Can Yûsiv
Helbestvanê Kurd Melevan Resûl; Ji awazê ber bi gotinê û ji helbestê ber bi kepezê ve. Gotinên wî bi xîmava hesta zelalbûyî têne çêkirin û ew di axa xwe ya neteweyî de diçîne da ku geş bibin tîpên mîna sirûdên dayîkên Kurdan di şevên çiyayî de.
Melevan yek ji helbestvanên Kurde, ku piraniya temenê xwe da ji bo parastina ziman û çanda Kurdî,bi bawer bû ku peyva durist di rûyê hewildanên çewisandin û helandinê de dîwarek bi hêze.
Melevan Rasûl, kurê Bajarê Dêrika zindîker û dewlemend bi mîrateya xwe ya çandî û hunerî , û pirrengiya xwe ya etnîkî û olî ye ku gelek sembolên wêjeyî û hunerî yên navdar daye, û çavên wî li cîhanek zimanî ya dewlemend hatin vekirin, tijî ji stranên gelêrî, çîrokên devikî û danişteyên ku zindî ji helbest, çîrok û efsûnan.
Helbestvan, hunermend û ragihandêr Melevan di sala 1960’an de li gundê Hemze Begê yê gundewarê Dêrikê ji dê û bavek Kurd (Elî û Meryem) hatiye dinya yê, ji gundekî ku dikeve dibin siya çiyayê Qereçoxê berzane , di himbêza malbatek neteweyî ya Kurd de mezin bûye, ku hatibû firşikkirin bi ruhê welatparêziyê û bi bawer bû ku nasname ne dirûşmek e, lê kiryarek rojane ya girêdayî bi rûmetdarî, ziman û dîrokê ve ye.
Di vê rewşê de, û li ser vê axê ku bibû û hîn jî dibe dergûşek ji bo helbestvan û hunermendên Kurd mîna (Mihemed Teyîb Tahir – Silo kuro – Yûsif Misêlîx û Mela Xelîl), ew bû minareyek ji bo afirîneriyê , huner, nasname û çanda Kurdî, Melevan rêya xwe vekir û bû dengek wêjeyî, hunerî û medyayî yê navdar, wî mêhite ji xaka wê ziman û ji asîmanê wê bire îlham û ji xelkên wê girte xewn û hêvî .
Wî qonaxa seretayî li dibistanên gundên (Siwêdîyê ,Besta Sûs û Hemze beg) xwendiye û qonaxa navîn û amadehî li bajarê Dêrikê û piştre jî li bajarê Hesekê peymabgeha amadekirina mamosteyan xwend û dûre jî kulîjeya perwerdehiyê xwende û di sala 2008,an de bi dawî kir ,ew di 1993’an de zewicî û bavê sê kura ye.
Melevan dest bi kariyera xwe ya hunerî kir di salên heştiyan yên sedsala borî de , wî destpêkê dest bi gera xwe bi muzîkê re kir, ew jêhatîbû di lêdana gelek amûrên mûzik ê de, mîna (Org , Tambûr , Keman, Baxlame û Ûdê ..). Dûv re wî xwe ji nivîsandina helbestê re terxan kir , ku di nav de hemû cureyên helbesta kilasîkî ya terazû , Helbesta nûjen ya azad, pexşan ta bighê helbesta Hayko wî nivîsandin, herwiha li gel afirîneriya wî di gotarên wêjeyî , çandî, çîrok û nivîsên şanoyê de, wî hemû di salên înkar û tengahiyê de bi zimanê dayika xwe nivîsandine, ji ber vê yekê wî helbest kire mîna fenerekî di tariya şevê reş de û her malikeka helbestê kire peyamek berxwedanê ,wî tîpên peyvên xwe bi tayên tîrojên rojê yên zêrîn dihûnandin ku xwendevanan dersên hestên kûr jê digirîn.
Di her toneke ku wî li sazê dixist, peyama wî bi hesret, êş û pêdarî bû di rûyê zordarî û tundiyê de , herwiha dengê nalîna têlên kemana wî ya xemgîn birînên birîndaran derman dikirin û jiyan dida giyanan û germiya hêviyê û ronahiya miradê dida dilên şikestî, û mûzik dikir zimanek duyemîn ji bo wijdana her birîndarên Kurd.
Di dema kariyera xwe ya hunerî û wêjeyî de, beşdarî birêvebirina hejmarek komên hunerî û Federasyonên çandî bûye,mîna (Koma Cûdî, koma Wanê, Tevna Çand û Huner, Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya…) û herwiha beşdarî hin saziyên din bû.
