Volqan Elî
Komara Tirkiyê di destpêka xwe de di salên 1919-1922’an de ji aliyê gelê Kurd û Tirk ve di serî de ji aliyê hêzên Misilman, gelên curbicur ên Anatoliyê ve hatibû avakirin. Ji lewra îhtimal hebû ku ta di wê serdemê de di serî de Anatolî, Kurdistan û her ku diçe tevahiya Rojhilata Navîn ji bo gel û civakan bibe bexçeyê azadî û bihevre jiyanê. Lê belê împaratoriya Brîtanî ku ji xwe re digot ‘împaratoriya ku Roj li ser naçe ava’ (ji ber ku bigire ji cezîreyeke herî biçûk a Ewrûpa heta bi parzemîna Awûstralyayê her der kiribû ya xwe –ji aliyê aborî ve pêve girêdayî bû-) ev rewş ji bo xwe bi xeter nirxand. Hikumeta M. Kemal dorpêç kir, bê tesîr kir: berda pêsîra Kurd û hêzên serhildêr ku li dijî dagirkeriya Ewrûpî têkoşîn meşandibûn. Di encamê de Komara Tirkiyê, bi makezagona 1924’an her ku çûyî bi Peymana Enqereyê (1926) wekî Îsraîlek pêşwext a li ser erdên Anatolî û Kurdistanê da avakirin. Di vê de berjewendiya duyemîn a Brîtanyayê ew bû ku Îraq û Başûrê Kurdistanê jê re dima. Yanî eger dewleta nû ya Tirkiyê ji gotinên xwe yên ‘Misaqî Milli’ (Anatolî û Bakurê Kurdistanê ne têde) dest berdana, dikarîbû hebûna xwe bidomanda.
Li ser vê bingehê dewleta Tirk di wan serdeman de bi dehan gel û bawerî li ser erdên Anatolî û Bakurê Kurdistanê bişaftin, asîmîle kirin û hin jî wekî Kurd, Ermen di jenosîdê re derbas kirin. Dibe ku nijadkujiya li ser Ermen, Kurd û qewmên curbicur ji aliyê fîzîkî ve bi piranî di serdema împaratoriya Osmanî de pêkhatibe, lê ew bi xwe, xwe wekî mîrasxwûrê vê împaratoriyê dibîne û ya din jî piştî ku peymana di navbera gelên Anatolî û Kurdistanê de têk diçe ruhê İttihat ve Teraki yê qirker dibe îdeolojiya dewleta Tirk. Li ser vê bingehê wezîrekî (Mahmut Esat Bozkurt) dewleta Tirk ê wê serdemê dibêje; “Li Tirkiyê heqê ti millet-qewmên din tine ku tiştekî bibêje; tenê heqekî wan heye, dikarin xizmeta milletê Tirk bikin”. Ev ne tenê bi gotinê maye, di jiyanê de jî bi zilm û zordariya li ser gel û baweriyan piştrast bûye: ji lewra îro li welatê ku jêre Tirkiye dibêjin, ji derveyê qewmê Tirk û ji derveyê Misilmantiya Henefî yan î Şafî pejna ti rengên din nayê.
Vaye bi saya vê mîrasê dewleta Tirk (tinekirina gel û baweriyên li herêmê) di serdema şerê cîhanê yê duyemîn de piştî ku şer bi şiklekî çareser bû, sala 1948’an encax karîbû Îsraîla modern-hemdem ava bibe. Jixwe qraltiya Brîtanyayê, avabûna vê dewletê di serdema şerê cîhanê yê yekemîn de soz dabû Yahûdiyên li cîhanê. Lê belê komplogeriya îngîlîzî ji bo ku vê planê pêkbîne, wekî gava vê ya destpêkê îhtimala pêkhatina Komara Demokratîk a Tirkiyeyê têkbiribû (piştî 1924’an ji nû ve avakirina dewleta Tirk). Ji ber vê rewşê çawa ku Îsraîla rastîn ava bû, di nav dewletên ku xwe Misilman dihesibînin de destpêkê ya ku hebûna wê qebûl kir, bû dagirkeriya Tirk. Di maneyekê de dewleta dagirker a Tirk, deynê li ser xwe vedigerand komplogeriya Îngîlîzî. Çawa ku bi Kurdî dibêjin ‘Nû hatin kevin xelat in’ dema Îsraîl ava bû ya derewîn (dagirkeriya Tirk) bû xelata hêzên hegemon ên wê serdemê. Dewleta Tirk diviyabû ku xwe ji nû ve îspat bike da ku karibe hebûna xwe bidomîne. Lewra wezîfeya xwe pêkanîbû, Îsraîla rastîn li ser mîrasê wê yê madî û manewî ava bibû. wekî serdemên berê, pêwîstî bi wê nemabû.
Dagirkeriya Tirk rabû çikir? Ji bo ku xwe îsbat bike, ew xizmetkara hêzên hegemon e, artêşa xwe şand şerê Koreyê. Piştî vê, ji ber nîşandana sedaqeta xwe karîbû bikeve NATO’yê. Yanî kurê kêrnehatî yê bavê xwe, li malbavê xwe vegerî.
Sal 1952, di serdema hikumeta Adnan Menderes a Partiya Demokrat de ev dewleta navbirî, karîbû bikeve binê baskê hêzên serdemê yên hegemonîk. Piştî vê dîrokê, hêzên hakim li cîhanê, ji ber hebûna sosyalîzma pêkhatî û Sowyet Rûsyayê ew bi neyînî bi du erkan wezîfedar kirin: yek ew ê bibe navenda Îslama siyasî. Ya duyemîm ew ê ji bo herêmê li Rojhilata Navîn bibe astengek li ber Rûsya.
Dewleta dagirker a Tirk ev wezîfeya xwe ya nû heta bi salên 1990’î bi serbilindî û bi serkeftî pêkanî. Ji bo vê yekê ji ti fedekariyan xwe neda aliyekî (!?); wezîr û serokwezîrên xwe îdam kirin û herî dawî jî serokkomarê xwe Ozal da qetlkirin. Bi sedan pêşengên ciwanên şoreşger di êşkence û pevçûnan de şehîd xist. Hemû keftûlefta wê ji bo xizmeta komplogeriya hêzên hegemonîk ên cîhanî bû. Ta ku di destpêka salên 1990’î de Sovyet Rûsya hilweşiya û sosyalîzma pêkhatî wekî pergal şahitî…
Piştî vê dîrokê (jixwe bi avabûna Îsraîla rastîn hema piştî şerê cîhanê yê duyemîn) ji ber ku sedemen hebûna dewleta Tirk li holê neman, bi rastî jî hêzên hegemon ên kapîtalîst-emperyalîst wezîfeyeke demkî dabûn dewleta Tirk: Zindîkirina Îslama radîkal…
Dewleta dagirker a Tirk di bin fermandariya Tayip Erdoğan de ev wezîfe jî bi serkeftî pêkanî! Vê dewletê çendîn rêxistinên wekî DAIŞ’ê finanse kir û berda canê mirovahiya cîhanê. Hê jî ev rewş berdewam e. Emşat, Sultan Murat, hêzên Nureddin Zengi ûhwd ku hê îro jî di lîsta terorê yê cîhanê de ne, ma destnîşanî çi dikin!
Dewleta Tirk bi vê taybetmendiya xwe herî zêde ji bo Îsraîlê xeter e: ji ber vê sedemê herî dawî Îsraîlê bi wezîfeyeke nû, dewleta dagirker erkdar kir: Îrana Nû!
Her hal Elî Xemeneyîtî jî dê bibe para Tayip Erdogan!






