Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tifaqa Neteweyî

29/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

26’ê Nîsanê li ji hêla Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê konferansek ji bo yekîtiya netewî hat lidarxistin. Konferans bi navê “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” bû.

Dîroka Kurdistanê ne tenê dîroka şeran e, ew dîroka hewldana yekbûnê ye jî ango yek ji pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd, pirsgirêka yekîtiyê ye.

Dîroka Kurdistanê, wekî çiyayên wê, bi serbilindî û birînên kûr hatiye hûnandin. Di nav rûpelên vê dîrokê de, ji sedsala 17’an heta îro, dengek heye ku tu carî nesekiniye. Ew deng, dengê yekîtiyê ye.

Li hemberî lîstik û êrişên dagirkeran ev stûn, parastina berjewendiyên giştî yên Kurd û Kurdistanê ye. Hemû serok û rêberên kurd ji destpêkê heya kêliya jiyana xwe ya dawîn ji bo xurtkirina vîna netewî têkoşiyane.

Bi taybet di dawiya hemû serhildanan de pêşengê serhildanan dema dihatin îdamkirin, an jî di dawiya jiyana xwe de bangî gele Kurd dikirin da ku yekîtiya xwe ava bikin.

Rast e di serhildanan de yekîtî ava nedibû. Ji bo ku serhildan hemû herêmî bûn.

Dema serhildanan de kes li hawara kesî jî nediçûn. Hin caran li hin devaran ji bo dahilî serhildanan bibin bi rê diketin. Lê mixabin dijmin pêşî li vê hewldanên wan digirt. Dijminên Kurdistan, li aliyek bi ser serhildanê ve diçûn, li aliyek jî pêşî li hewldanên yekîtiya navbera Kurdan digirt.

Di roja me de hişmendiya Rêber Apo vê dozê gihand asteke stratejîk û felsefî. Ew hewl di de berî serhildanan yekîtiyek demokratîk were avakirin. Doza Kurdistan jî bi vê yekîtiyê were çareserkirin.

Beriya şerê çekdarî bide destpêkirin me dît ku di nav gerîla de yekîtiyek ava bûbû. Ji çar aliye Kurdistan ciwan ji bo serhildanê hatibûn û tevlî vê amadekariyê bûbûn. Piştî vê ku ev yekîtî hat avakirin, şerê 15’ê Tebaxê  dest pê kiribû.

Di peyama Rêber Apo ya ku ji konferansa Amedê re şandibû de tiştek balkêş hebû. Roja yekem ev di platformên medya dijîtal de gelek hat nirxandin û nîqaşkirin.

Digot; “Belê pergala têkiliyên teng ên eşîrtî, qebîletî û nêzikatiyên teng ên civakê parçe dikin, li pêşiya vê pêvajoyê weke astengiyeke pir mezin disekine. Vê zîhniyetê tevna civakî qels kiriye û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye. Heta ku em bi vê rastiyê hevrû nebin, avakirina yekîtiyeke demokratîk jî pêkan nîne”

Ev rewşa serhildanan ku me behs dikir jî ev bû. Serhildan di çarçoveyên teng wek eşîrtî, mezhebî, qebîletî civak parçe kiribû. Bê ku yekîtiyeke netewî were avakirin ji xwe bawerî danîn, dest bi serhildanan dikirin û têk diçûn. Her têkçûn bi xwe re feleketên mezin danîn û ev jî qidûmê civaka Kurd dişkand. Hewledanên yekîtiyê dihatin taloq kirin.

Di şerê ku PKK’ê dabû destpêkirin de yekîtiyek hatibû avakirin. Encam girt û derbasî qonaxek nû dibe. Ev qonax jî pêvajoya avakirina civaka demokratîk e.

Ew yekîtiya di salên şer de hatibû avkirin di destpêka sala 2026’an de di şerê Rojava de me kolanên Kurdistan û cîhanê de dît.

Derveyî şer di rewşên wiha de dive seknek çawa hebe Rêber Apo balê dikişine ser vê yeke;

“Hewce ye em di têkiliyên navxweyî de jî ne tundiyê, siyaseta demokratîk û hiqûqê esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk, ji muzakereya demokratîk derbas dibe.”

Ji bo vê yeke ji anha de gelek sazî û dezgehên ji bo avakirina yekîtiya netewî hatine avakirin. Divê ev sazî û rêxistin dibin sîwanek de werin gel hev. Ew sîwan jî KNK ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.