Ayşa Silêman/ Dêrik
Kongreya Îslama Demokratîk di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo xurtkirina hevgirtina civakî de, panêleke diyalokî bi serenavê ‘Bi Hev Re Ji Bo Avakirina Civakeke Demokratîk a Hevgirtî’ li bajarê Dêrikê li dar xist.
Kongreya Îslama Demokratîk di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo xurtkirina hevgirtina civakî de, bi tevlîbûn, şêx, mele, rûsipiyên herêmê, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser panêleke diyalokî bi serenavê ‘Bi hev re ji bo avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî’ li navenda Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê li dar xistin.

Panêl bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan dest pê kir, başê hevserokê şopandina karûbarên mizgeftan Mazin Harûnî bixêrhatina hemû haziran kir û wiha got: “Em niha di qonaxeke hesas re derbas dibin, ev qonax ne normale wek demên din him li ser asta cîhanî him jî li ser asta Rojavayê Kurdistanê, ev rewşeke veguhêze. Ev qonax bi lez tê guhertin û tu kes texmîna van gavan nake, lê tişta herî girîng ku em li ser tekez bikin xweragirtinê ye. Mirovê jîr û zane bikaribin xwe di vê qonaxê de ragirin, newin kişandin û şewitandin û nebin ardûyê tu agiran. Em bikaribin statoya xwe ya civakî di nav xwe de rûnênin, aqilekî civakî hevbeş em ava bikin da ku em vê qonaxê derbas bikin, heger em vî aqilê hevbeş çênekin bê guman yek ji me jî ji vî agirî nafilite, ji ber her yek ji me wê bi şêwazekî bi hizirê û wê winda bibe. pêwîste em hemû hêza xwe kom bikin da ku em aşitiyê avabikin, ji ber ku ev çareye ji bo me hemûyan.”

Derbarî mijara cûdahiya di navbera islama desthilatdar û islama demokratîk de Şêx Sînan Seydoş axivî û wiha got: “Em îro di qonaxekî re derbas dibin ne tenê di Sûrî de di hemû welatên ku bi navê isalmê jiyan dikin, îro islam hatiye herifandin, ew isalma ku hizretî Mihemed ji bo wê hatî ku mirov ji tarîtiyê derxê û berê wî bide ronahiyê, ji bo ev islam bikaribe xizmeta mirovahiyê jî bike. Islam hat ji bo me ava bike bi çandekê ku bingeha wê hezkirin, wekhevî, biratî ye. Gelo me ji çanda hizretî Mihemed û rêgezên Islamî çi pêk aniye, me çi ji axlaqê pêxember çi pêk aniye. Heya çi astê em li dijî van kesên ku isalmê li gor berjewendiyên xwe pêk tînin sekinîne û em wek misliman me gotina heqiyê gotiye ji ber ku heqî têkoşîna herî mezine. Islama pêxember hatiye avakirin li ser hezkirinê, bingeha wê biratiye, mînaka wê peymana Medîne Elmûnewera ye. Çima em van yekan nayînin pêşiya xwe, isalma ku mafê hemû netewan parast da ku parastina ax, bajar û namûsa xwe bikin. Mixabin dewleteke qaşo bi navê misilmantiyê bang dike îro êrişan li ser me pêk tîne binesaziya me dike hedef û zarokên me ji av û xwarinê bêpar dihêle. Çima em dengê xwe bilind nakin û nabêjin ku ev yek ne islama ku bêxember pê bang dike, bi navê xwedê gelek kiryarên qirêj dikin. Lewma pêwîste em bi hev re civakekî demokratîk û hevgirtî ava bikin da ku rê li pêşiya vê yekê em bigrin.”

Di berdewamiya panêlê de heseroka Kongreya Isalma Demokratîk Evîn Elhecî di derbarî mijara jin di navbera roja îro de bi çi çavî lê tê nêrîn û islamê jin çawa pênase kiriye û wiha got: “Ev nêzî sal û nîvek derbas bû li ser hilweşandina Rêjîma Baas a ku heya roja îro hîn jî hin şopên wê di nav gelek netewan de maye. Rêjîma ku hemû şêwaz bikar anî heya ku îradeya gelê Sûriyê bişkîne, ku fitne û tevlîheviyên gelek kûr di navbera netewan de derxist. Lê piştî hilweşîna vê rêjîma qirêj gel bi hêviya avabûnekî xweş bû lê rewş ber bi zehmetir ve çû bi hatina hikumeta demkî re. Jin di Sûriyê de xwedî têkoşîn û hebûn bû, herwildida şaristaniya Sûrî binexşîne di milê avakirina wê ji komeleyên alîkariyê re, semînerên fêrkirinê ku jin fêr kirin. Lê dema em di çarçoveya islamê de li jinê dinêrin em dibînin ku doza wê gelekî tevlîheve, jin berî islamê amûrek bû ku mulkê şexsî lê dihat nêrîn, dihat veşartin hîn ew sax bû. Dema islam hat wate da jinê û ev yek di pirtûka pîroz de jî heye, lê dema em li rastiyê vedgerin em dibînin ev yek pêk nayê û nakokî di nav bera rê û resman de û di nav bera gotinên xwedê de. Mînaka berbiçav dema mal tê levakirin jin bê par dimîne ji vê yekê û heger para wêdanê de jî tiştinê gelek biçûkin, gelek jin hene sedema vê yekê di hejariyê de jiyan din û birayên wan zengînin ji ber ku para wê nedanê de, cewherê islamê demokratiyete.”

Herwiha têkildarî mijara bingehê avakirin û hevgirtina civakî di hişmendiya isalmî de endamê Meclisa Rêveber a Kongreya Isalma Demokratîk Şêx Silêman Elî wiha got: “Gotina ku hemû netew birayên hevin û pêwîste bi hev re civakekî ava bikin, niha şer li dijî vê gotinê tê kirin. gelek gotûgot derdikevin û dibêjin ku ereban ji bo kurdan çikir, îro roj gelê kurd tê qirkirin heya çi astê ereban bertek ji bo vê yekê nîşan da. Lê dema em vegerin tiştên ku xwedê û pêxember ji bo me rêkirin tekez dikin ku ev gotûgot ne ji rêzê ye û neraste. Xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de dibêje nabe ku mirov li dijî mirov bisekine û wê bikuje, ev yek li dijî insaniyetê ye. bi gotinan tenê hevgirtin nabe, heya ku em civakeke demokrat bi hev re avabikin pêwîste em li gotinên xwedê û pêxember vegeririn û wan li ser rûyê erdê pêkbînin.”
Di dawiya panêlê de jî komîteya panêlê derfet da haziran ku pirsên xwe bikin da ku tu nakokî di serê wan de nemînin û bikaribin bi hevre civakeke damokrat û hevgirtî avabikin.






