Dilyar Cizîrî
Konfransa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamişlo hate lidarxistin. Rast pêwistiya gelê kurd li Rojava bi yekhelwestiyê heye. Nûnerên hemû partiyên parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî Konfransê bûn, ên nikarî beşdar bibe peyam şand.
Niha salek di ser konfransê re derbas bû. Her kes mereq dike ji wê rojê ve partiyên siyasî yên kurd çi kirin. Bi taybet di vê salê de êrişên dijwar li dijî Rojava hebûn. Komployek navdewletî ya gelek alî cihê xwe tê de digrin li dijî kurdên Rojava hate meşandin. Dewleta Tirk, HTŞ’ê û komên din ên çete di bin navê Artêşsa Sûriyê de êrişî Rêveberiya Xweser kirin. Ev ji Helebê destpê kir. Gelê kurd ne tenê li Rojava li her çar aliyan û derve bi yek destî li dijî êrişan rabûn ser piyan. Sedema sereke ya rawestandina êrişên çekdarî yên li ser Rojava hevgirtina gelê kurd û yekîtiya helwestê bû. Niha û tevî peyman 29’ê Çile hatiye imzekirin û behsa entegrasyonê tê kirin, êriş bi gelek rê û rêbazan dewam dike.
Hin partiyên siyasî yên kurd li Rojava ku maşele hejmara wan ji moriyên moristaneikê zêdetir bûye. Li şûna rola Konfransê pêş bixin û li dijî êrişan yekîtiya xwe ya netewî hîn bi hêztir bikin. Bêyî wê hevgirtina civakî û parastina wê derxin pêş, biryarên konfransa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî paş guh kirin. Xwestin li Şamê ji bo hin kursiyan bi navê gelê kurd, nêçîrê bikin.
Di vê dema em pêşwaziya salvegera yekem a Konfransa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî dikin, êrişê û gefên li dijî Rojava bi hemû rê û rêbazan dewam dike. Niha gef û dorpêça li ser Kobanê bi hemû hêza xwe dewam dike. Ji ber wê jî, ji her demê zêdetir ji partiyên me yên siyasî tê xwestin li dijî êriş û nijatperestiya hikûmeta demkî ya Sûriyê û siyasetên dewleta Tirk biryarek hevbeş saz bikin.
Dema partiyên me yekîtiya civakî ya ji xwe heye, biparêzin dê tu alî nikaribin îradeya civaka kurd binpê bikin. Dibe hin kes vê gotina min a yekîtiya civakî ya kurd red bike û bêje civaka kurd ne yeke û di nava xwe de parçeye. Ew raste nerîn û bîrdoziyên cûda hene. Ema ev rewşa di hemû gelên cîhanê de heye. Divê civaka kurd xwedî nerîn, bîrdozî û firkên cûda be. Ew dewlemendî û pêşketine. Divê em hemû wekî hev nefikirin. Ema di mijarên netewî yên bi çarenûsa gelê me ve girêdayî ye, em yek bin. Me beriya niha jî mînaka xwedîderketina Kurdistanî ya li şoreşa Rojava anî ziman.
Îcar ji partiyên siyasî tê xwestin xwe komî hev bikin. Ji civakê re vekirî bin û di mijarên giştî de li gel hev bin. Di mijarên navxweyî de jî em dikarin wekî civaka xwe xwedî nerîn, bîrdozî, raman û alên cûda bin. Min got ev dewlemendiye. Niha dijminên me her dixwaze nîşan bide kurd ne yekin û parçe ne. Ev jî şerê taybet e û li dijî îradeya kurdan bikar tînin.






