Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di cîhanê de mezinkirina zarokan li ser fikrên tundûtûjiyê

29/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di cîhanê de mezinkirina zarokan li ser fikrên tundûtûjiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Di serdema modernîteyê de çima diyardeyên mezinkirin û neçareserkirina tundûtûjiyê li gel zarokan derdikevin holê, gelo dixwazin bi vê yekê civakê bi nifşên nû ji hev bixin?

Yekem mînaka tundûtûjiya mirovan a ku di dîrokê de li seranserê hemî netewe, çand û şaristaniyan de hatiye tomar kirin, vedigere destpêka hebûna mirovan li ser Erdê, dema ku Qabîl birayê xwe Habîl kuştiye. Ji ber vê yekê, yekem mînaka tundûtûjiya mirovan a tomarbûyî tundûtûjiya navmalî bû, û tundûtûjiya di navbera mirovan de hîn jî di bin lêkolîn de ye.

Di nava vê rapora xwe de me xwest em balê bikşînin li ser şêwayê avakirin, mezinkirin û rêxistinkirina zihniyeta tundûtûjiyê di nava zarokan de, çawa zarok rûbirûyê ku li ser zihniyeteke tund bêne mezinkirin û ev yek çawa bi demê re bandorê li ser kesayeta wan dike ku dihêle di encam de bibe xudiyê karektereke dund, hişk û metirsîdar. Dibe ku sedemên avakirina vê zihniyetê li gel zarok û ciwanan vedigere gelek bûyer û sedeman, ji ber wê yekê em ê vê xalê û gelek xalên din di hundir rapora xwe de bînin ser ziman û çawaniya çareserkirina vê diyardeyê di nava civakê de.

Di cîhanekê de ku divê ji bo zarokan cihê herî bi ewle be, lê belê hejmarên ku hatine tesbîtkirin rastiyek xemgîn eşkere dikin. Her sal bi sed mîlyonan zarok rastî cûrbecûr cûreyên tundûtûjiyê tên ku li ser tevger û pêşkeftina wan a psîkeolojîk bandoreke kûr dihêlin. Ev ne tenê bi rûbirûbûna tundûtûjiyê ve sînordar dimîne, lê di heman demê de digihêje avakirina zihniyeteke tundûtûj di zarokan de jî ku dibe paşê veguhere reftareke mayînde ku vê diyardeyê di civakê de ji nû ve hilberîne.

Raporên navneteweyî nîşan didin ku ji nîvê zêdetir zarokên cîhanê, nêzîkî milyarek, salane rastî hin cureyên tundûtûjiyê tên, çi li malê, çi li dibistanan, çi jî li kolanan. Ev belavbûna berfireh a tundûtûjiya li dijî zarokan ne tenê dike pirsgirêkek takekesî, lê di heman demê de dike pirsgirêkek gerdûnî ku mudaxeleyeke lezgîn hewce dike.

Çawa hişmendiya tundûtûjiyê çêdibe?

Pispor dibêjin ku zarok bi tundûtûjiyê nayê dinê, lê belê hêdî hêdî bi saya hawîrdora xwe vê tevgerê bi dest dixe. Di nav van faktoran de ya herî girîng fêrbûna bi çavdêrîkirinê ye ku zarok reftarên ku dibîne teqlîd dike, çi di nav malbatê de be çi jî bi rêya medyayê be.

Dêûbavtiya tundûtûj jî di xurtkirina vê şêwazê de roleke girîng dilîze, ji ber ku lêdana bi domdar, îhanetkirina zarokan rê li ber wê ramanê vedike ku zordarî rêbazek rewa ye ji bo çareserkirina nakokiyan. Hawîrdora civakî jî roleke sereke di avakirina vê zihniyetê di serê zarokan de, dilîze. Bi taybet li deverên ku ji xizanî an jî şerê çekdarî dikişînin ku tundûtûjî dibe beşek ji jiyana rojane. Deverên ku tê de her tim şer, pevçûn, bikaranîna çekan û piratîkên ku ji aliyê çeteyan li hember gel tên derketin, ev yek dibe sedema herî mezin a avakirina kesayeteke tund di zarokan de. Mînaka wê ya herî mezin jî Rojhilata Navîn e!.

Perwerdehiya nerasterast li ser tundûtûjiyê

Her çendî zarok di pir rewşan de perwerdehiya rasterast a tundûtûjiyê wernegirin jî, tiştek heye ku dikare wekî “perwerdehiya nerasterast” were binavkirin ku bi rêya normalîzekirina tevgerên tundûtûjiyê çêdibe, wekî rewakirina lêdan wekî rêbazek dîsîplînê, an teşwîqkirina zarok ji bo bersivdayîna bi tundûtûjiyê.

Dema ku zarokek bi rêya tundûtûjiyê bêyî cezakirin tiştê ku dixwaze bi dest dixe, ew fêr dibe ku ev tevger bi bandor e. Ev rewş aloztir dibe dema ku alternatîfên perwerdehiyê yên ku şêwazên diyalogê û xwekontrolkirinê fêrî zarokan dikin nebin.

