Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1’ê Gulanê roja çirûska têkoşîna karkeran li seranserî cîhanê

29/04/2026
in ROJEV
A A
1’ê Gulanê roja çirûska têkoşîna karkeran li seranserî cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Her sal 1’ê Gulanê weke ‘Roja Karkeran a Cîhanî’ tê pîrozkirin. Cara pêşîn di 1’ê Gulana 1890’î di kongreya duyemîn a Enternasyonalîstên Sosyal de ev roj hate ragihandin. Mebest ji vê rojê ew e ku dawî li kedxwariyê were anîn û mafê karkeran misoger bibe. Lê heya roja îro li Rojhilata Navîn û cîhanê mafê karkeran tê xwarin û edalet pêknehatiye.

Di sedsala 19’an de, karker di şert û mercên xebatê yên tirsnak de dixebitîn. Li dijî kedxwarî û binpêkirinan, di serî de li Awustiraliya piştre li Amerîkayê çalakiyên dev ji kar berdanê hatin lidarxistin. Di sala 1886’an de jî li qada Haymarket ya li Chicagoyê ji bo seatên kar bibin 8 Karkeran xwepêşandan lidarxistin. Ji wê demê û şûna ve, bi qasî 5 hezar girev ku bêtirî 340 hezar karker tevlîbûn pêk hatin. Herî dawî bi berdêlên mezin hewldanên wan bi ser ketin. Li vir mafên wan li ser asta navneteweyî û herêmî bi rêya peyman û qanûnan hatin misogerkirin.

Ji bo rastiya 1’ê Gulanê were fêmkirin, hewceye mirov ji dîroka wê dest pê bike û nas bike ku gelo çima ev roj.?

1’ê Gulanê bi roja pîrozkirina Karkeran a Cîhanê tê naskirin. Dîroka rehên vê rojê diçin sala 1886’an li bajarê Chicago yê Amerîkayê. Ji ber ku di sedsala 19’an de li Ewropa û Amerîkayê, karker di bin şert û mercên mîna “koletiya nûjen” de dijiyan. Di wê demê de karker di bin şert û mercên pir giran de bûn, carinan rojê 12 heta 16 saetan dixebitîn. Li hemberî vê yekê karkeran di bin dirûşmeya “8 saet kar, 8 saet bêhnvedan, 8 saet perwerde û jiyana taybet” dest bi greveke mezin kirin. Di 4’ê Gulana 1886’an de jî, di dema xwepêşandanekê de li Meydana Haymarket, teqînek çêbû û polîsan gule berdan girseyê. Gelek karker hatin kuştin û birîndar kirin. Ev bûyer bi navê Bûyera Haymarketê hat binavkirin û bû çirûska têkoşîna karkeran li seranserî cîhanê. Piştî vê, 4 pêşengên karkeran (Albert Parsons, August Spies, Adolph Fischer, û George Engel) hatin darvekirin. Di sala 1889’an de, Kongreya Sosyalîst a Navneteweyî (Îmternasyonala Duyemîn) biryar girt ku ji bo bîranîna van şehîdên karker, 1’ê Gulanê wek “Roja Piştgirî û Têkoşîna Karkeran a Cîhanê” bê pîrozkirin.

1’ê Gulanê gihandina dengê karkeran ji hemû cîhanê re bû

Cara yekem ev roj “Roja Karkeran” di sala 1890’î de li gelek welatan hat pîrozkirin. Li piraniya welatan ev roj bi xwepêşandan û meşên aştiyane tê pîrozkirin. Karker û sendîkavan dadikevin qadan û daxwaza baştirkirina şert û mercên kar û naskirina mafên xwe dikin. Xwepêşandan li her welatkî ji welatên din cûda ye, lê ew hemû bangek hevpar dikin. Li hin welatan çalakiyên çandî û pêşangehên girêdayî mafên karkeran tên lidarxistin. Li hin paytextên mezin jî meşên girseyî bi beşdariya hezaran kesan tên lidarxistin. Li hin welatan jî hin sîstemên siyasî hîn nedemokratîk in, an jî mafên mirovan nayên parastin. Lewma jî 1’ê Gulanê dibe derfetek ji bo gihandina dengê karkeran li dijî polîtîkayên hikumetê yên ku azadiya wan sînordar dike û rê li ber çalakiyên aştiyane digire. Roja Karkerên Cîhanê ne tenê roja bêhinvedanê ye. Lê derfetek e ku em vegerin ser koka têkoşîna ji bo mafên karkeran. Nerazîbûna li dijî newekheviya civakî, aborî û tekez kirina ku kar ne bar e. Lê ew mafeke bingehîn e û rêyek e ji bo bidestxistina edalet û rûmetê.

