Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di serdema tekneolojiyê de; Hilweşîna pîvanên jiyanê

26/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di serdema tekneolojiyê de; Hilweşîna pîvanên jiyanê
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Tekneolojiya amûreke girîng e û dikare sûd jê were girtin, lê ger bi awayekî ne rast bê bikaranîn ziyanên mezin bi xwe re tîne. Niha jî bûye sedema hilweşîna pîvanên jiyanê. Gelo sedema vê yekê teknolijiya ye an mirov bi xwe ye?

Di serdemekê de ku ekran bûne beşek ji jiyana rojane, tekneolojî êdî ne tenê amûreke bikaranînê ye, lê belê veguheriye hêmanek bingehîn ku têkiliyên mirovan di nav malbat û civakan de ji nû ve şekil dide. Ciwan û zarok ji wateya xwe ya xwezayî derketine, li şûna ku ew înternet û teknolijî birêvebibin mixavin tekneolojî û înternet wan birêvedibe. Gelo tekneolojî di xurtkirina têkiliyên malbatî de bi ser ketiye, an jî bi bêdengî beşdarî hilweşîna wan bûye?

Derketina Înternetê û pêşketina tekneolojiyê

Weke ku tê zanîn înternet di salên 60’î de derketiye, avabûna înternetê ji bo kesên ji hev dor ango bi kesên ji derveyî welat re têkiliyê bikin. Em dikarin bêjin ku înternet di destpêkê de weke amûrê bikaranînê ji bo hêsankirina lêkolîn û têkiliyê bû. Avabûna înternetê û pêşketina tekneolojiyê erênî û neyniya wê jî heye, gelo pirsgirêk ji teknolijiyê ye ango ji kesê bi awayekî neynî bikartînê ye? Mirov dikare bi gelek awayan sûdê ji tekneolojî û înternetê bigire. Lê di dema me ya niha de pêşketina tekneolojiyê bi awayên neynî tên bikarnîn, em dibînin ku tekneolojî û înternet mirovan bi rê ve dibe ne ew, bi rengekî re normal mirov ketine bin bandora tekneolojiyê, li şûna ku tekneolojî bibe amûra alîkariyê bûye amûra lîstina bi mêjiyê mirivan.

Bandora Înternetê li ser Civak

Înternet di çend salên borî de bûye toreke cîhanî û herkes bi awayekî ne nomal bikartîne. Şîrketên telekomunîkasyonê li welatên cuda yên cîhanê ji ber girîngiya wê ya mezin di pêşxistina tekneolojiyên tekneolojîk ên nûjen, baştirkirina mezinbûna aborî, bilindkirina asta jiyanê û hêsankirina jiyana mirovan de, ji bo pêşxistina vê torê xebitîne. Vê toreyê ji salên nodî yên sedsala borî vir ve di cîhana ragihandin û komputeran de şoreşek mezin pêk aniye. Înternetê gelek tiştên ku berê xeyal nedikirin dane mirovan, û bi saya wê, mirov karîne qadên cûrbecûr ên jiyana pîşesazî, bazirganî, aborî û siyasî pêş bixin.

Tevî bandora erênî ya girîng a derketina holê ya înternetê, aliyê neyînî jî di gelek civakên Rojavayî û Erebî de pir berbiçav bûye. Înternetê bandor li rewşa psîkolojîk a mirovan kiriye û ev bandor li hemû aliyên jiyanê kiriye. Înternet bûye sedema zêdebûna materyal, wêne û vîdyoyên pornografîk ên bi ziyan ku bandor li jiyana zarok, ciwanan û hemî beşên civakê kiriye. Ev yek daketina pîvanên exlaq û hilweşîna di civakan de roleke mezin dilîze. Belavbûna gotegotên xeternak ku dikarin bandorê li jiyana kesan bikin û ji wan re bibin sedema pirsgirêkên psîkolojîk, civakî û malbetî.

Teşwîqkirina sûc û bêexlaqiyê bi rêya fîlm, rêzefîlmên televîzyonê, stranên bê wate pêş dixin. Di heman demê de belavbûna nexweşiyên ku ji ber bêçalakî û bêhalîbûna ji ber rûniştina dirêj li ber komputeran û karanîna zêde ya telefonê çêdibin, ku dibe sedema pirsgirêkên dîtinê û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê. Kêmkirina têkiliya jiyanê di nava civakê de û qelsbûna girêdanên civakî di nav malbatan de. Tecrîd, tenêtî û vekişîn ji nava civakê bandoreke mezin li ser laş û fikirê mirovan dike.