Yek ji encamên herî tirsnak ên lêkolînan ew e ku zarokên ku rastî tundûtûjiyê tên, îhtîmala ku paşê wê bikin zêdetir e, û ev yek çerxek xerab diafirîne ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhestin. Ev pêşketina tundûtûjiyê li gel zarokan di piratîkên wan yên di dibistan, civak, malbat û li hewîrdora wî de derdikeve pêş. Ji ber wê jî em gelek mînakên di asta gerdûnê de dibînin ku zarok bûne weke kesên mezin û li hawîrdora xwe atmosfereke tirsnak û tund dane avakirin.

Sedemên tundûtûjiya li ser zarokan:

Faktorên civakî û pîskolojîk

Zextên civakî di tevgerên zarokan de roleke mezin dilîzin. Malbatên ku pirsgirêkên aborî an civakî dijîn, bandorek neyînî li ser zarokên wan dike. Ev zarok dikarin rastî zextên derveyî werin ku wan ber bi tundûtûjiyê ve wekî rêyek ji bo îfadekirina hestên xwe an jî bidestxistina tiştê ku ew dixwazin ve dibe.

Tevlîheviyên derûnî dibe sedema ku bandora wan li ser reftarên zarokan bike. Ev hest dikarin wan ber bi nîşandina tevgerên êrîşkar ve bibin. Wekî din, nekarîna îfadekirina hestan bi awayekî rast dikare bibe sedema pêşketina nêzîkatiyên ne tendurist ku di terzên wan yê civakî de bandoreke xirab dike.

Faktorên jîngehî û çandî

Jîngeha derdorê faktorek girîng e di şekildana reftara zarokan de. Zarokên ku di jîngehên tundûtûj de mezin dibin an jî dibin şahidê pevçûnan pir caran, dikarin van tevgerên êrîşkar teqlîd bikin. Bi heman awayî, bandora hevalên wan ên ku tundûtûjiyê dikin dikare reftarên xirap xurt bike.

Rola çandî di pêşxistin an jî pêşîgirtina li tundûtûjiyê di nav zarokan de. Nirxên çandî dikarin roleke girîng di qebûlkirin an jî redkirina tundûtûjiyê de bilîzin. Di hin çandan de, reftarên êrîşkar dikarin wekî beşek qebûlkirî ya normên civakî werin hesibandin, lê di hin çandên din de efukirin û diyalog têne teşwîqkirin. Ev cûdahî bandorê li ser awayê ku zarok li ser mezin dibin dike.

Bandora medyayê û tekneolojiyê

Lêkolîn nîşan didin ku naveroka medyayê dikare asta şîdeta di nav zarokan de zêde bike. Bernameyên televîzyonê û lîstikên vîdyoyê yên ku dîmenên tundûtûjiyê dihewînin dikarin van reftaran normal bikin, û bibin sedem ku zarok bêtir tiştên ku dibînin teqlîd bikin.

Tekneolojiya nûjen dibe sedema guhertina şêwaz û reftara zarokan. Bikaranîna naveroka tundûtûjîyê li ser înternetê û medyaya civakî dibe ku meyla wan a ber bi tundûtûjîyê ve zêde bike, ji ber ku rûbirûbûna berdewam a bi naveroka wiha re dikare bandorek neyînî li ser derûnî û têkiliyên civakî yên zarokan bike.

 Nebûna perwerde û lênêrînê

Dêûbavtiya erênî ango terbiyekirina erênê hêmanek sereke ye di şekildana tevgerên zarokan de. Ew dibe alîkar ku nirxên rêzgirtin û hevkariyê werin çandin, bi vî rengî îhtîmala tevgerên tundûtûjî kêm dibe. Bi perwerde û mînakên baş, dê û bav dikarin zarokên xwe ber bi reftarên rast ve bibin.

Di heman demê de nebûna lênêrîna malbatê di şekildana reftara zarokan de roleke girîng dilîze. Zarokên ku di jîngehên bê piştgirî û lênêrîn de mezin dibin, dibe ku xwe paşguhkirî hîs bikin ku ev yek dibe sedema tevgerên tund. Ji ber vê yekê, dabînkirina jîngehek malbatî ya saxlem û aram ji bo parastina li dijî tevgerên tundûtûj, girîng e.

Zarokên di bin ala tundûtûjiyê de: DAIŞ’ê çawa nifşek ji şervanên biçûk avakir?

Di yek ji diyardeyên herî xeternak de ku cîhan di van salên dawî de dîtiye, ew jî rêxistina Dewleta Îslamî tenê bi leşkerkirina mêran ve sînordar nebû, lê berê xwe da komeke hîn xeternaktir ew jî; zarok bûn. Ev kes ne tenê qurbanî bûn, lê di çarçoveya projeyek demdirêj de ji bo avakirina nifşek ku hilgirê ramanên tundrew, di makîneya tundûtûjiyê de bûn amûr.

DAIŞ ji bo mezinkirina zarokan rêbazên sîstematîk bikar dianî. Ji temenê biçûk ve bi îdeolojiya radîkal a teng dest pê dikir ku tê de şîroveyên hişk û çewt ên olê ku kuştin û tundûtûjiyê rewa dikirin, ji wan re dihatin pêşkêş kirin. Di dibistan û kampên taybet de, zarok ji her perwerdehiyek normal bêpar man, û bernameya xwendinê bi materyalên ku balê dikişînin ser şer û taeta kur, hate guhertin.

