Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de stratejiya “êrîşên biçûk yên li pey hev û domdar” bi kar tîne, di encamê de ji destpêka salê ve artêşa Rûsyayê zêdetirî hezar û 700 km2 û 80 deverên niştecihbûnê ji axa Ukaraynayê kontrol kiriye.
ji ber mijûlbûna Amerîkî bi şerê bi Îranê re, artêşa Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî Ukaraynayê bi awayekî domdar dewam dike. Herî dawî Hêzên Rûsyayê herêmên Grishchino û Pavlovka yên Ukraynayê control kirin, herwiha operasyona paqijkirina herêma Novi Donbas ber bi temambûnê ve diçe û şer li Beletskoye berdewam dike. Hin hêzên Rûsyayê ber bi Dobropyla ve pêşve diçin û li herêma Dnipropetrovsk xeteke ewlehiyê ava dikin. Li gorî Serfermandariya Giştî, ji sedî 75 zêdetir axa herêma Novopavlievka a Ukraynayê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiyekontrolkirin û ewlekirin.
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Leşkerî ên Rûsyayê Valery Gerasimov ragihand ku hêzên Rûsyayê kontrola xwe berfirehtir dikin, ji destpêka salê ve zêdetirî hezar û 700 kîlometreçargoşe û 80 deverên niştecihbûnê yê Ukraynayê kontrol kirine, bi vî rengî tevahiya axa Komara Gel a Luhanskê jî hatiye kontrolkirin.
Valery Gerasimov destnîşan kir ku êrîş li hemû eniyan berdewam e, şer berdewam dike ji bo kontrolkirina çend bajaran, di nav de Krasny Liman û Konstantinovkayê. Ev tê wateya ku Rûsya hewl dide tevahiya herêma Donbasê ku parêzgehên Luhansk û Donetsk ên Ukraynayê jî di nav de ne, kontrol bike. Di dema borî de DYE pêşniyar kiribû ku Ukrayna dev ji van deveran berde da ku bigihîje çareseriyekê bi Rûsyayê re, lê Ukrayna ev daxwaz red kir.
Gerasimov piştrast kir ku di Adar û Nîsanê de, herêma kontrolê berfireh bûye û 34 wargehên din û bi qasî 700 kîlometreçargoşe di nav xwe de digire. Wezareta Parastinê diyar kir ku niha li gelek eniyan operasyonên leşkerî didomin.
Niha jî yekîneyên Artêşa 3yemîn yên Rûsyayê li ser eniyeke fireh ber bi Sloviansk û Kramatorsk ve ber bi rojava ve pêşve diçin. Li gorî Fermandariya Giştî, yekîneyên leşkerî niha bi rêzê ve bi qasî 12 û 7 kîlometreyan ji derdora rojhilatê van bajaran dûr in, di heman demê de pevçûn li kolanên Kryvya Luka berdewam dikin.
Ukranya idiayên Rûsyayê red dike
Ji aliyê xwe ve, Ukraynayê daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, bi taybetî yên di derbarê kontrola tevahî herêma Luhanskê ji aliyê Rûsyayê ve red kir û got ku hêzên wê di êrîşên dijber ên di du mehên borî de karîn 480 kîlometreçargoşe li herêma operasyonên leşkerî ji nû ve kontrol bikin.
Raportên berê nîşan didan ku artêşa Rûsyayê kontrola hema bêje tevahî ya bajarê Mirnohrad li herêma Donetskê bi dest xistiye, topxane û binesaziya dronan li wir bi cih kiriye. Hêzên parastinê li çeperên xwe yên li derdora bakurê bajêr asê mane.
Di demên dawî de hate ragihandin ku Rûsyayê êrîşên xwe li seranserê xeta pêşîn zêde kiriye, lê belê kiryarên bi vî rengî ne mimkûn e ku bandorek mezin li ser rêça giştî ya êrîşa bihar û havîna 2026’an bikin.
Rûsya berdewam israr dike ku hêzên Ukraynayê bi tevahî ji Donbasê vekişe, tevî herêmên ku hîn negirtine. Kîevê bi berdewamî diyar kiriye ku ew vê yekê qebûl nakin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvînek çapemeniyê de rave kir ku vekişîna leşkerên Ukraynayê ji Donbasê dê ji bo Kîevê têkçûnek stratejîk be.
Zelensky destnîşan kir ku ev herêm ji bo parastinê pir girîng e, ji ber ku xetên parastinê û kelehên wê hene, herwiha windakirina van cihan dê hêzên çekdar ên Ukraynayê bi giranî qels bike.
Putin di şerê Ukraynayê de bi israr e
Di civînekê de bi nûnerên şaredariyê re di çarçoveya merasîma Xelata Xizmeta Şaredariyê ya Hemû-Rûsyayê de, Putin diyar kir ku welatê wî ji bandorên potansiyel ên krîza li Ukraynayê haydar e. Lêbelê, hikûmeta Rûsyayê niyeta wê nîne ku vê mijarê bi eşkereyî nîqaş bike û dê gavên pêwîst bavêje da ku bigihîje armancên xwe li ser erdê. Wî baweriya xwe ya tevahî bi bidestxistina armancên operasyona ewlehiyê ya taybet anî ziman. Putin piştrast kir ku Kîev ji niha ve difikire ka ger Rûsya bi ser bikeve, dê çawa rewşê birêve bibe. Wî got, “Belê, erê, ew her tiştî temam dikin. Em ê bibînin ka çi dibe. Em dizanin ka her tişt dê çawa bi dawî bibin. Em ê tenê ji bo pêkanîna armancên ku me ji xwe re danîne bixebitin û hewl bidin ku wan bi dest bixin. Ez bawer im ku ew ê werin bidestxistin.”
Stratejiya nû
Di mehên borî de, hêzên Rûsyayê stratejiya “êrîşên li pey hev û domdar”dide meşandin. Ew êrîşên piçûk lê domdar û pêşveçûnên hêdî hêdî pêk tîne. Analîstên leşkerî destnîşan dikin ku Rûsya bi awayekî sîstematîk tevdigere, hêdî hêdî bêyî ku daxuyaniyên ji nişka ve û êrîşkar bide, metirsiyê bilind dike û her dewreyeke nû ya şer bi pêşniyareke din bi dawî dibe ku ji bo dijmin her ku diçe nayê qebûlkirin, wekî ku gelek pisporên Rûs nivîsandine.
Ji ber vê yekê, şerên dijwar li eniyê berdewam dikin, bi armanca kontrolkirina bajarê Beletskoy, ku ketina wî di dawiyê de dê bibe sedema hilweşîna xeta pêşîn a parastinê ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li vê herêmê.