Ji ber vê yekê, Melevan , bi rêya helbest, gotar û bernameyên xwe yên medyayê, girîngiya peyva Kurdî lê vegerande ,bi wateya kiryareke mayînê ye ne tenê amûreke derbirînê ye.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Melevan ku gelek helbestên klasîk yên terazû bi kêşe û rêzbend nivîsandine û li gel helbestên nûjen herwiha nivîsên şano , skêş û gotarên wêjeyî û çandî û simîner û velêkolînên ramyarî jî bi zimanê Erebî nivîsandine , ji berhemên wî yê wêjeyî yên herî berbiçav:
1- Şeş dîwanên helbestî di navbera (klasîk û nûjen) de bi zimanê Kurdî .
2- Nivîsarên 65 şano û skêçan nivîsandiye ew li ber çapê ne .
3- Pirtûkek lêkolînê li ser pêlawazên helbesta Kurd ya kevneşop, hem bi Kurdî û bi Erebî .
4- Pirtûkek bi navê “Fî zehmet Gilwan welbelût ” , bi Erebî
5- Nêzîkî 300 gotarên ramyarî û wêjeyî bi Kurdî û Erebî, piraniya wan di rojname û kovaran de hatine weşandin.
6- Belavkirina bi qasî 285 xelekên rojnamegeriyê, ji hevpeyivîn û dîdarvanî bi nivîskar û ronakbîrên Kurd re.
7- Pirtûkek bi zimanê Erebî li ser jiyana Şehîd Polat Herekol
nivîsandiye.
8-Gurzek ji simîner û velêkolînên wêjeyî û ramyarî bi Erebî.
9- Amadekirina sê celeban ji Vekolînên ramyarî bi zimanê Erebî.
10- Pirtûkek binavê “Hilweşîna mîrnişînên Kurdî” li ser dîroka hilweşîna siyasî ya mîrnişînên Kurd.
Ji berhemên wî yên wêjeyî yên çapkirî:
1-Sê dîwanên helbestan( Pêdar ,Arîn û Çirîsk) bi Kurdî.
2-Pirtûkek lêkolînê li ser” pêlawazên helbesta Kurd ya kevneşop” , bi Kurdî û bi Erebî .
3- Pirtûkek bi navê “Fî zehmet Gilwan welbelût ” , bi Erebî
4- Qevdek ji şano û skêçan “Kezî ” bi Kurdî.
5 – Pirtûkek bi zimanê Erebî li ser jiyana Şehîd Polat Herekol
Gelek ji helbest û gotarên wî di malperên elktironî de , herwiha di rojname û kovarên wêjeyî û rewşenbîrî yên Kurdî, û hatine weşandin wekî (Serxwebûn , Rojda , Rewşenbîr, Şermola , Sêwan ,Destar , Dicle , Sorgul , Ronahî û hin din..)
Melevan ew ne ji pirtûkan fêrî helbestan bûye lê ew ji tîna dengê dayîkê dema ku ew lava dike , ji dengê bav dema ku ew dixemilîne çîrokan di şevên tarî de û li ser milê xwe hildigire barên çiyan û di dilê xwe de germahiya deştan,wî da li ser rêça ne ku bi çîçekan raxistî lê wî helbest nivîsandin ser dîwarên jibîrkirî , xewn û xeyalan bi şaxên hesret û bêrîkirinê ve girêdide ,wî yekrêzî kir di navbera helbest û muzîk, û di navbera peyv û awazê de da ku bibe hilgirê ala çanda Kurdî di rûyê bahoz û rikeberiyan de .
Ew beşdarî gelek bernameyên televîzyon û radyoyê bûye, ji ber ku wî wekî pêşkêşvan û biwêjvan li Satelîta Ronahî û Radyoya Dicle kar dikir , û her weha pêşkêşkirina helkeftên neteweyî û pîrozbahiyên niştimanî , nemaze di cejnên Newrozan de dikir .
Di warê wêjeyî de, wî hejmarek helbestên stranbêjiyê yên Klasîk nivîsandiye û hunermendên Kurdî awaz ji wan re çêkirine û strandine û tevlî albûmên xwe kirine , mîna:
1- Çav pêket û min dî çû :(koma Cûdî )
2- Zindana tarî : (Elî Gavan)
3- Gula min:( Ferhan Gorî )
4- Ansê:( Nûhad Yusef)
5- Heta mirinê : Ferhan Gorî ).
Bi destpêkirina şoreşa azadiyê li Rojava , diviya bû ku peyv veguhêre helwest, û helbestvan bibe menberek ji lewra Melevan berê xwe da ragihandinê da ku bibe dengek bihîstî
ji bo pirsgirêka gelê xwe û bibe balyozek ji bo doza netewa xwe li ser menberên rastiyê, û bibe şervanek bi pênûs û dengê xwe li dijî hewldanên helandin û piştguhkirinê.
