Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efganistanê biryara qedexekirin jinê di qada perwerdê û tenduristî de

28/04/2026
in JIN
A A
Li Efganistanê biryara qedexekirin jinê di qada perwerdê û tenduristî de
Share on FacebookShare on Twitter

Nevenda Nûçeyan

UNICEF’ê hişyarî da ku nehiştina jinan ji perwerde û kar, ne tenê nîvê civakê ji holê radike, di heman demê de Efganistanê bi tevahî ji pêşeroj, pêşveçûn û aramiya wê bêpar dike.

Rêxistina Navneteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) di raporeke nû de ragihand ku Efganistan bi biryara dûrxisrin jin ji qada perwerdê û tenduristî weke “krîza dualî” bi nav kir ku îro xizmetên bingehîn têk dibe û di pêşerojê de welat ji hêza kar a jêhatî bêpar dihêle.  Herwiha ku eger qedexeyên heyî neyên rakirin, Efganistan dê heta sala 2030’an nêzîkî 20 hezar mamosteyên jin winda bike.

Li Efganistan jin hêdî hêdî hêza xwe ya kar winda dikin

Li gorî raporê, qedexekirina perwerdeya keçan ji pola şeşan pê ve û dûrxistina jinan ji beşek mezin a bazara kar bûye sedema ku Efganistan hêdî hêdî hêza xwe ya kar a jinan winda bike, di heman demê de îhtîmala perwerdekirina nifşek nû ya mamoste, bijîşk, hemşîre, pîrik û xebatkarên civakî yên jin ji holê rakiriye.

UNICEF’ê vê rewşê weke “krîza dualî” bi nav kir ku îro xizmetên bingehîn têk dibe û di pêşerojê de welat ji hêza kar a jêhatî bêpar dihêle.

Nirxandinê nîşan da ku eger qedexeyên heyî neyên rakirin, Efganistan dê heta sala 2030’an nêzîkî 20 hezar mamosteyên jin winda bike. Ev di demekê de tê ku pergala perwerdeya Efganistanê jixwe bi kêmasiyeke girîng a mamosteyan re rûbirû ye, ji ber ku gelek malbat, bi taybetî li deverên kevneşopî, naxwazin keçên xwe bişînin dibistanê heya ku mamosteyên jin nebin. Ev kêmbûna mamosteyan dê bibe sedema kêmbûna bêtir a qeydkirina dibistana keçan, zêdebûna nexwendinê û înkarkirina mafê perwerdeya seretayî ya nifşeke tevahî ya zarokan.

Qada tenduristî li Efganistanê di nava aloziyê de ye

UNICEF’ê hişyarî da ku qada tenduristiyê li Efganistanê bi derbeyek giran re rûbirû ye. Rêxistin texmîn dike ku heta sala 2030’an herî kêm 5 hezar û 400 jinên ku di qada tenduristiyê de dixebitin dê karên xwe winda bikin û ev hejmar dikare heta sala 2035’an bigihîje 9 hezar û 600 an.

Di civakek de ku gelek jin, ji ber sedemên çandî, nikarin bi bijîşkên mêr re şêwir bikin, kêmbûna bijîşk, hemşîre û pîrikên jin rasterast gihîştina jinan a lênihêrîna tenduristiyê sînordar dike, bi taybetî di warên tenduristiya hilberandinê, zayîn û lênêrîna pitikên nûbûyî de.

Ji ber dûrxistina jinan ji perwerde û bazara kar rewşa aborî zehmete

Raporê tekez kir ku encamên van polîtîkayan ji qada mirovî wêdetir diçin. Aboriya Efganistanê her sal ji ber dûrxistina jinan ji perwerde û bazara kar bedelên giran dide. Li gorî UNICEF, berdewamiya van sînordarkirinan dibe sedema windahiyek salane ya texmînkirî ya 84 milyon dolarî ji bo aboriya Efganistan ku wekhevî nîvî ji sedî GDP-ya welat e. Pispor bawer dikin ku ev windahî dê di salên pêş de bi kêmbûna bêtir a hêza kar a jêhatî, kêmbûna hilberînê û zêdebûna girêdana bi alîkariya mirovî ji hêla malbatan ve xirabtir bibe. Ji ber qedexeyê zêdetirî milyonek zarokên keç ji mafê perwerdeyê bêpar in

Beşek din a raporê nîşan dide ku ji vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê di sala 2021’ê ve heta niha û sepandina qedexekirina perwerdeya navîn ji bo keçan, zêdetirî milyonek keç ji mafê xwe yê berdewamiya perwerdeya xwe bêpar mane, hejmarek ku heya sala 2030’an dê bigihîje zêdetirî du milyonan ger ev rewş berdewam bike. Ev yek dûrxistina sîstematîk a jinan ji hilberîna zanîn û pisporiyê û ji beşdariya civakî temsîl dike, pêvajoyek ku ne tenê dê cudahiya zayendî kûrtir bike lê di heman demê de Efganistanê di salên pêş de bi kêmasiyek giran a çavkaniyên mirovî yên perwerdekirî re jî rû bi rû bike.

Divê civaka navneteweyî piştgiriya mafên jinên Efganistanê bike

UNICEF’ê bang li Talîbanê kir ku tavilê qedexeya li ser perwerdeya keçan û sînorkirinên li ser karê jinan rake. Her wiha ji civaka navneteweyî xwest piştgiriya mafên jinên Efgan ên perwerde û kar bidomînin, wekî beşek ji hewldanên ji bo pêşîgirtina li hilweşîna mirovî li welat. Rêxistinê hişyarî da ku nehiştina jinan ji perwerde û kar, ne tenê nîvê civakê ji holê radike, di heman demê de Efganistanê bi tevahî ji pêşeroj, pêşveçûn û aramiya wê bêpar dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.