Lîloz Hisên/Qamişlo
Nivîsgeha Park û Darçandiniyê, bi armanca zêdekirina qadên kesk û baştirkirina bedewiya bajêr projeyên darçandiniyê li kolan û taxên bajarê Qamişlo, pêkanîn.
Nivîsgeha Park û Darçandiniyê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di demsala biharê de xebat û heweldanên xwe ji bo dabînkirina jîngehek saxlem û kêmkirina qirêjiyê, didomîne. Di heman demê de bi armanca zêdekirina qadên kesk û baştirkirina bedewiya bajêr, projeyên darçandiniyê li çend tax û kolanan pêk aniye.
Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandinê Wan Misewer di vî derbarî de ji rojnameya me re behsa projeya çandina daran a li bajarê Qamişlo pêkanîn e axivî.

Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandinê Wan Misewer di destpêkê de behsa kar û xebatên nivîsgehê kir û wiha da zanîn: “Karê û xebatên me rojan e ye, bi taybet di demsala buharê de. Dema ku buhar tê em dest bi çandina daran dikin. Ji destpêka hatina buharê heya niha hezar û 188 dar hatine çandin, ji xwe ev dar şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji me re peyda kir. Di heman demê de jî, hejmareke ji rêxistinan bi me re bûn alîkar û 250 dar pêşkêş kirin.”
Cihên ku dar lê hatine çandin ev in: 250 daran bi hevkariya rêxistinekê, 120 daran li Parka Şehîd Ednan, 90 dar li ser nîverêya rêya Hilêliyê, 240 darên mircan li ser nîverêya Pira Cûdî-Qenat Siwês, 77 dar li Qada Newrozê, 21 dar li taxa Enteriyê, 85 dar li ser nîverêya Pira Cûdî, 120 dar li ser nîverêya rêya Hîzama bakur, di gel 65 darên din li heman cihî, 75 darên mircan li ser rêya Amûdê.
‘Armanc çandina hezar û 800 daran e’
Li gorî rêvebera Nivîsegeha Par û Darîandinê Wan Misewer heya niha çandina daran berdewam e û wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em karibin hezar û 800 daran biçînin. Ji bo nîverêyên li ser kolanên sereke ku tijî giha bûye, derengmayîna nerakirina wê ji ber rewşa avhewayê bû herwiha me nikarîbû wan derman bikin li gorî biryaran, ji ber vê yekê berî ku ew giha hişk bibe em ê bi temamî rakin.”
Rewşa parkên bajarê Qamişlo
Wan Misewer di axaftinên xwe de behsa parkên bajarê Qamişlo bi taybet ya Giştî kir û wiha diyar kir: “Ev e deh salin çeksazkirin ji bo parkên bajarê Qamişlo nehatiye kirin di heman demê de ji ber rewşa şer hatibû paşguhkirin. Me di pilanên xwe yên sala 2026’an de çeksazkirina parakan daniye. Li gorî pilana darayî ku dighêje me, em kar û xebatên xwe pê dikin, alavên pêwîst em dikrin û yên din em pê parkan çeksaz dikin. Berî niha me parkek li aliyên rojavayê bajêr ava kir, lêçûna wê gihaşt derdora 4 hezar û 400 dolarê Amerîkî herwiha di pilana me de ku parkeke din li rojhilatê bajêr ava bikin.”
Wan Misewer behsa Parka Giştî kir û wiha got: “Em dengê û gazinên miletê xwe dişopînin derbarê çeksazkirina parka giştî, pilan û neqşeya wê bi giştî hatiye guhertin û gav bi gav em wê dişopînin. Demekê hatibû destpêkirin lê hat rawestandin ji ber rewşa avhewayê. Cihê meşê yên nû bi kevirên enterlok hatin avakirin. Di heyama kêmî du mehan wê ji nû ve Parak Giştî bê vekirin. Her wê wek xwe binmîne û deriyê wê ji hemû şêniyan vekiriye.”
Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandinê Wan Misewer wiha gotina xwe qedand: “Parastina paqijiyê û parastina qadên kesk berpirsiyariyek hevpar e, bajarê me mala her kesî ye û parastina wê erkê hemû şêniyên wê ye. Bêyî alîkariya milet em nikarin tiştekî bikin lewma divê şaredarî û milet bihev re alîkar bin, ji ber ku her du hev du temam dikin ji bo ku em karibin welatekî xwedî jîngeheke paqij, bi ewle û dûrî qirêjiyê, ava bikin. Em bi hêvîn e ku tu kes agir li nêzîkî daran pênexe, li gorî pêwistiyê dar bên avdan, xetên avê ku li nîveryan hatin kişandin neyên xirabkirin, darên ku me li pêşiya firoşgehan çandiye werin avdan û çop li deverên giştî neyên avêtin.”