Herkîna karkeran ji bo pîrozkirina roja xwe

Bi mîlyonan karker û kedkar li seranser cîhanê diherikin qad û kolanan û roja xwe Roja 1’ê Gulanê ku Roja Karkeran e, pîroz dikin. Herwiha di vê rojê de, karkerên cîhanê û sendîkayên wan daxwaza baştirkirina şert û mercên xwe yên xebatê dikin, di heman demê de daxwaza xurtkirina mafên xwe û zêdekirina mûçeyan dikin. 1’ê Gulanê li gelek welatên cîhanê wekî cejna fermî û li gelek welatên din jî bi awayekî pratîkî tê pîroz kirin.

Pirsgirêkên nûjen

Her çiqas 8 saet kar îro li ser kaxezê qanûnî be jî, girêdana vê rojê bi roja îro re hîn zindî ye. Ji ber gelek mafên ku em îro wekî tiştên asayî dibînin (wek 8 saet kar û betlaneya heftane) encama wê têkoşîna 1’ê Gulanê ne. Lê îro karker bi pirsgirêkên nû re rûbirû ne; wek karkirina bi mûçeyên kêm, xebata zarokan û windabûna mafên sendîkayî. Bi sîstema nû ya kar sînorên saetên kar dîsa tevlihev bûne. 1’ê Gulanê îro bîranînek e ku maf nayên dayîn, lê tên girtin. Ev roj di asta cîhanê de nîşan dide ku karkerên ji netewe û olên cuda xwedî heman êş û armancan in. Lê 1’ê Gulanê ne tenê rojeke dîrokî ye, lê her sal tîne bîra me ku rûmeta mirov ji qezencê mezintir e.

Krîza aborî û mûçeyê kêm: Îro li gelek welatên Rojhilata Navîn mûçeyên karkeran di bin sînorê birçîbûnê de ne. Ji ber vê yekê, 1’ê Gulanê îro veguheriye rojeke daxwaza edaleta dabeşkirina dahatê.

Mafên jinan: Di sala 2024-2025’an de hîn cudahiya mûçeyan di navbera jin û mêran de mijarên sereke yên protestoyan in. Lewma heta edalet pêk neyê, têkoşîna ku di sala 1886’an de dest pê kiriye, wê bidome.

Karkirina zarokan: Li gorî raporên navneteweyî, îro li cîhanê hîn jî bi mîlyonan zarok di karên giran de têne xebitandin, ev jî binpêkirina mafên navneteweyî yê zarokan e.

Rêber Apo mîrasa nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir

Tevî ku roja karkeran bi fermî hatiye pijrandin, lê dîsa jî li cîhanê beşa karkeran herî zêde bi êş, zilm, înkarkirin û çewsandinê re rû bi rû dîmin. Li piraniya welatan peymana 1’ê Gulanê hatiye imze kirin. Lê mixabin çîna karker û kedkaran rastî astengî û bêmafiyê tên. Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, wateyekî nû li kedê hat barkirin. Çîna karkeran ku tîyê vîna azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir, da ku wekhevî û edaleta civakî pêk bîne. Ji salên 1970’yî û vir ve Rêber Apo rih û mîrasa nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir. Di civakê de pir kedkar hene ku bi hêza zendê wan em dijîn, nan dixwin û rihet radikevin. Li vê deverê, mafê ku gel û taybet jin jê mehrûm bûn, îro roj tê bidesxistin. Wisa jî bi kedeke mezin, em hatin van rojan.

‘Heta ku yek ji me ne azad be, tu kes ji me ne azad e’

Di sedsala niha de cîhan di navbera krîzên aborî û şerên herêmî de rû bi rû ye. Lê wekî ku di sala 1886’an de karkeran gotibû; “Heta ku yek ji me ne azad be, tu kes ji me ne azad e.” Ev yek jî nîşan dide ku ked ne tenê çalakiyek fizîkî ye, lê ruhê şaristaniyê ye. Heta ku edalet nebe bingeha cîhanê, qîrîna “Bijî 1’ê Gulanê” dê li her kolan bê berizandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.