Bi înternetê re têkiliyên malbetê kêmbûn

Malbet bi kombûna ku dora hev jiyana komînal tên naskirin, lê bi pêşketina tekneolojiyê re têkiliyê malbetê gelek lawaz bûye û her endamek malbatê li cihekî û bi fikirekî jiyan dike. Zêdebûna hilweşîna malbatê, ji ber ku înternet bûye çavkaniya sereke ya agahdariyê li şûna têkiliya bi endamên malbatê re. Nerêzdariya di navbera endamên malbetê de pêşketiye. Guhertina tevgerên kesan di têkiliyên wan de bi hev re. Lêkolînek vê dawiyê (2024) nîşan da ku karanîna medyaya civakî bandorek girîng li ser têkiliyên malbatî dike, nemaze bi kêmkirina kalîteya ragihandina rasterast di navbera endamên malbatê de. Lêkolînek zeviyê li ser ciwanan eşkere kir ku dema ku ew li ser înternetê derbas dikin dibe sedema kêmbûna ragihandina rû bi rû di nav malbatê de. Lêkolînek zanîngehê têkiliyek berevajî di navbera tiryakbûna înternetê û hêza têkiliyên malbatî de nîşan da; her ku karanîna zêde zêde be, girêdanên malbatê qelstir dibin. Pispor destnîşan dikin ku karanîna zêde ya tekneolojiyê dikare bibe sedema pirsgirêkên cidî û xeter.

Bandora tekneolojiyê li ser ciwanan

Ciwan bi dênemîka civakê tên naskirin ku ji bo pêşeroja civakê xwedî rolin, lê ev ciwan bi pêşketina înretnet û tekneolojiyê re ji civakbûnê dorketine û hertim dixwazin bi tenê bimînin. Bandora tênolijiyê li ser fikir, denduristî û tevgera wan jî dike. Gelek caran tişta ku li ser înternetê li pêşiya van ciwanan derdikevin teşwîq dikin ku bikarbînin mînak standina madeyên xişbir ku di dema dawiyê de nava ciwana de gelek derketiye pêş. Ciwan ku di temena sîpertiyê de ne ku dixwazin xwe îfade bikin, lê bikaranîna şaş ya tekneolojiyê de jiyana wan diguherîne. Em çiqas bêjin niha serdema tekneolojiyê ye, eger ciwan nikaribin xwe biparêzin wê di gelek şaştiyan re derbas bikin ku niha weke azadiya kesayetî dibînin wê de pêşeroja xwe de poşman bibin.malbatî û carinan jî tevgerên êrîşkar di navbera zarok û dayîk û bav de.

Zarok tekneolojî û înternetê ji mêjiyê xwe bêtir bikartîne

Bi pêşketina teknolijiyê re zarok ji wateya xwe ya zaroketiyê derketin, ku jiyan divê bi lîstina bi hevalên xwe re û derketina kolanan naskirina derdor û fêrbûna dibistanê bi rûniştandina ser telefon re hatiye guhertin, di dema niha de zarok serê xwe ji telefonê dernaxin û nabînin ka çi li derdora wan çêdibe. Bi taybet bi derkatina lîstoka babcî re ku hişê tevalî mirovan bi temenê cûda biriye.Parvekirina bi xerîban re, ku pir caran dibe sedema pirsgirêkên wekî şantajkirina serhêl. Bandor li ser tenduristiya derûnî ya giştî ya zarokan dike û zirarê dide wan. Girêdayîbûna lîstikên elektronîkî, ku bandorê li ser tevgera wan ku dibe sedema pirsgirêkên civakî û psîkolojîk. Zêdebûna giraniyê û qelewbûn, ku dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî. Em dibînin di warê xwendinê de zarok gelek bi paşketine ji ber ku hemû dem axwe li ser înternetê derbas dikin ev jî xeteriyeke mezin ji bo nifşê pêşrojê ye.

Di dawiyê de, tekneoloji bûye rastiyek ku nayê înkarkirin, lê belê dijwarîya rastî ne di hebûna wê de ye, lê di awayê bikaranîna wê de ye. Têkilîyên malbatî ne bi hejmara peyam an bangan, lê bi kûrahiya têkilîya rastîn a mirovan têne pîvandin. Di navbera cîhana dîjîtal û jiyana rastîn de, hevsengî ji bo parastina malbateke hevgirtî û civateke saxlem mifteya sereke ye, ku nirxên mirovan ji her ekranê xurttir dimînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.