Stêrk Mihemed/Qamişlo
Kongra Star bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir, daxuyanî li Staduma 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo hate xwendin.
Îro li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kongra Star bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya piştgiriyê kir. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo, bi zimanê Erebî ji aliyê Cîgera Desteya Jin Wîsayif Dende û bi Siryanê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Siryanî Semîre Hena ve hate xwendin.
Neveroka daxuyaniyê wiha bû:
“Ji bo ragihandina kampanyaya piştgirya Yekîneyên Pararstina Jin YPJ’ê xweparastina rewa û parastina civakê li dijî terorîzm û şîdeta rêxistinkirî mafeke ku ji hêla zagon û hevpeyimanên navneteweyî ve, li ser bingeha peyimana Neteweyên Yekbûyî û Peyimanên Cinêv û Biriyara 1325’an û peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê aştî û ewlehiyê de hatiye garantîkirin, nemaze dema ku jin û zarok dibin hedefên sereke yên kuştin, revandin, koçberkirin û kolekirinê. Di van salên bûrî de li Sûriyê gelek tawanên mezin ji milê rêxistinên terorîst di derheqê sivîlan de hatin kirin û jin rastî binpêkirinên herî kirêt hatin, jin û zarok bi her cûre binpêkirinan re rûbirû man. Ev yek bû sedema ku berpirsiyariya parastina xwe û beşên herî zêde di metirsiyêde li ser milê civakê ferz bibe.
Di van şert û mercan de, pêwîstiya bi hêzên ku bikaribin jin, zarok û civakê biparêzin û li hember terorîzma ku mirovahiyê, rûmet û mafê wê yê jiyanê ermanc digire, raweste derket holê. Li ser vê bingehê Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ji dema ku li Rojava hatî damezrandin, îspat kiriye ku ew hêzek herî bibandor û sembola herî bilind a rêxistina jin li seranserê Sûriyê ye. Di salên bûrî de, YPJ’ê yek ji hêzên herî berbiçav yên ku li hember terorîzmê şer kiriye û di parastina mirovahî, rûmet û azadiyê de mînakek bêhempa pêşkêş kir. YPJ di şerê li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên tundrew de di rêfên pêşîn de cih digirt û bi awayek rasterast beşdarî parastina sivîlan bû, bi hezaran jin û zarok rizgar kir û bergirî di ber civakên herêmî û tevahiya pêkhateyên wê de kir.
Ji bo parastina civaka Sûriyeyê û tevahiya mirovahiyê, Şervanên van yekîneyan berdelên giran danîn, di şerên parastina gundan û bajar de û di rûbirûbûna li dijî terorîzma ku jin ji her tiştî bêtir hedef digirt de şehîd û birîndar dan. Rola van yekîneyan ne tenê leşkerî bû; belê di heman demê de hêzek exlaqî û civakî jî pêk anîn ku beşdarî parastina jin ji tundî û tundrewiyê bû û nirxên beşdarbûn, wekhevî û edaletê xurt kirin.
-Hebûna Yekîneyên Parastina Jin di nav artêşê de garantiya pabendbûna artêşê bi prensîbên xwe re di şiyana parastina aştî û ewlehiyê de ye. Ev yekîne pusûla wê ya exlaqî temsîl dikin, hişmendiya înkara yên din derbas dike û di ramanên pêşverû de kokdare.
-Hebûna jin di artêşê de erkên xwe yên bergiriyê hene û di heman demê de jî erkên xwe yên têkoşeriya di guhertina zîhniyeta ku îrade û mafên jinan red dike de heye.
-Parastina taybetmendiya van yekîneyan wekî hêzek jin a pispor pêwîstiyek neteweyî ye, ji ber ezmûna wan a berfireh a di şerê li dijî terorîzm, parastina jinan û beşdarbûna di parastina ewlehî û aramiyê de, herweha naskirina rol, dîrok û qurbaniyên wan misoger dike.
