Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo parastina ewlehiya welatiyan Trafîkê detbîrên nû ragihandin

26/04/2026
in Serbest
A A
Ji bo parastina ewlehiya welatiyan Trafîkê detbîrên nû ragihandin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Ji destpêka sala 2026’an ve ji ber binpêkirina zagonên trafîkî li kantona Cizîrê nîzê 250 qezeyên trafîkê çêbûne. Ji bo parastina jiyana welatiyan, rêxistinkirina rê û pêkanîna zagonan rêveberiya Trafîkê tedbîrên nû girtin.  

Ji serê salê ve li kantona Cizîrê nêzî 250 qezayên Trafîkê çêbûne, di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya parêzgeha Hesekê ragihand ku ew ê ji bo parastina jiyana welatiyan û kêmkirina qezayên trafîkê, li ser hemû rê, dever û navçeyên parêzgehê, dest bi pêkanîna hin qanûnên tirafîkê yên berferh bike.

Tedbîrên trafîkê bi vê rengî ne:

1- Qedexekirina bikaranîna fêmê:

Danîna her cure fêmê ya pencereya tarî li ser erebeyan qedexe ye. Polîsên trafîkê wê fêmê yekser radikin. Kesên ku dubare binpê dikin dê wesayîtên wan werin desteserkirin û wê tedbîrên yasayî li ser wan were sepandin.

2- Sererastkirina rewşa qanûnî ya erebeyan

Xwediyên erebeyên bêqeyd heta dawiya vê mehê dem li pêşiya wan heye ku erebeyên xwe qeyd bikin û rewşa qanûnî sererast bikkin. Piştî vê demê, wê hemû tedbîrên qanûnî yên hişk werin girtin, her erebeya ku bê qeyd be wê were desteserkirin.

3- Plakeya nimirê erebeyan

Tevgera erebeya bê plake an jî bi karanîna plakayên sexte qedexe ye. Her kesê ku di binpêkirinek wisa de were girtin wê yekser cezayê pere, desteserkirina erebeyê û dozgeriya qanûnî lê were vekirin.

4- Leza ajotinê li gorî qanûnê ye

Divê di nava bajaran û riyên giştî de leza erebeyan li gorî pîvanên ku hatine diyarkirin be, ji ber leza zêde xetere li ser jiyana şêniyan û kesên ku erebeyan bileza zêde bajo wê were cezakirin.

5- Amûrên ronahî û deng yên qedexekirî

Sazkirin û bikaranîna şewqa zîno ku dibin sedema aciziyê li cem ajokarên din, qedexe ye. Dengê sîrenên polîsan jî qedexe ye. Kesên ku van amûran bi kar bîne wê yekser amûr werin desteserkirin û xwediyên wan wê cezayên giran li wan were birîn.

Di vê çarçovê de Rêveberiya Trafîka bajarê Qamişlo Sîpan Bedir ji Rojnameya me re axivî.

Sîpan Bedir diyar kir ku ev 4 rojin wan dest bi kampaniya rêxistina bajaran di milê trafîkî de kirî û wiha got: “Rêveberiya Gîştî a Trafîka Parîzgeha Hesekê ji bo ewlehiya welatiyan, rêxisrinkirina rê û pêkanîna zagonan perspektîvên nû raghandin, li ser vê esasî hêzên trafîkê û bi hemehengiya hêzên ewlekariya hundirîn, dest bi kampaniya dispilîna bajaran kirin. Bi taybet di milê danîna fêmê li ser erebeyan gelek pirsgirêkên weke dizî û êrişan derdixe û dema ku fêmî li ser erebayan hebe kemîra nikare kesên ku di erebayan de ne nas bike. Di heman demê de ew kesên ku erebeyan wan bê nimre ne gelek pirsgirêkan derdixin û terzê erebê tê naskirin, lê eger nimre ne sîwarkirî be misogerkirina ew kesê socdar zehmet dibe.

Di heman demê de şewqê zîno di dema dawî de gelek zêde bûne û dibin sedema gelek qezayan. Ji dema destpêkirian vê kampaniyê de em van tedbîran pêk tînin û em ê berdewam bikin. Ji bo vê jî û ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyan û pêkanîna zagonan em hêvî dikin ku ajokar û welatî bi me re alîkar bin û destek bidin endamên trafîkê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.