Navenda Nûçeyan
Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li hikumeta demkî ya Sûriyê kir ku agahiyên lezgîn û zelal li ser girtina rojnamevana Alman Eva Maria Mischliman û rojnamevanê Kurd Ahmed Bulad eşkere bike.
Duh Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li Hikumeta demkî ya Sûriyê dike ku agahiyan derbarê rojnamevanekî Alman û rojnamevanekî Kurd ku di destê wê de hatine girtin, eşkere bike
Rojnamevanê Alman û rojnamevanê Kurd ji meha Çileya borî ve li bakurê Sûriyê winda ne, ango nêzîkî sê meh berê û dibe ku ew di girtîgeheke Helebê de ne.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de got ku, tevî ku malbata Mischliman û hikumeta Almanî piştrast kirine ku ew li Sûriyê girtî ye, berpirsyar hîn jî agahdariya Komîteya Parastina Rojnamegeran ji vê girtinê re înkar dikin.
Komîteyê diyar kir ku yek ji rojnamevanan di Ajansa Nûçeyan a Sosyalîst a Etkîn (ETHA) ku navenda wê li Stenbolê ye kar dikir û yek ji wan di televîzyona Ozgur ku li çend bajarên Ewropayê weşanê dike de dixebitî û herî dawî di 18’ê Çileya 2026’an de hatine dîtin, di dema şerê Reqayê de û êrişên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew neçar man ku li wesayîta hikumeta Sûriyê siwar bibin.
Wê destnîşan kir ku hikumeta Sûriy vê mehê diyar kir ku Eva Meishlaman li gel wê girtî ye, li gorî malbata wê û parêzerê wê Roland Meister ê da zanîn ku nûnerê hikumeta Almanî di 23’yê Nîsanê de serdana wê li navendeke binçavkirinê li Şamê kir.
Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir ku çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Federal a Almanyayê eşere kir ku piştî hewldanên zehmet bi rê û rêbazên cude, wan karî pênşema borî rasterast xwe bigihînin Eva Meishlaman û ew ê alîkariya wê bikin.
Komîteyê ragihand ku hevserokên Yekîtiya Çapemeniya Azad Îdrîs Hanan û Aven Îbrahîm piştrast kirin ku wan agahî wergirtine û nîşan dide ku Bolad li navendeke binçavkirinê li bakurê bajarê Helebê tê girtin herwiha şervanekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk ku hate berdan piştrast kir ku rojnamevan Bolad di heman zindanê de bû û got ku rojnamevan birîndar bûye û tedawiya bijîşkî dîtiye, lê rewşa wî baş e.
Koordînatora bernameya Bîlad Elşam a di Komîteya Parastina Rojnamegeran de Cûd Hesen da zanîn ku nezelalbûna hikumeta Sûriyê derbarê girtina rojnamevanan; Eva Maria Meischlmann û Ahmed Bolad û cihê wan nayê qebûlkirin û tirseke cidî li ser azadiya çapemeniyê li Sûriyê zêde dike û got, “Divê rayedar rewşa wan a qanûnî zelal bikin, ewlehiya wan misoger bikin û destûrê wan bidin parêzer û malbata wan.”