-Em weke Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, destpêkirina kampaniyak piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin, bi durûşma “Em Tev YPJ ne, YPJ nûnertiya me ye” Radighînin û daxwazên me evin:
1-Naskirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ wekî hêzek leşkerî brêkûpêk di nav Wezareta Parastina Sûriyê de.
2– Parastina pêkhateya Yekîneyên Parastina Jin wekî beşek yekgirtî ji pergala parastina Sûriyeyê ya tayîbet bi herêmên Rojava.
3-Parastin û sepandina destkeftiyên jin li Rojava, ku jina Kurd û Sûrîyeyî li herêm û cîhanêwergerandiye mînakek pêşeng.
4– Serbest berdana girtiyên jin, radestkirina cenazeyên şehîdan û eşkerekirina çarenûsa jinên winda û çarenûsa wan ne diyar.
5-Em bang li hevpeymaniya navnetewyî û hêzên bi bandor dikin ku biştgirî bidin beşdarîkirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pergala Wezareta Parastina Sûrî de û naskirina statuya wan.
6-Li ser asaê ku Danezana makezagona Sûriyeyê tu bendek ku xizmeta leşkerî bi mêran sînordar bike nagire nav xwe, derfet dide xurtkirina beşdariya jin di saziyên leşkerî û ewlehiyê de.
Li ser vî Esasî, em girîngiya garantîkirina rola jin û rêxistinkirina beşdariya wê di nav formasyonên jinan ên pispor yên wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), de li gorî prensîbên wekhevî û ne-cudakariyê, tekez dikin. Em bang li tevahî tevger, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk û raya giştî li Kurdistan û Cîhanê dikin ku piştgirî bidin hemleya me û li kêlek Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku bûye sembola berxwedan parastina azadiya jinan û sepandina aştî û demokrasiyê rawestin. her weha em bang li tevahî ragihandin û mediyaya navnetewî dikin ku, piştgirî bidin vê kampaniyayê ku wek dengê têkoşîna azadiya jinê ye. YPJ ne tenê şervan in; belê ew hilgirên ala azadî û wekheviyê ne. beşderbûna wan di nav artêşa Sûriyeyê de gavek pêwîst e ji bo zêdekirina beşdariya jinan di saziyên dewletê de û ji ezmûna berfireh a ku van şervanên jin di salên şer de berhev kirine, sûdwergirin, bi ermanca avakirina saziyek parastina neteweyî ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê û qurbaniyên keç û lawên wê nîşan dide.”
Bijî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), sembola rûmet û têkoşînê.
Şehîd Namirin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava.
Bernameya Kampanya Piştgiriya YPJ’ê wiha ye:
Di bin dirûşmeya Em hemû YPJ ne, YPJ nûnertiya me dike
Roja Yekşemê 26’ê Nîsana 2026’an kampanya piştgiriya YPJ’ê hate ragihandin
– Nivîsandina nameyên vekirî ji bo rêxistin û tevgerên jinan
– Lidarxistina rûniştinên nîqaşê yên serhêl bi rêya Zoomê
– Lidarxistina konserên taybet ji bo piştgiriya Rojava û derveyî wê, çêkirina pêşangehên wêneyan ên şervanên jin, û pêşkêşkirina performansên şanoya kolanan
– Lidarxistina çalakiyên olî û îdeolojîk ji bo kampanyayê
– Derxistina daxuyaniyek hevbeş ji aliyê dayikên aştiyê, şehîdan, û şervanên jin, û lidarxistina çalakiyek taybet
– Lidarxistina panel/forûmên nîqaşê bi parêzeran re li ser girîngiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û rewşa wan a qanûnî, û bi akademîsyenan re di bernameyên zanîngehê de, lidarxistina panelên nîqaşê li ser entegrasyonê û çawaniya entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)
– Amadekirina dosyayan li ser sûcên şer
– Bikaranîna hashtag #EmHemûYPJn20 Nîsana 2026, ji saet 8ê sibê heta 11ê Nîsana 2026an
– Çalakkirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo Kurdistanê






