniyên dahata xwe winda bikin, ku ev yek rêjeyên bêkariyê zêde kir û bandorek neyînî li aboriya herêmî kir.

Nirxandinên di navbera jîngehê û aborî de

Krîza heraqatên petrolê yên kevin balê dikşîne li ser zehemtiya hevsengiya parastina jîngehê bi îstîqrara aborî re nîşan dide. Her çend van heraqatan kar û berhemên petrolê yên erzan peyda dikirin jî, lê di heman demê de bûn sedema qirêjiyek xeternak, ku bû sedema derketina zirarên mezin ên tenduristî û jîngehê.

Hin pispor dibînin ku çareserî ne di vegera van pratîkan de ye, lê belê di dîtina alternatîfên domdar de ye, wekî avakirina yekîneyên rafineriyê yên piçûk ku li gorî pîvanên jîngehê dixebitin û peydakirina derfetên kar ên alternatîf ji bo karkerên bandordar.

Rewşa aborî ya li Dêrazorê komek ji pirsgirêkên aloz nîşan dide ku destwerdana lezgîn û stratejiyên demdirêj hewce dike. Tevî çavkaniyên xwezayî yên zêde, herêm ji rêveberî û veberhênana qels êşê dikişîne, ku ev yek krîzên wê girantir kiriye.

Ji bo vejîna aborî li Dêrazorê, nêzîkatiyek berfireh hewce dike ku reformên aborî, başkirina xizmetguzariyan û piştgiriya ji bo însyatîfên herêmî di nav xwe de bigire, da ku pêşketinek domdar a ku sûdê dide şêniyan misoger bike.

Di çarçoveya rewşa heyî, paşeroja bajêr hîn jî girêdayî şiyana rayedarên peywendîdar e ku bersiva van pirsgirêkan bidin û wan veguherînin derfetên pêşketin û ji nû ve avakirinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.