Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Edaleta Civakî û HTŞ

26/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Li devereke wek Sûriyê di bin banê sîstemeke şovînist, islamîst, baasî û nijadperest de, wê çawa qale edaleta Civakî were kirin? Di demekê de destê her alî di nava rijandina xwîna xelkê Sûriyê de heye, gelo kî wê sucdar be û kî dikare rola dozger bilîze? Berî çend rojan, kesekî bi navê Emced Yusif hat girtin. Li gorî çîrokê, vî kesî di sala 2013’an di meha Nîsanê de li taxa Tedamin a Şamê komkujî pêk aniye. Ev kes ew e ku di vîdyoya 41 kesên çavgirtî davêjin çeilekê û wan dikujin de xuya dibe. Bi vî awayî navê Emced Yusif ku endamekî Ewlehiya Leşkerî ya rêjîma Baas e, di sala 2022’an de derdikeve ser dezgehên ragihandinê. Hat ragihandin ku ev kes di 24’ê Nîsana 2026’an de li gundewarên parêzgeha Hemayê hatiye girtin û wekî bûyereke gelekî mezin qewimiye û Edaleta Civakî wê pêk were propaganda wê hat kirin. Berpirsên HTŞ ku niha li Şamê desthilatin, derketin ku gotin ew ê vî kesî li pêş raya giştî darzînin û mafê qurbaniyan vegerînin. Li ser wê yekê Tomas Barack ku nûnerê serokê DYA li Sûriyê ye, wî jî bi riya X daxuyaniyek da û got ku girtina vî kesî cihê kêfxweşiyê ye û dîsa kir wesîla pesna Ebû Mohemed El-Colanî bide. Di demekê de xelkê Sûriyê di bin silogana parastina rûmetê de hêdî hêdî çalakiyan organîze dike, bi vî awayî dixwazin li ser bangên gel bigrin. Li Sûriyê, ji ber sererd û binerd tê talankirin û hemû saziyên xizmetê tên firotin, bi derxistina van rojevan dixwazin xelkê bi tiştekî cuda re mişxul bikin. Wer xuyaye ku şêfê van çîrokan hemû jî Tomas Barack e. Wê her çend mehan carekê, ku milet ji bo debara jiyanê ketiye helaketê û wê rabe ser piyan, bi van bûyeran dixwazin li du çûkan bidin. Yek, bibêjin binêrin, ew li dixebitin da sucdar werin darzandin û li aliyê din dixwazin van komkujiyan bi bîra xelkê bînin da bêdeng bibin û daxwaza mafê xwe nekin.

Di demekê de ku dixwazin bibêjin wan kesek ku destê wî di komkujiyeke derheqê xelkê Sûriyê de heye girtine, bi hemû zilamên ku bingehê rêjîma Baas in re li hev dikin û pereyan ji wan digrin. Yanî, sucdarên esasî re ango bi rêjîma sucdar re li hev dikin û ji bo vê yekê veşêrin, derdikevin û dibêjin ku wan hin kes girtine. Erê, milet li Sûriyê Edaleta Civakî dixwaze, lê dozger û dadwer bi xwe sucdar be ew ê çawa bibe? Wezîrê Dadweriyê yê desthilata Colanî  yê bi navê Mezher El-weîs bi xwe sucdarekî herî mezin e û vîdyoyên wî yên fermana kuştina Sûriyan jî peyda dibin. Wê demê kî wê Edaletê bi cih bîne û kîjan Edalet? Emced Yûsif kesekî di bin navê sucdariyê de hatiye girtin, lê Hatim Ebû Şeqra ku kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e û Ebû Emşe ku hemû sucên li Efrîn, beravê û Siwêdayê navê wî derbas dibe, li derve serbestin. Gelo rastî jî HTŞ’ê li pêyî Edaleta Civakî ye an li pêyî mijulkirina xelkê ye da lingên xwe bi cih bike?

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.