Mesele tenê di aliyê îdeolojîk de nesekinî, lê zarok rastî perwerdehiya leşkerî ya dijwar hatin di nav koma ku wekî “Eşbelên Xîlafetê” dihatin nasîn. Li wir, ew fêrî bikaranîna çekan bûn, perwerdehiya şer dîtin, û hin ji wan jî neçar man ku beşdarî darvekirinan bibin, da ku astengiya pîskeolojîk a li hember tundûtûjiyê bişkînin.

DAIŞ’ê her wiha bi armanca normalîzekirina tundûtûjiyê di hişê wan de, bi berdewamî zarokan bi dîmenên kuştin û îşkenceyê re rûbirû dikir, hem di jiyana ser rûyê erdê de û hem jî bi rêya vîdyoyên propagandayê. Her wiha ew ji cîhana derve hatin veqetandin, û ew neçar man ku di hawîrdorek girtî de bijîn ku tê de tenê îdeolojiya rêxistinê dizanin.

Çareserî

Çareserkirina pirsgirêka tundûtûjiya di nav zarokan de bi yek gavî nayê kirin, lê belê têgihîştina sedeman û xebatkirina li ser bêtirî yek astê hewce dike: di nav malbatê de, li dibistanê û di civakê de.

Di nav malbatê de:

Divê dê û bav bi aramî tevbigerin û bibin mînakên baş ji wan re, ji ber ku zarok tiştê ku dibînin teqlîd dikin.

Li şûna lêdanê an qîrînê diyalogê bi kar bînin, ji ber ku cezakirina tund pirsgirêkê zêde dike û çareser nake.

Hestekî ewlehî û xwe pê re mijûlkirinê bidin zarok, ji ber ku paşguhkirin dikare bibe sedema ku ew xwe bi tundî îfade bikin.

Fêr bikin ka zarok çawa hêrsa xwe bi devkî, ne bi lêdanê, îfade bike.

Li dibistanê:

Pêşxistina çandeke rêz û hevdu efukirinê di navbera xwendekaran de.

Hebûna şêwirmendên psîkolojîk ji bo şopandina tevgerên zarokan.

Bi lez û bez çareserkirina bûyerên dedequdiyê û bikenîna bi hev du.

Li ser asta civakê:

Kêmkirina naveroka tundûtûjiyê di medyayê de ku ji bo zarokan hatiye çêkirin.

Lidarxistina kampanyayên hişyarkirinê ji bo dêûbavan li ser dêûbavtiya erênî.

Pêşkêşkirina çalakiyên werzîşî û hunerî ku alîkariya zarokan dikin ku enerjiya xwe bi awayekî saxlem berdin.

Ezmûna zarokên DAIŞ’ê aliyekî tarî yê îstismara zarokatiyê di şeran de eşkere kir ku tê de dibin qurbanî amûrek tundûtûjiyê. Bi bidawîhatina kontrola DAIŞ’ê li gelek deveran, barê herî mezin li ser pişta civaka navnetewî ye ku van zarokan ji nû de ava bikin û bi wan re mijûl bibin. Û şansek rastîn bidin wan ku vegerin jiyanê. Her wiha gelek dayîkên malbatên DAIŞ’ê hene ku di hişê zarokên xwe de fikrên îslama radîkal a kur û teng didin avakirin. Divê civakên navnetewyî, rêxistinên jin û yên parastina mafê zarokan xwe li hember vê yekê berpirisyar bibînin û rewşa van zarokan were çareserkirin. Mînakên van malbatan jî ku di herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê de (Rojavayê Kurdistanê) de jinên DAIŞ’ê zarokên 5 salî li ser fikra şopandina Xîlafê, şopa bavê xwe ya DAIŞ’ê mezin dikirin.

Têbînî: Eger zarokek tevgerên tundûtûjî yên berdewam an giran nîşan bide, çêtir e ku mirov bi pîskologek re şêwir bike, ji ber ku tundûtûjî dikare nîşana pirsgirêkek kûrtir be wekî fikar an jî ji tiştekî derbe xweribe.

Bi kurtasî, çareserî ne di cezakirinê de ye, lê di têgihîştin, rênîşandan û avakirina hawîrdorek ewle de ye.

Weke tekezî li ser xeteriya  vê diyardeyê me ev mînaka ku di Bakurê Kurdsitanê de pêk hat anî ziman: Di van hefteya dawiyê de li Mereşê ya Bakurê Kurdistanê li hember dibistaneke navîn êrîşa çekdarî pêkhat. Hat ragihandin ku êrîş ji hêla xwendekarê pola 8’an Î.A.M. ve hat kirin. Her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 9 kes bûn. Di dema êrîşê de 13 kes, 6 jê bigiranî birîndar bûn. Herwiha careke din êriş ji aliyê xwendekaran ve li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêwereg a Rihayê, pêkhat ku di encamê de 16 kes birîndar bibûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.