Ehmed Hesen
Di nava sîstemên faşîst û ne Demokratîk de edaleta ku behsa parastina mafên civak û mirovan dikin gelek in û her edaletek li gorî rêûresma ku ew sîstem xwe sîstematîze dike zagonên xwe datîne, di rastiya têgîna edaletê de ya rastî azadî tê pênasekirin û dîtin, edaleta civakî xwedî xisletên parastina exlaq û nirxên civakî yên resen e, di heman demê de çi biryar û bendên ku di nava xwe de digire diviya destpêkê parastina nirxên civakî û pirçandiya wê civakê di ber çavan re derbas bike, ango dijbertiya çand, tûre, ziman û rastiya civakî nake, di heman demê divê bibe sîpereke rasteqîn a parastina van pîvanan. Ya rastî di roja îroyîn de rêjeya makezagonên sîstemên di rojhilata navîn de hene gelek li pêş in, lê bi qasî wê rêjeyê jî mafên civakan nayên parastin, berovajî wê dizî, kuştin, çetetî, cudabûna etnîkî, Olî û mezhebî her ku diçe kûrtir dibin, ji ber van sedeman belkû bi hezaran jin, zarok û ciwan rastî bêedaletiya di derheqê civakê û prensîpên wê de hatine û ji mafên xwe yên jiyanî mehrûm hatine hiştin, nexasim li Îranê tevahiya sîstema dadwerî ya welat “ji Dadgeha Bilind bigire heta dadgehên herêmî” hemû jî di bin rêveberiya Wezareta Dadê ya Îranê de ye, ji bilî Wezîrê Dadê û Serokê Dadgeha Bilind ku ew jî ne xwediyên dayîna biryara destûrên bilind in, bi vî rengî tiştek bi navê edaleta civakî li holê nehatiye hiştin, a rast edaleta heyî edaleta parastina serweriya sîstema Îranê ye, ne ya gelê Îranê ye. Di heman demê de ji bo kurdan jî edaleta heyî heta mafên wan ên hêsan weke axaftina bi zimanê kurdî û nivîsandina wê li ser hinek malperan qedexe dike û cînayeta wê bi cezaya darvekirinê dibire, ev di bingeha xwe de ji naveroka edaletê wêdetir e, nabe exlaq jî, lê belê dibe nîjadperestî û perçiqandina mafên bingehîn ên civakê ye. Dîsa li Sûriye bi sedan kujerên ku li ser destên wan gelê Elewî û Durzî hatine qetilkirin, dûrî cezaya edaletê hatine ragirtin. Dîsa di Turkiye de sûcdarên komkujiyên li Roboskî, Efrîn û Serê Kaniyê pêk anîne serbest in, ev hemû kiryarên ku edaleta dewletê lê napirse, encama kiryara wê dewletê ne û bi borîna salan re li ser wan dozan tê nixumandin û jibîrkirin. Di heman demê de edaleta heyî di şeran komkujiyan rewa dikin, koçberiya bi darê zorê normal dibînin, bikaranîna çekên ku qaşo qedexekirî ne paşguh dikin û jiyana civakî bi zagonên tacîzî dadigirin. Lewma jî civak her ku diçin dibin koleyên van zagonan û di bin navê edaleta civakî de bê maf û edalet dimînin. Ji bo edaleteke rasteqîn, mirov xwe bispêre pirensîpên civaka xwezayî ya ku di nava xwe edaleteke xwebûnî û dûrî navendîtiyê dihewand, dê dihatir bikaribe rastiyan ji hev derxîne.






