Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Evîn Ibrahîm; Pêwîst e jin li hember hemû kiryaran têkoşîna xwe xurtir bikin

28/04/2026
in JIN
A A
Evîn Ibrahîm; Pêwîst e jin li hember hemû kiryaran têkoşîna xwe xurtir bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm diyar kir ku gelê Kurd di nav qonaxeke hestiyar re derbas dibe ku tevahiya siyasetên heyî armanca wan ew e ku Şoreşa Jin li Rojavayê Kurdistanê birûxînin û jinan vegerînin serdema berê. Erka rojnemevanên jin ew e ku hişyar bin li hember vê yekê xwedî bingeh bin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Di derbarî rewşa jinê û erka ku dikeve ser milê wê wek rojnemevan Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm bersiva pirsên rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:

Bi destpêkirin Şoreşa Rojava re ku bi Şoreşa Jinê tê naskirin, jinan gavên girîng avêtin û li hember hişmendiya baviksalarî tekoşîn kirin, ji bo bidestxistna mafê xwe gelek berdêlên giran biha jî dan, lê îro carek din ji aliyê hikumeta demkî ve rastî paşguhkirinê tên, sedema vê yekê çiye?

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re pêşketinên jinan kirin berbiçav bûn û bandor li tevahî cîhanê kirin. Herkes dibîne ku jin pêş dikeve, ev necara yekemîne û wê necara dawî be ku jin di pêşketinên xwe de rastî êrişan were. Li serasnerî cîhanê sîstema desthilatdar hertim êrişên xwe li ser jinan berdewam kirine. Ev yek tê wateya ku pêşketina jinan bandorê li ser berjewendiyên wan dike. Dema em li dîrokê jî vedgerin em dibînin ku jina pêşketî û ya ektîv her rastî binpêkirina dihat. Berî ku rêjîma Baas were rûxandin dihat dîtin ku Şoreşa Jinê rastî êrişan dihat bi taybet ji hêla dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ ve, êrişên ku dihatin kirin jî destpêkê jin dihat hedef girtin. Mînaka berbiçav dewleta Tirk li herêmên dagirkerî gava yekem avêt destdirêjî li ser jinan kir, ev yek aliyê wê yê siyasî yê kûr heye ku bi van kiryaran bikaribin jinan ji tevahiya qadên jiyanê dûr bixin.

Niha jî hikumeta demkî ya ku hatî ser desthilatê em dikarin pênase bikin ku aliyekî wê yê islama tundirewe û di dîroka wan de tundiya ku li ser jinê hatî kirin ber biçav bû û tevahiya cîhan şahidê vê yekê ye. Lewma pêşketina jinan ji bo wan wek metirsiyekî ye, li gor hişmendiya wan ku hertim jin di nav çar dîwaran de be û ji hundirê malê dernekeve. Bi rûxandina rêjîma Baas re heya roja îro têkoşîna jinan berdewame li Rojavayê Kurdistanê. Em bal dikşînin li ser Rojavayê Kurdistanê ji ber ku dema têkoşîna jinê li Rojava bi serket wê bibe bingehê serkeftina tevahî jinên li Sûriyê jî, lewma ev wek metirsiyekî ji bo desthilatdaran tê, ji ber vê yekê rastî paşguhkirinek tê kirin.

-Jinê cihê xwe di gelek qadên girîng de girtin, yek ji wan jî qada raghandinê ye ku ya harî bi bandore di nava civakê de, pêwîst e jina rojnemevan rol û bandorek çawa bike heya ku karibe destkeftiyên Şoreşa Jinê misoger bike?

Qada ragihandinê qadeke ku bi pêşengtiya jinê heya roja îro berdewam dike û ev qad jî metirsiyekî li ser zihniyeta desthilatdar çêdike. Berî rûxandina rêjîma Baas me gelek kar û xebat dikirin lê kar û xebatên me di çarçoveya Rojavayê Kurdistanê de bû, lê îro karê me pêwîst e hîn zêdetir ji ya berê were kirin. Pêwîst e em wek rojnemevanên jin karê me li ser tevahî cîhanê bê, divê em wek rojnemevanên jin taybetmendiyên jinan bi tevahî nasbikin da ku bikaribin bi roleke çawa bilîzin û ji bo jinan çi pêşkêş bikim, da ku hevgirtinekî ji bo jinan ava bikim. Di heman demê de rojnemevanên jin bikaribin bandorê li raya giştî jî bikin di hemû aliyan de, ji ber ku jin xwedî roleke girîng di vê şoreşê de, bi saya wê heya roja îro hebûn, nasname û çand hat parastin.

Îro roj piştî hatina hikumeta demkî tundiya li ser jinê du qat zêdetir bûye, pilanên ku li ser jinan tê kirin û nêzîkatiya hikumeta demkî ji jinan re. Pêwîst e em wek rojnemevanên jin van kiryaran derxin û ji raya giştî re ragihînin. Erkê jinan erkekî serekeye di vê pêvajoyê de, di milê kar û xebatên xwe de divê em xwe bighînin tevahî jinên rojnemevan û ji wan re nîşan bidin ku Sûriya beriya 2011’an û piştî 2011’an ne wek hev in, jina ku di nav Sûriyê de dijî bi vê şoreşê re hatiye guhertin û berdêlên giran daye heya ku rêjîma Baas rûxiya ye, îro divê ev berdêl bighêjin encamekî ji ber ku bi misogerkirina mafê jinan wê civakek azad û demokrat were avakirin.

-Ji bûyî bidestxistina mafê jinan di destûra nû de tekoşînek çawa pêwîst dike?

Niha li ser asta Sûriyê gelek guhertin çêdibin, pêwîst e jin cihê xwe di nav van guhertinan de bigre, wê guhertinek bingehîn ji bo destûra Sûrî were dayîn. Beriya 53 salan ji bo mafê jinan hin xal hatibûn nivîsandin lê li gor rêûresmên islamiyetê diçûn, lewma jin bê par dima ji mafê xwe. Di heman demê de gelek yasa û zagon hebûn ji bo mafê jinê were parastin, lê li gor resmên civakê jin sînordar dikirin û rastî tundî û paşguhkirinê dihat kirin. Gava yekmîn ew e ku mafê jinan di destûrê de were misoger kirin, jin azadiya xwe di milê civakî, siyasî û wekheviya jin û mêr di nav saziyan de jî were parastin. Di heman demê de rewşa ku em têre derbas dibin di nav Sûriyê de û derbas bûna 14 salan li ser Şoreşa Sûriyê re, jin rastî gelek zehmetî û binpêkirina hatin. Em niha di qonaxek veguhêz re derbas dibin pêwîste em bikaribin dadweriya veguhêz ya jinan avabikin. Destpêkê pêwîste her kesê ku destê wan di binpêkirina mafê jinan de heyî were dadgeh kirin, wê demê jin wê bighêje mafê xwe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.