Ayşa Silêman/ Dêrik
Cotkarên bajarê Dêrikê diyar kirin ku barana zêde ku di rojên dawî de li herêmê bariyaye zerareke mezin gihandiyê ziviyên çandiniyê.
Ji ber zîpik û barana zêde ku di dema dawiyê de li ser herêma Cizîrê bariyaye, gelek ziviyên çandiniyê zerarên mezin dîtine, bi atybet li bajarê Dêrikê û gundewarên wê ku rêjeya herî bilind a baranê lê bariyaye.
Di derbarî rewşa çandiniyê li barjarê Dêrikê cotkarê bi navê Ehmed Ibrahîm û xwediyê patozekê yê bi nave Eladîn Xelo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Zeviyan zerarên mezin dîtine’

Ehmed Ibrahîm da zanîn barana zêde zirar gihand zeviyan û wiha got: “Herêma me bi çandiniyê navda re, ev çend sal bûn ku herêm di zuwhayê re derbas dibû, cotkaran gelek zirar didîtin, ji ber ku piraniya şêniyên herêmê debara jiyana wan li ser çandiniyê ye. Lê îsal dema baran barî gelek kêfa cotkaran hat, lê mixabin rêjeya baranê gelek zêde bû û careke din zirar gihişt zeviyan, ji ber ku baranê derfet nedida cotkaran derman belav bikin di nav zeviyên xwe de, cehdasî, xerdel û zeng di nav zeviyan de zêde derket û zevî ber bi tunebûnê ve çûn. Salên borî wek van deman me zeviyên xwe çinî bûn û me dest bi çandina pembû, nîst, nok û genimê havînî kiribû. Niha ji ber ku baran dibare em nikarin bi alavan derman jî li zeviyan bikin, ev yek dibe asteng ji bo me lewma em neçar dibin bi destê xwe lê bikin. Em bi hêvîne ku îsal buhayê genim bilind bibe û di milê zirara ku gihiştî cotkaran desteyên berpirsiyar bi me re bibin alîkar, ji ber ku herêm di hejariyê re derbas dibe.”
‘Herî zêde zirar gihiştiye zeviyên Dêrikê’

Yek ji xwediyên patozan yê bi nave Eladîn Xelo anî ziman ku ew ji barjarê Qamişlo ye û niha li bajarê Dêrikê patozên xwe çaksaz dike û wiha got: “Îsal baran gelek barî û ev yek ji bo zeviyan nebaş bû, bêtirî xwe herêma Dêrikê zirar gihiştiyê, ji ber Qamişlo û Hesekê xwezaya wê zuwaye her avê dixwaze, lê herêma Dêrikê bixwe bi şilbûna xwe tê naskirin ku gelek çem û kanî têde hene. Lewma bilindbûna rêjeya baranê hişt ku zevî di nav avê de bimînin, dema zirar bighêje zeviyan dighêje xwediyê patozan jî. Herêma Dêrikê ya herî navdara bi çandiniyê dema zevî tu berhem jê dernekeve ev yek dibe asteng li pêşiya karê me jî. Em niha li barjarê Dêrikê ne da ku em patozên xwe çaksaz bikin û amadekariyên xwe ji bo çinîna zeviyan bikin, dpatozên me yên herî pêşketî ne di Rojava de.”