Karê wî tenê bi zimanê Kurdî re sînordar nema , lê wî gelek gotar, simîner û vekolîn bi zimanê erebî jî nivîsandin hewl dida ku di navbera her du çandan de pira ava bike û hişmendiya çandî li cem nifşên nû xurt bike.
Bi vê hevsengkirina di navbera peyv û medyayê de, Melevan bûye nimûnek ji bo rewşenbîrê neteweyî yê ku tenê ji vegotinê razî nabe, lê di heman demê de beşdarî afirandina dîrok û pêşerojê dibe, ew di radyoyê û medya Kurdî de xebitî, û bernameyên çandî û hunerî pêşkêş kir û mêvandariya gelek helbestvan, ramangêr û hunermendan kir û yek peyam hildigirte:
“peyva azad û mayîndeya bi nasnameyê”
Wî 34 sal derbas kir di xizmeta rêbaza hînkirinê û perwerdehiyê de ,di dilê xwe de peyama zanîn û ronakbûnê hildigire, û bawer bû ku avakirina mirov ew gava yekem e ber bi rizgarkirina welat ve, di encama peywira wî ji bo pirsgirêka gelê wî , û beşdariya wî ya çalak di têkoşînên şoreşa 19ê Tîrmehê de li Rojavayê Kurdistanê, ew bû armanc ji tundiya rêjîma çûyî re ku bi rengekî bêdadî biryara dûrxistin wî ji erkê wî di sala 2013ê dan û ew veguheztin dadgeha terorê , di hewildaneke ku dengê azadiya ku tu carî di giyanê wî de melûl nebûyî vemirînin.
Melevan ne tenê helbestvaneke ku helbesta ku hema dinivîse, lê ew ronahiyê ji tayên roja zêrîn vedûhûne ,
gotinên wî bi xîmava hesta zelalbûyî têne çêkirin, û ew di axa xwe ya neteweyî de diçîne da ku geş bibin tîpên mîna sirûdên dayîkên Kurdan di şevên çiyayî de, helbestên wî ne tenê peyvên ku têne xwendin, lê ew henase ne, tên hilmijîn, hestên ku têne hîskirin, sirûdên ku di mehrava Kurdistanê de têne gotin.
Ew helbestvaneke ku welatekî ji peyvê çêdike , û ji wêneya helbestî nexşeyek nasnameyê diafirîne, ji kêşe û pêlawazan, ritma dilê ku lêdide ji bo jiyana Kurdan xêzdike , her malikek ji helbesta wî dibe pirek ku bîrdanka gelêrî bi hîvîyên neteweyî ve girêdide , her helbestek ruhê çiyayan tê de ronî dide û rayên ziman ji kaniyên giyan av dide .
Melevan beşdarî piraniya bûyerên çandî yên herêmî, mîhrîcanên hunerî û şevbuhêrkên Helbestê li Rojavayê Kurdistanê bûye, wekî helbestvanek ku derd û kulên tevahî gel hildigre,û hunermendek ku guhdarî nebeza gund û miletê xwe dike, bandora wî gihişte li ser nifşê nû ji nivîskaran û muzîkjenên yên ku ji serpêhatiya wî fêrî hêza girêdayînê, hêsaniya vegotinê, û kûrahiya peyamê bûyîn.
Wî gelek xelat û bawenameyên pesndariyê wergirtin ji ber beşdariyên wî yên bi nirx di warê edebî û çandî de, bi taybetî jî:
1- Xelata Mîhrîcana Helbesta Kurd (2008)
2- Xelata Sebrî Osman
3- Xelata Dicle ya huner û stranbêjiyê
4- Xelata Balxan
5- Xelata saziya Zimanê Kurdî
6- Xelata saziya Dicle ya çandî, û her weha hin xelatên din ji dezgeh, saziyên herêmî, partî û kesayetiyên navdar wergirtine.
Melevan Rasûl , rola wî bi nivîsandinê tenê ne sînorkirî ye, lê dirêj dibe ku bîranîna netewe bi rêya zimanê çand û têkoşîna aram bi peyvan diparêze, ziman li cem wî ne navgîneke, lê welatek dine û amûrek yê berxwedanê ya nerme li dijî tunekirina çandî ye, ew derdê netew di helbestên xwe de hildigire û derbirîna êşên wê , hêviyên wê û xewnên wê di rizgarkirin û rûmetdariyê de destnîşan dike .
Melevan peyamek bû û hîn jî pireke di navbera mîras û nûjeniyê de , di navbera deng û helwestê de, di navbera helbest û ala de, wî da ser rêça kesên li pêşiya wî meşiyan di vê rê de ,ew rêyekî di afirîne ji bo kesên ku li pey wî bêne, ew helbestvanek nayê şikandin, û hunermendek ne bêdeng e, û Kurdeke jibîra nake ku ziman welatek din e, stran berxwedan e,û peyv çekeke di destê bê çekan de.






