Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

23’ê Nîsana 1920’an

26/04/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Serenivîsa li jor ne tenê serenivesek e. Bi gelek taybetmendiyên xwe, ji gelek aliyan ve cuda tê nirxandin. Hin kes wekî cejnekê digirin dest, hin hêzan wekî dîrokek nebaş girtine dest (wê demê împ-Osmanî)… her çi tiştbe, di encamê de mirov dikare wekî werçerxanekê lê mêze bike. Yanî dîrokek girîng e. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, yan jî bi teslîmbûna Împ. Osmanî, şerê cîhanê yê yekemîn, bi muterekeya Mondrosê bi encam bû, Mistefa Kemalê ku generalekî vê împaratoriyê bû, berê xwe da Anatolî û Kurdistanê. Ew bi xwe jî wezîfedarekî padîşahê Osmanî Vahdettin bû. Erka wî ya fermî ku ji împaratoriyê girtibû; ew dê biçûya Anotolî û Kurdistanê, nehîştana ku artêşên Osmanî li ber teslîmbûnê serî hilde.

  1. Kemal piştî ku ji padîşah ev wezîfe wergirt di demeke kurt de xwe di ser Behra Reş re xwe gihand cebheyên artêşa Osmanî ya têkçûyî. Dît ku bi rastî jî halê artêşê ne ti hal e. Ne serhildana li dijî teslîmiyetê, berewajî bi temamî şikestiye û têkçûye. Nayê zanîn ku di vê kêliyê de fikra esasî ya M. Kemal çi bû ye lê piştî vê dîmenê dibîne, dibe xwediyê helwesteke wisa: ‘dibe ku artêşa têkçûyî ya Osmanî û gelên Anatolî û gelên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Ewrûpiyan were birêxistin kirin’. Lê belê ji ber têkçûyînê, ji artêşa Osmanî yan jî gelên din ên Anatoliyê zêde derfetên berxwedanê peyda nake.

Dawiya dawî wekî hevkariyên dîrokî ya Melezgîr û Çaldiranê xwe diavêje ber berxtê eşîrên Kurdan. Piştî gerugeşteke durûdirej a din av eel uu eşiireen Kurdan de civîn û kongreyên Erzerom, Sêwas û Tamîma Amasyayee destek ji Kurdan werdigire ku li dijî dagirkeriya İngîlîz û Fransiyan şer bimeşînin û dawî li dagirkeriyê bînin. Bi rastî jî li ser vê esasê ji beriya 23’ê Nîsana 1920’an destpêkê bi lehengiya gelê Kurd Riha û derdora wê, ji dagirkeriya Fransî hatiye rizgarkirin. Dîsa 12’ê Sibata 1920’an de Mereş û derdora wê ji dagirkeriya heman hêzê xelas bûye. Piştî van berxwedanên mezin e ku hêdî hêdî M. Kemal Enqereyê ji xwe re dike payitext û bingeha artêşa xwe datîne. Li peravên rojava û başûrê Anatoliyê jî li dijî dagirkeriya Yewnan û Îtalî, zayif jî bibe şerekî dide meşandin. Hê bêhtir dijminê ku li Kurdistanê li eniyên Riha, Mereş têk diçe, êdî ji serkeftina li beramberê gelên Anatoliyê bê hêvî dibe. Ji ber vê yekê ye ku hêdî hêdî, dagirkeriya Îngîlîz desteka xwe ji Yewnaniyan dikişînin. Lewra M. Kemal serkeftinên xwe yên li Anatoliyê jî deyndarê gelê Kurd e. Naxwe, eger Îngîlîzan desteka xwe ji Yewnaniyan nekişandana artêşa Yewnanî ku hatibû li ber sînorên Enqereyê, dikarîbû wê derê bi rehetî dagir bike!

Werhasilî bi hêz, moral û motivasyona ku M. Kemal ji serkeftinên Riha û Mereşê wergirtibû, (bi desteka eşîrên Kurd û gelên Anatoliyê) li Enqereyê di dîroka 23’ê Nîsana 1920’an de Meclisa Gel A Mezin ava dike. Kurd bi eşîreîs, rewşenbîr û wêjevanên xwe, bi çand û edet û teqalîdên xwe di vê Meclisê de cihê xwe digirin. Wesa ku piştî bi demeke diyar dagirkeriya Fransî li herêma Dîlokê jî, bi pêşengiya lehengên wekî Qere Yilan û Şahîn Beg, têkçûye destê M. Kemal dê bi temamî bi hêztir bûya. Nuxteya herî balkêş ew e ku ev berxwedanên heremî bi temamii ji aliyê gelên herêmê ve hatiye meşandin.

