Esma Mistefa
Destkeftiyên ku bi bedelên giran ji xeta Bêrîtanan heyanî qadên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê hatine bidestxistin; Rastiya pêşengtiya jinên Kurd di dîrokê de ye.
Yekîtîya Jinên Kurd
Di serhildana Qazî Mihemed ya Komara Mihabadê de, di wê demê de yek ji rêxistinên herî girîng ên civakî ku hatine damezirandin “Yekîtîya Jinên Kurd” e. Hevsera Qazî Mihemed Mîne Xanim, Seroka Yekîtiya Jinên Kurd bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê, tevlîbûna jîyana sîyasî û civakî, perwerdeyîya zarokan û hwd. Rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21’an destûrtnameya PDK’ê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.” Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî çalakiyên civakî û sîyasî bibin. Jinên Kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.” Di dema hikumeta Komara Kurdistanê de, adetên wekî sitandina qelenê, mehrkirina keçên zarok û berdêla jinan hatine qedexekirin.
Ji bo jinan dibistanên rojane û şevane hatin vekirin. Di van dibistanan de xwendin û nivîsandin fêrê jinan û keçan dikirin. Di her herêmê de bi jinan re kombûn çêdibûn, di van kombûnan de pirsgirêkên jinan dihatin guhdarkirin û paşê ji teşkîlatên partiyê re dihatin pêşkêşkirin ji bo çareseriyê.
Li vê derê bîrxistinek ji hevdîtina Mîne Xanim û Qazî Mihemed, helwest û nêrîna wî ya li ser vê babetê hîn bi zelalî dîyar dike: “Ez rojekî digel Mam Ebdulla li ber Hemamê li benda hatina Qazî bûm ku cilên paqiş bidime wî. Dema hatinê, çawa ku min ew dît, ez giryam. Ew zivirî ji min re got: Tu ji ber çi digirî… Divê jinên Kurdan negirîn. Ez baş dizanim ku wê min darve bikin, divê tu jî vana bizanî… ji ber vê yekê girîna te, ne li gorî xweragirtina jina Kurd e.”
“Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyiyê. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de bo perwerdeyiya bi zimanê Kurdî bi serkêşiya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên Kurdî hatin çapkirin, sînemayek hate damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê.”
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê û wd. Rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21’an destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.”Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Wê demê ez seroka Yekitiya Jinên Kurd bûm.” “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî faaliyetên civakî û siyasî bibin. Jinên kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”
Damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn bû.
Ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê
Di destgirtina pêşengtiya jinên Kurd yên di Rojavayê Kurdistanê de, em ê nikaribin bêyî destgirtina rastiya Tevgera Azadiyê, binirxînin. Ev her du bi hev du ve girêdayî ne û di pêşxistina jinên Kurd li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê di 50’î salên dawiyê de xwedî bandoreke pir mezine.
Bi damezrandina Partiyên Karkerkerên Kurdistan PKK’ê re, vejîneke nû di sedsala 21’emîn de ji bo ronîkirina rol, hebûn û hêza jinan li tevahî cîhanê, hate destpêkirin. Tevgera Azadiyê bi îdeolojî û hişmendiya xwe ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin re, him di doza gelê Kurd û Kurdistanê de û him jî di doza azadiya jinê de gavên nûjen, bi îdeolojiyeke nû ku weke wê di dîrokê de nehatiye dobarekirin, pêş ket.
Jinan di qadên siyasî, bîrdozî û leşkerî de ji salên 1978’an de cihê xwe girtin û xwe perwerde kirin. Bi şehadeta Şehîd Bêrîtan re di 1992’an de piştî wê bi salekê di 1993’an yekemîn Artêşa Jinên Kurd hate avakirin û heyanî vê rojê jî xwe mezin kir, xwe pêş xist û didome. Bi vê yekê re jinên Kurd bi îdeolojiya Rêber Apo ne tenê di qadên leşkerî de xwe birêxistin kirin, ji wê zêdetir di stratejiya şer li hember guhertina zihniyeta desthilatdar, zayenperest û kevneşop ya civaka xwe birêxistin kir û perwerde kir. Her wiha tevger û rêxistinên jinan li Çiyayên Azad hatin avakirin ku li ser wan bingehan hebûna jinan bi îrade û biryardariya xwe di hemû aliyan de hate birêxistinkirin. Di 50’î salên Têkoşîna Tevgera Azadiyê de bi hezaran jinên pêşeng yên Kurd derketin pêş û bûn mînak, her wiha di nava vê tevgerê de ne tenê jinên Kurd deriyê wê ji hemû jinên cîhanê re vekirî bû û cih tê de girtin. Îdeolojiya Tevegra Azadiyê, azadaiya tevahî civakên bindest û bi taybet ji bo bidestxistin û misogerkirina mafê hemû jinana di cîhanê de ye. Ji lewra di dîroka têkoşîna wê de gelek jin hatine şehîd xistin û di roja îro de bi milyonan jin piştgiriya vê îdeolojî û felsefeyê dikin ku yekemîn modela azadî, demokrasî û wekheviya zayendî di cîhanê de ye.
