Hêvî Keleş/ Qamişlo
Tevî dahata kêm, buhayên bilind û zehmetiyên jiyanê, welatiyê bi nave Ehmed Şêxmûs ku ji bajarê Qamişlo ye, bi firotina çay û qehweyê têkoşîna xwe ya rojane didomîne û hewl dide ku debara malbata xwe peyda bike.
Çîroka Ehmed Ebdul Baqî Şêxmûs rastiya beşek fireh ji karkeran nîşan dide ku di bin şert û mercên aborî yên dijwar de, xwe dispêrin karê rojane yê bi dahata kêm. Di navbera lêçûna jiyanê ya bilind û kêmbûna derfetan de, hêviya dîtina karekî çêtir hîn jî hêviyeke zehmete.
Têkoşîna rojan e

Li yek ji kolanên Qamişlo, Ehmed Ebdul Baqî Şêxmûsê yê pêncî salî li pişt dikana xwe ya biçûk radiweste, ku bêhna çayê û qehwe jê tê. Ew roja xwe zû dest pê dike, amûrên xwe yên pêwîst hildigire, hewl dide ku debara xwe bi firotina vexwarinên germ ji rêwiyan û xwediyên dikanên cîran re bike. Tevî sadehiya karê wî, hûrguliyên roja wî çîrokeke têkoşîna rojane ya li hember rastiyeke aborî ya dijwar eşkere dikin.
Şêxmûs, ku gelek meh di vî warî de derbas kir, ev pîşe ji ber pêdiviyê hilbijart, ne ji ber hewesê ew dibêje ku karê wî hinekî baş e, lê ew nagihîje asta ku bibe çavkaniyek têrker ji bo debara malbata wî, ji ber ku dahata ku ew qezenc dike bi zorê hewcedariyên bingehîn ên rojan e peyda dike, bêyî ku şiyana xilaskirin an baştirkirina asta jiyana xwe hebe.
Şêxmûs yek fîncanek çayê bi hezar lîreyên Sûrî difiroşe, ku ev bihayek kêm e li gorî bihayê tiştê ku ew dikire. Her çend ev biha kirîdaran dikişîne jî, ew ji bo wî têra xwe qezencê çênake, wekî ku wî piştrast kir: “Bihayên bilind ên madeyan, wek şekir, çay û qehwe, wî di navbera parastina kirîdaran xwe û bidestxistina dahatiyek maqûl de xistiye rewşek dijwar.” Dahata wî ya rojane ya navînî nêzîkî 25 hezar lîreyên Sûrî ye, ku ew vê mîqdarê wekî pir kêm li gorî pêdiviyên jiyanê bi nav dike. Bi zêdebûna berdewam a bihayan re, ev dahat êdî têrê nake ku pêdiviyên bingehîn ên tevahiya malbatekê peyda bike, nemaze ji ber ku ew tekane dabînkerê malbata xwe ye.
Şêxmûs got: “Ev kar bi zorê têra xwarina malbata min dike. Em her roj tenê ji bo debara xwe dixebitin, ji bo sibê tiştek garantî nîne.” Li gel van şert û mercan, Şêxmûs hîn jî hêvîdar e ku karekî çêtir bibîne. Ew bi berdewamî li karekî digere ku dahatiyek baştir peyda bike, lê ew ji ber kêmbûna derfetan, nemaze ji bo kesekî di temenê wî de û xwedî ezmûnek kêm di warên din de, bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne.
Bihayê pêdiviyên jiyanê yên bilind wî diwestîne
Rewşa Şêxmûs ne tenê rewşa kesekî ye, ew rastiya gelek kesan li bajar nîşan dide. Bi xirabûna şert û mercên aborî û zêdebûna lêçûnên jiyanê re, tevî bêîstîqrariyê, xwe dispêrin karê rojane. Şêxmûs destnîşan kir ku tiştê herî zêde barê wî dikişîne ne tenê dahata wî ya kêm e, lê di heman demê de hesta bêewlehiya darayî jî ye. Nebûna çavkaniyek dahatê ya sabît an ewlehiya civakî wî di rewşek fikarên domdar de li ser pêşerojê dihêle, nemaze ji ber berpirsiyariyên wî yên li hember malbata wî. Tevî van hemûyan, Şêxmûs hewl dide ku li ber kirîdarên xwe kenê xwe biparêze, bi moralekî baş çay û qehwe pêşkêşî wan dike, mîna ku ev hewldanek biçûk be ji bo berxwedana li hember dijwarbûna rastiyê, nîşan dide ku ev kenê beşek ji karê wî ye û dibe ku di heman demê de amûra wî ya parastina hêviyê ye.
Çîroka Ehmed Ebdulbaqî Şêxmûs wêneyekî zindî yê êşa beşek fireh a civakê ye, ku rojane li hember rastiyeke aborî ya bêrehm ji bo jiyanê têdikoşin.