Çendî balkêş û sosret e ku ji herêma Qoçgîriyê (Sêwas) û herêmên din ên Kurdistanê rûspiyên Kurdan di vê Meclisê de cihê xwe wergirtibûne. Herwisa li ser vê kevneşopiya Meclisa destpêkê di 23’ê Nîsana 1921’an de ji aliyê vê saziyê ve Makezagona Destpêkê ya Tirkiyeyê tê çêkirin. Di vê navberê de Kurdên herêma Qoçgîriyê bi daxwaza xweseriyê, dema ku di xwestekên xwe de israr dikin ji aliyê artêşa M. Kemal ve bi şer û şidetê ve rû bi rû dimînin. Lê li ber xwe didin. Nêzîkî 200 gundên Kurdan tên şewitandin. Di encamê de ev berxwedan tê tepisandin. Lê M. Kemal hewl dide, piştii ji berxwedanee zêde bi tûndî neçe li ser pirsgirêkê. Ji derveyê Elîşêr Efendî hemû pêşengên vê berxwedanê efû dike û hin kesan di xebatên vê Meclîsê de erkdar jî dike.

Bi gotinên fîlozofê çiyayan Qasim Engin “Elîşêr ne tenê rêberekî gelê Kurd e, ew di heman demê de wêjevan û dîplomatekî bijarte yê gelê Kurd e”. Di van bûyerên dawî yên mezin de xala girîng çi ye? Tevî şer û şîdeta li dijî gelê Kurd jî (herêma Qoçgîrî), M. Kemal têkîliyên xwe û gelê Kurd ji binî de qut nake. Bi nermî nêzîkî pêşengên vê berxwedanê dibe. nêzîkbûna herî dijwar ji bo pêşengên berxwedanê, piştî ji berxwedanê Elîşêr surgînî Dêrsimê dike. Heta ev helwesta M. Kemal di vê makezagona (Qanunini Esasi) ku di dîroka 23’ê Nîsana 1921’an de hatiye çêkirin de didome. Gelek madeyên vê makezagonê, bi şiklekî xweseriya Kurdan, xweseriya kêmnetew uu baweriyên cuda qebûl dike. Heta vê dîrokê destkariya emperyalîzma Ewrûpî li beramberê berxwedana bi pêşengiya M. Kemal ku desteka gelê Kurd û gelên Anatoliyê wergirtibû çênabe. Jixwe Fransî, Îtalî û Yewnanî û Îngîlîz bi xwe aliyekî şer bûn, têra xwe li dijî M. Kemal û beriya wê jî li dijî Osmaniyan şer kiribûn. Lê belê piştî vê di serî de emperyalîzma Îngîlîz, û bi giştî jî modernîteya kapîtalîst vê îhtimala xwîşk û biratiya gelan ku li Anatolî û Kurdistanê bi pêşketiye ji xwe re bi xeterî nirxandiye. Di serî de Îngîlîzan, di gelek têkîliyên dîplomatîk de (peymana Lozan û hwd) bi Komara M. Kemal daye fêmkirin ku eger ew van têkîliyên xwe yên bi Kurd û baweriyên cuda re xelas neke, û hê jî bi pêşde biçe, ew ê Tirkiyeya wê demê ku di destê M. Kemal de bû bikeve xetereyê. Ji lewra di makezagona Komara Tirkiye ku di 1924’an de hatiye çêkirin, û di hin helwestên Komarê yên din de hemû sozên ku M. Kemal û komarê ji bo Kurd û bawerî û gelên cuda hatine dayin hatine ji bîrkirin.

Gelê Kurd li beramberê vê komploya modernîteya kapîtalîst bê helwest nemaye. Lê sed mixabin e ku encax kariye bi avakirina rêxistina Azadî bersiva vê êrîşa giran bide. Dema ku bi komployên cuda pêşengên vê rêxistinê yên wekî Xalid Cîrbranî, Yusuf Ziya hatin bêbandorkirin herî dawî jî bi komployekê, bi şiklekî berwext serhildana gelê Kurd hatiye teqandin. Şêx Seîd efendî ji neçarî serhildana berwext bi rêvebiriye. Lê negihîştiye çend mehan, bi temamî bi trajediyeke mezin bi encam bûye. Di dawiya dawî de eniya gelan ku wekî xewneke xweş xwe pêş gelên Kurdistan û Anatoliyê kiribû, li wan bûye xewnereşikekê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.