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 2011’an de felsefeya Rêber APO, xebatên rêxistin û tevgerên jinên çiyayî xwe berda nava qada civakî û yekmîn qada ku tê de rêxistinbûna jinan tê birêvebirin; qada Rojavayê Kurdistanê bû. Jinan bi avakirina rêxidtin û komînên xwe di pêla herikîna şoreşê re herikîn. Ji komînên herî biçûk yên taxekê dest pê kirin û ber bi cihgirtina di astên herî jor û sîstema hevserikatiyê de bi avakirina Rêveberiya Xweser re, xwe bicihkirin. Di qadên Leşkerî de YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de weke mîrateya xeta Artêşbûna Jin, hate avakirin. Di qadên Siyasî, Dîplomasî, rêxistinî û civakî de, di dîroka jinên Kurdistan, serhildan û şoreşên Kurdistanê de; Jinên Rojavayê Kurdistanê şopa yekemîn li dîrokê xistin.
Ji bo xebatên birêxistinkirina jinan û civakê jinên Kurd ên li Ewropayê li ser mîrateya YJWK’ê rêxistinên bi navê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (TAJK 1994), Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdisanê (YAJK- 1995). Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E – 2014) hatin avakirin.
Li Bakurê Kurdistanê jinên Kurd ên hertim pêşengên serhildanan bûn, rêxistinên Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DÖKH – 2003), Kongra Jinên Azad (KJA – 2015), Tevgera Jinên Azad (TJA – 2016) ava kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê jinên ku ji destpêka Rêber Abdullah Ocalan derbasî Sûriyeyê bûyî xebatên cepewî didan meşandin, Yekîtiya Star (2005) ava kirin, paşê rêxistinbûna xwe berfireh kirin û 2016’an “Kongra Star” ava kirin. Her wiha jinên Ereb ên li Reqa, Tepqa, Dêrazor û Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kombûna Jinên Zenûbiya (2021) ava kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama xebatên bi salan de, Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK- 2004) hat avakirin. Komeleya Jinên Azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR – 2014) hat avakirin, di bin sîwana KJAR de. Ev yek di pêşengtiya jinên Kurd bo hemû jinên azadîxwaz li çar aliyên cîhanê hate kirin. Ji lewra ger em van dîrokan ji bîr bikin, wê demê çawa ku di dîrokê de hewla tunekirina rola pêşengtiya jinên Kurd hatiye kiriye, wê ji hev ne qut be.
Em ê ji bîr nekin ku di 15 salên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, zihniyeta sed salan hate têkibirin, hişmendî û polîtîkayên hêzên hegemon li ser jin hatin valaderxistin, rastiya jinan ji jinên cîhanê re hate eşkerekirin, hêz û îradeya jinan ya ku dikare di her alî de bibe xwedî biryardarê derket pêş, jin ji xefkên pergal û malbatê hatin ronîkirin, her wiha di sedsala 21’emîn de hevgirtina jinan li ser xwedîderketin li mafê xwe derxist pêş. Destkeftiyên ku bi bedelên giran ji xeta Bêrîtanan heyanî qadên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê hatine bidestxistin; Rastiya pêşengtiya jinên Kurd di dîrokê de ye.
Dengvedana di cîhanê de
Çawa ku jinên Kurd di dîrokê de li hember emparatorî, mîr û begên xwînvexwar sekinîn, pêngava ku li hember terora yekemîn a ku xeteriya xwe li ser hemû cîhanê hebû DAIŞ’ê careke din sekinîn. Hêza Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di bû kabûs ji cîhadîstên DAIŞ’ê re. Di dîroka têkoşîna li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Jinên Kurd, Êzidî, Ereb, Suryan, Xiristiyan û yên Enternasiyonal bi destên şervanên YPJ’ê ji DAIŞ’ê hatin rizagarkirin. Ev yek di serdema heyî de bû dengvedana hêza jinên jinan di pêşengtiya YPJ’ê de li hemû cîhanê û di navneteweyî de. YPJ’ê bi îdeolojî û hêza xwe dengvedan û piştgiriyeke mezin di cîhanê de bi dest xist.
Her wiha serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya ku dengvedana xwe bi kuştina keşa Kurd Jîna Emînî di sala 2022’an li Îranê hatiye destpêkirin re, bû deriyê serîrakirina jinan li hember sîstemên feudal, nijadperest û zayendperest. Jin, Jiyan, Azadî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan gotiye, ev silogan bû siloganeke navneteweyî ya ku nîşaneya azadî û mafê jinan e.
Di dawiyê de em dixwazin viya bêjin, dibe ku ev di îfadekirina rastiya pêşengtiya jinên Kurd di cîhanê de ne têrker be. Bi sedan jinên weke Eyşe Şan, Fatma Reş (Kara Fatma), Zarîfe Xanim, Mestûra Erdelan, Hepsê Xanî Neqîb, Adîle Xanim, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz… hene. Lê belê di dîroka herikbar de her çiqasî geşedan hebin jî lê divê em ji dîrokê xwe qut negrin dest. Bi tayebt di nava pergaleke ku her xwestiya van rastiyan di kesayeta gelê Kurd de înkar bike û di nav wê de hebûna rola jin a dîrokî tune bike.






