Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo ji Konferansa Amedê re peyamek şand

26/04/2026
in NÛÇE
A A
Rêber Apo ji Konferansa Amedê re peyamek şand
Share on FacebookShare on Twitter

 Navenda Nûçeyan

Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Amedê re şand. Di peyamê de Rêber Apo got, “Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê Kurd pirsgirêka yekîtiyê ye. Ji ber vê yekê yekîtiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye.”

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a bi navê, “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansê re şand û balkişand ser xalên girîng. Peyam ji aliyê sekreterê însiyatifê Hilmî Aydogdu ve hat xwendin.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo konferansê wiha bû:

“Beşdarên hêja, Kapasîteya civakekê ya domandina hebûna xwe, rasterast bi hêza wê ya veguherîna li gorî rastiyên serdemê ve girêdayî ye. Tu pêkhateyek civakî ya ku naguherî, venaguhere û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava nake, nikare mayînde be.

Kurd jî ji ber polîtîkayên înkar, îmha û zextê yên ku bi salan e rû bi rû dimînin, ji derfeta pêkanîna vê guherîn û veguherînê bêpar hatine hiştin.

Pirsgirêka bingehîn ku îro li pêşiya me radiweste ew e ku dê civaka Kurd çawa bibe civakeke modern a demokratîk.

Kurd bi dîrok, ziman, çand û tevna xwe ya civakî rastiyek in. Domdariya vê rastiyê, bi raberikirina vîna xwe ya di qadên siyaset, aborî, perwerde, tenduristî û çandê de ve girêdayî ye. Ev yek jî tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e.

Civaka demokratîk pêwîstî bi pêvajoyeke zanebûnî ya înşayê heye. Ev înşa ne bi tundiyê û ne jî bi ferzkirinê dikare pêkwere. Ev yek bi rêxistinbûneke piralî ya civakî ya li ser zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk tê meşandin pêkan e. Ji nû ve nirxandina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî esasên demokratîk, bingeha vê pêvajoyê pêktîne. Demokrasî li cihê ku zor û zext lê nîne şîn dibe.

Ji ber vê sedemê, divê civaka Kurd ne tenê li hemberî derve, di têkiliyên xwe yên navxweyî de jî ji nû ve înşayeke li gorî pîvanên demokratîk esas bigire. Dema em di têkiliyên bi netewe-dewletan re çareserî û muzakereya demokratîk diparêzin, divê em di nava xwe de jî ne tundiyê, lê siyaset û hiqûqa demokratîk esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk di muzakereya demokratîk re derbas dibe.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê Kurd pirsgirêka yekitiyê ye. Ji ber vê yekê yekitiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye. Lidarxistina kongreyeke berfireh a yekitiya demokratîk, ji bo derxistina holê ya hişê hevpar û vîna hevpar wezîfeyeke lezgîn e. Dema ku Kurd li welatên lê dijîn bi riya muzakereya demokratîk li çareseriyê digerin, neçar in ku pirsgirêkên di nava xwe de jî bi heman rêbazê çareser bikin.

Lê belê li pêşiya vê pêvajoyê, pergala têkiliyên teng a eşîrtî, qebîletî û ya ku civakê parçe dike wekî astengiyeke girîng disekine. Vê zihniyetê pêkhateya civakî qels kiriye û wêraniyên cidî afirandine. Bêyî rûbirûbûna bi vê rastiyê re, avakirina yekitiya demokratîk ne pêkan e.

Afirandina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên navxweyî li pey xwe hiştine û dispêre rêzgirtina hevpar, pêkan e. Rêya vê yekê, di serdestkirina esasên demokratîk a li hemû qadên jiyanê re derbas dibe. Belavkirina vê têgihiştinê ya gav bi gav di nava civakê de, ku di serî de pêkhateyên siyasî tên, wezîfeya herî girîng a serdema li pêşiya me ye.

Serdema li pêşiya me, ji bo civaka Kurd serdemeke jinûveavabûnê ye.

Bingeha vê avabûnê jî wê yekitiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava ku li ser vê bingehê bê avêtin, wê pêşeroja me ya hevpar diyar bike. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdariyên xwe yên bêdawî silav dikim.

Abdullah Ocalan, Îmralî”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.