Remezan Olçen
Heftiya bihurî min li ser girîngiya xwendina bi komî nivîsî bû. Ez dixwazim vê heftiyê jî vê mijarê bidomînin. Wêje, edebiyat her çiqas di dema afirandinê de çalakiyeke takekesî xuya be jî, di dema fêmkirin û watedarkirinê de çalakiyeke civakî ye. Heta di dema afrinadinê de jî her çend pênûs di destê nivîkar de be jî, azmûn û kultur û dîrok wê hilberînê bixwazî nexwazî civakî dike. Bi taybetî di pêvajoya pêşketina wêjeya kurmancî de, ku bi salan di bin zextên polîtîk û de maye, xwendina bi komî ne tenê çalakiyeke çandî, di heman demê de rêyeke sereke ya parastin û pêşxistina ziman e. Şêwra li ser roman, çîrok û helbestên kurmancî, zemînekî zengîn ji bo krîtîka wêjeyî û avakirina hişmendiyeke hevpar amade dike.
Dema komek xwendevan li dora romaneke kurmancî -wek mînak berhemên Mehmed Uzun, Bextiyar Elî, Rênas Jiyan, Yildiz Çakar yan jî nivîskarek din- dicivin, ew ne tenê çîrokekê dixwînin; ew li ser tarîx, nasname û psîkolojiya civaka xwe nîqaşê dikin. Di xwendina bi komî de, her xwendevan bi perspektîfa xwe ya taybet rengekî dide berhemê.
Krîtîka ku di van koman de tê kirin, dibe sedem ku xwendevan ji xwendina “hêsan” derbasî xwendina “kûr” bibe. Analîzkirina teknîkên vegotinê, karakterên di romanê de û peywendiya wan a bi rastiya kurdewarî re, asta têgihiştina wêjeyî bilind dike. Ev yek bixwe re “xwendevanê profesyonel” diafirîne, ku nivîskar jî neçar dimînin berhemên hîn bi kalîtetir binivîsin.
Helbesta kurmancî, ji Melayê Cezîrî heta îro, her tim xwedî rîtmeke civatî bûye. Lê belê di xwendina bi komî ya modern de, ev rîtm vediguhere analîza estetîk û zimên. Şirovekirina metaforên helbestekê di nav komê de, asoyên nû li ber xwendevan vedike. Di şêwira helbestê de, peyvên ku dibe ku di jiyana rojane de hatibin jibîrkirin, ji nû ve zindî dibin. Ev pêvajo dibe sedem ku dewlemendiya ferhenga kurmancî derbasî hişê kolektîf bibe.
Wêjeyeke ku krîtîka wê neyê kirin, mîna dareke bê av e. Xwendina bi komî, li cihê ku saziyên akademîk an jî kovarên krîtîkê kêm in, dibe “mektebeke krîtîkê”. Dema ku xwendevan bi hûrgulî li ser kêmasî an serkeftinên berhemekê dipeyvin: Ziman tê parastin. Pê re bikaranîna rast a rêziman û peyvên resen tê nîqaşkirin. Standardîzasyon pêş dikeve. Pê re Kurmanciya nivîskî di nav xwendevanan de rûdine. Têkiliya Nivîskar-Xwendevan xurt dibe. Pê re nivîskar fêm dikin ku berhemên wan tên şopandin û fêmkirin.
Xwendina bi komî, ji bo wêjeya kurmancî mîna “laboratuvareke zimên” e. Ev şêwr û nîqaş, wêjeyê ji nav rûpelên pirtûkan derdixin û dixin nav jiyana zindî. Ew dibe sedem ku pirtûk ne tenê wekî kaxezekê, wekî “pira di navbera nifşan de” bê dîtin. Ji bo ku wêjeya kurdî bigihîje asteke gerdûnî, pêdivî bi xwendevanên ku rexne dikin, dipirsîn û nîqaş dikin heye. Komên xwendinê, vê hewcedariyê bi awayekî herî demokratîk û herî çandî tînin cih. Her gotineke ku di van şêwiran de tê gotin, binyada wêjeya siberojê xurttir dike.






