Navenda Nûçeyan
Ji ber şerê dawî yê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, li Îranê karker û karmend bi awayekî rasterast hem nerasterast rastî pêlek jikarderxistinên girseyî, hatine.
Îran şahidiya pêlek bêhempa ya jikarderxistina karker û karmendan di gelek sektoran de bûye, ku di encamê de aloziyên aborî û ewlehiyê derxistiye holê herwiha bi awayekî rasterast bandor li ser bazara kar û hilberînê kiriye.
Li gorî daxuyaniyên dezgehên medyayê yên navneteweyî, di nav de BBC ya Birîtaniyayê, rayedarên Îranî piştrast kirine ku di van demên dawî de bi milyonan kes ji ber rawestandina hilberînê li hejmarek kargeh û kompaniyên girîng, herwiha kêmbûna çalakiyên bazirganî û xizmetguzariyê li welêt, bêkar mane.
Jikarderxistin li sektorên sereke yên aborî belav dibe
Bandorên krîzê tenê bi sektorekê ve sînordar nebûn, lê belê bandor li sektorên berfireh ên wekî, bazirganî, sektora dîjîtal herwiha kampaniyên hawirdekirin û hinardekirinê jî kir.
Sektora erebeyan, ku yek ji mezintirîn sektorên li Îranê ye, jî bandor dibe. Li gorî texmînan nîşan didin ku rasterast û nerasterast nêzîkî milyonek kes tê de dixebitin û di çend qonaxên rêze hilberînê de ji kar hatine derxistin.
Bandorên nerasterast li ser bazara kar
Ji bilî girtinên rasterast, krîz gihaşt kampaniyên ku bi sektorên bandordar ve girêdayî ne, wekî dabînkerên madeyên xav û kampaniyên lojîstîkê, ku ev yek bû sedema pêla duyemîn a windakirina karan.
Berpirsyarên pîşesaziyê destnîşan kirin ku astengiyên rêze dabînkirinê, nemaze ji ber qedexeyên li ser navîgasyonê li hin rêyên deryayî, di hawirdekirina madeyên bingehîn de bûye sedema zehmetiyên girîng û hin kargeh neçar mane ku hêza xwe ya kar kêm bikin an hilberînê rawestînin.
Kêmbûna xerckirinê û guhertina şêwazên jiyanê
Krîza aborî di reftara xerîdaran a li Îranê nîşan dide, ku xerckirin bi awayekî mezin kêm bûye û di gelek rewşan de tenê bi kelûpelên bingehîn ve sînordar bûye, ku bandorek neyînî li ser sektorên wekî geştiyariyê, xwaringehan û firotanê kiriye.
Kêmbûna tevgerên aborî bûye sedema nîşaneyên civakî yên balkêş, di nav de kêmbûna di veguhastina giştî û qerebalixiya trafîkê de, ku hin kesan ev yek wekî nîşaneya kêmbûna çalakiyên aborî yên rojane hesibandine.
Sektora dîjîtal di çembera bandorê de ye
Li gorî daxuyaniyên fermî, sektora teknolojiyê jî rastî astengiyên mezin hatiye, nemaze ji ber ku di hin demên diyarkirî de ji ber sedemên ewlehiyê sînorkirinên înternetê têne ferzkirin.
Van sînordarkirinan bandor li ser kampaniyên dîjîtal û karsazên ku xwe dispêrin platformên elktronîk di warê kirîn û frotinê de kiriye, ku bûye sedema kêmbûna çalakiyê di sektora ku di salên dawî de mezinbûnek rêjeyî jiyan dikir.
Herwiha li gorî texmînên aborî nîşan dan ku ji ber qutbûnên înternetê yên dubare, xizmetguzariyên dijîtal û karê ku xwe dispêrin dansûstendina elktronîk hatin asteng kirin, lewma di encamê de zirar û xisareke mezin gihşt aboriya Îranê.
Medya û saziyên xizmetguzariyê ji krîzê bandor dibin
Dezgehên medyayê jî ji bandorên vê rewşê bêpar neman, li gorî hin raporan hat destnîşan kirin ku hejmarek karmendên hin dezgehên medyayê yên herêmî ji kar hatin derxistin, an jî li şûna karê daîmî ji bo karên serbixwe hatin veguhastin.
Ev zexta darayî ya ku gelek sazî ji ber kêmbûna dahatan û zêdebûna lêçûnên xebitandinê pê re rû bi rû dimînin, nîşan dide.
Tedbîrên hikûmetê ji bo kontrolkirina krîzê
Ji bo kêmkirina bandorên krîzê, rayedaran bernameyên piştgiriya darayî ji bo karsaziyên piçûk û navîn ragihandin, di nav de deynên ku armanca wan parastina kar e. Lêbelê, ev bername bi rêjeyên enflasyonê yên bilind re rû bi rû dimînin, ku li gorî daneyên fermî ji sedî 50 derbas bûne.
Di heman demê de raporên aborî nîşan didin ku berdewamiya rageşiyên leşkerî an jî dorpêçên navneteweyî dikarin rewşa aborî hîn aloztir bikin û bibin sedema zextek mezintir li ser bazara kar.
Aborî di bin zexteke mezin de ye
Windakirina kar bi kêmbûna nirxa diravî û bilindbûna buhayê kelûpelên bingehîn re hevdem bû, ku di encamê de hêza kirîna welatiyan kêm kir û zextên jiyanê zêde kir.
Pisporên aborî dibînin ku krîza heyî ne tenê bi bandorên leşkerî ên rasterast ve girêdayî ye, lê di heman demê de bandora xwe li ser avahiya aboriya Îranê jî dike, ku ji ber şer, dorpêçan û astengiyên bazirganiya navneteweyî êş dikşîne.
Pêşerojeke nediyar
Di çarçoveya aloziyên berdewam de, rewşa aborî ya Îranê ne diyar e, eger krîza heyî bêyî çareseriyên siyasî an jî kêmkirina aloziyên leşkerî berdewam bike, dibe ku bêkarî û rêjeya enflasyonê zêde bibe.
Herwiha çavdêr hişyarî didin ku girtina berdewam a hin rêyên bazirganiyê an jî têkçûna rêzên dabînkirinê dikare bibe sedema kêmbûnek din a hilberîna pîşesaziyê, ku ev yek dê rasterast bandorê li ser astên jiyanê bike.
Pêla ji kar derxistinê li Îranê bandora kûr a aborî ya nakokiya herêmî nîşan dide, ku bandorên wê ji sektorên mezin ên pîşesaziyê bigire heya xizmetguzarî, teknolojî û medyayê dirêj bû.
Ji ber faktorên leşkerî û aborî yên bi hev re, xuya ye ku bazara kar a Îranê bi qonaxeke ji nû ve avakirinê ya dijwar re rû bi rû ye, dibe ku bandorên wê bi salan berdewam bikin ger herêm pêşketineke siyasî û ewlehîyê nebîne ku aramiyê ji bo tevgera hilberîn û bazirganiyê vegerîne.






